BijarteGiştîM.Zahir ErtekînÇend Çîrok ji bo Zarokan

CEDYÛYÊ KÊM’EQL

Cedyû bizineke biçûk û gelekî xweşik e. Ji gerê û ji rapeliqîna çîyayan pirr hez dike. Lê belê bêhizr û tênegihîştî ye. Bêyî ku bifikire, bê fikar û tevdîrê her tiştî dike. Rojekê ji bo lîstika gogê wî û hevalê xwe li hev kirin.

Dema ku gihaştin qada lîstikê ya daristanê, Cedyû berîya ku lîstik dest pê bike pirr bi hêz li gogê da. Gog pirr bi dûr ket. Herrikî heta ku kete nav çêm.

Cedyû xwe avêt nav çêm bêyî ku bifikire. Ava çêm wê bi xwe re kişkişand. Kîso dît ku Cedyû difetise; bi lez çû û wê li pişta xwe kir û jê re wiha got:

-Cedyû tu bizineke bêtedbîr û bêfikr î.

Cedyû bersiva kîso wiha da:

-Kîsoyê dilgerm û delal. Ez xemgîr im. ‘Ehd be ji niha û pê da berî ku tiştekî bikim, ezê baş lê bifikirim. Sipas bo yarmetîya te.

Peyam:

Xwedê ‘eqil daye mirovan da ku bifikirin. Her karê ku meriv dike divê baş were fikirîn û baş were ramîn paşê gav bêne avêtin. Lewra ew kesên ku ji nişkê va xwe davêjin nava karan, paşê zirareke mezin dibînin.  Çawa ku tevger û livîna karan wisa ye, axaftin jî wisa ye. Lewra divê berîya ku peyv ji devê me derkeve em baş bifikirin û bi ‘eceleyî nepeyivin. Lewra piştî ku peyv ji dev derket êdî vegera wê tune. Eger baş nehatibe hesab û ramankirin wê ew şitexalî gelekî zirarê bide xwediyê xwe. Aqilmend ew e ku karên xwe û axaftinên xwe bi pergal û bi ramîn û fikirînê pêk tîne.

  

  

MEYMÛNÊ ÇAVBIRÇÎ

Meymûn her tim difikîrî û dixwest ku bibe dewlemendtirîn heywanê daristanê. Rojekê ‘îlanek dît di rojnameyekê da. Di ‘îlanê da fîl ji bo lêkirina xanîyekî ji çêlîyên xwe ra dixwest ku karkeran peyda bike. Meymûn tavilê çû cem fîl. Fîl ji bo ku meymûn di vî karî de bixebite wî pejirand.

Meymûn/leymûn bi xîret û cehdeke mezin xebitî. Fîl jî me’aşê wî kir du qat.

Meymûn piştî ku karê xwe diqedîne, li qilînîkekê dest bi karê pasevanîya[1] şevê kir. Bi şev li qilînîkê û bi roj jî li karê fîl xebitî. Şevekê ji ber ku Meymûn bi roj di karê lêkirina xênî de pir betilî bû, di dema nobedarîyê da di xew ra çû. Kete xeweke kûr. Dizek hat ket dermanxaneya qilînîkê û hemû dermanên wê dizîn.

Dotîra rojê, bijîjk fam kir ku hemû derman hatine dizîn. Derhal meymûn ji kar derxist. Fîl jî bi çavnebarîya Meymûnê hesîya û wî jî ew ji kar derxist. Meymûn bê kar ma li rastê.

Peyam:

Qene’et ango  qîma xwe bi kêmahîyê anîn gencîneyek e lê ternebûn û çavnebarî sebebê xesaretê ye. Ewê ku bi yên di destê wî da ye qîma xwe neyne û çavê xwe bera tiştên ji wî dûr de pêkan e ku yê destê wî jî ji dest biçe.

 

 

  

CEZAYÊ NEMMÛS

 Nemmûs ji gotina bi derew pir hez dikir. Ji ber vê xesleta wî heywanên daristanê xwe ji wî bi dûr dixistin û ji wî bawer nedikirin.

Rojek ji rojan, Nemmûsê meymûn bi dengê pir bilind bang kir:

“Hûn hemû vexwendîyê firavînê ne ya ku şahê daristanê amade kirîye.”

Ferfûr çû cem şêrê ku şahê daristanê bû û jê pirsî ka gelo ev xebera Nemmûs rast an na. Şêr jê re wiha got:

“Ferfûr! Nemmûs bi derewên xwe navdar e.”

Meymûn, kûçik û bizinê biryar dan ku derseke bi ibret nîşanî Nemmûn bidin. Li ser rê çalek kolan û wiha gotin:

“Haydê em bikevin pêşbazîyê, pêşbazîya bazdanê”

Nemmûs got:

“Ez ji we hemûyan lezgîntir û zûtir im. Ezê we hemûya derbas bikim.”

Pêşbazîyê dest pê kir. Meymûn, kûçik û bizin, ji qesta hêdîka baz didan. Nemmûs bir bi lez dest bi bazdanê kir. Ji ber ku haya Nemmûs ji çala li ser rê tunebû, ket çalê. Hevalên wî jî henekê pê kirin û kenîyan.

Nemmûs peyama hevalên xwe fam kir û ji wê rojê pê ve dev ji derewan berda û bû heywanekî durust.

Peyam:

Mirovê derewker li vê dunyayê jî li wê dunyayê jî di xisarê de ye. Hem heval li dora wî namînin, hem kes bawerîya xwe pê naîne. Hem jî exlaqê wî xirab e.

  


[1] Pasevanî: Notirvanî ango nobedarî