GiştîMahmut OlgunSirra Serkeftinê

Di dibistanekê de, mudîr gazî sê mamosteyan kir û got:

-Ji ber ku hûn sê mamoste, mamosteyên herî baş û pispor in di pergala dibistanê de, ez ê nod xwendekarên hêja û jêhatî bidim we.Ez dixwazim ku ev xwendekar salê pêşî jî bi lez bixebitin û perwerdeyeke pir baş bibînin.

Sê mamoste, nod  xwendekarên hilbijartî, dayik û bavên wan fikirîn ku ew fersendek pir baş e.

Wan bi taybetî ji vê rewşa xweşik pir hez kirin, ku di dawiya vê dewreyê de, dema ku dibistan bi dawî bû, ev xwendekar ji sedî 30 ji xwendekarên din ên bajêr zêdetir serkeftîn bûn.

Ev serkeftina berbiçav ji hêla mamoste, xwendekar û dê û bavan ve bi coşek bêhempa hate pîrozkirin.

Pişti vê coşê mudir gazî van her sê mamosteyan kir û ji wan re got:

-Ez dixwazim îtirafekê bikim…

Min xwendekarên herî berbiçav û jêhatî nedane we. Ew nod xwendekarên ku ji we re hatin dayîn, xwendekarên normal û hinekî ji lî ser navînî bûn. Me ew nod xwendekar ji lîsteyê bi tesadufî hilbijarti bû.

Bi bihîstina vê rastiyê, mamosteyan dest pê kirin ku bifikirin, ku serkeftina bilind a ku di xwendekaran de tê dîtin, ji ber kapasîteya wan a hînkirinê ye.

Mamoste hemî pir kêfxwef bûn.

Lê midûrê dibistanê dîsa ket navberê û got:

-Îtîrafeke min din jî heye.

Hûn jî mamosteyên herî serkeftî nebûn! Min navên we ji nav kaxizên ku min xistibûn çenteyekê bi tesadufî hilbijartin.

Hûn bi ser ketin ji ber ku we bawer kir!

Xwendekar jî  bi ser ketin……”

Wê hemiyan bawer kir ji bo wê hûn bi ser ketin.