SernivîsDi Jiyana Nûjen de Kevneşopiyên Me

Di hebûn û xwenîşandana qewmekî de ‘urf, adet û kevneşopî girîgntrîn nîşan in. Ev jî ji nişkê ve û bi carekê çênabin. Bi derbasbûna zeman û dewran wek tecrubeyên jiyanê peyderpey ji teref însanan ve tên qebûlkirin û bi cî dibin.

Hinik ji wan herêmî û qewmî ne. Yanî di nav jiyana civakî de bi şeklekî tebî’î ji wê erdnigariyê peyda bûne. Hinik jî dînî ne. Yanî mesela piştî qebûlkirina dînê Îslamê di nav wan de îdî bûne adet û kevneşopî.

Urf û adet û kevneşopî, hinik taybetmendiyên civakî ne. Ji bo jinayeke baştir, xweştir û dilşadtir ferd û malbat û civak li wan xwedîtî dikin, wan xwedî dikin, kedî dikin, neslên xweyên nû bi wan dighînin û mezin dikin. Ji ber vî qasî hinik tiştên ku ziddê fitretê ne, zirara dinyayê yan a axretê yan a herduwan di wan de heye lê di weqtekî de bûne kevneşopî Kurd ne mecbûr in xwe bi wan bigrin, belkî lazim e wan biterikînin. ‘Urf û adetên Kurdan di dewrên beriya terîxê de, weqta ku Kurd nû bi xwe hisiyan ku Kurd in û ji qewmên din cuda ne yan ê beriya Îslamê em rabin hemiyan bînin di roja xwe de dîsa sağ bikin û xwe bi wan bigrin ne karê aqil e. Hem fêda Kurdan tê de tune hem jî ziarara wan tê de heye.

Di orja me de ‘urf, adet û kevneşopiyên Kurdan li gora ‘eqîda wan diguhere. Mesela gelek kevneşopiyên Kurdên Musluman ji yên Kurdên êzîdî cuda ne. Bes ev rewş nake lazimî xwe ku gerek Kurd tev bibin êzîdî, yan jî em bi zorê êzîdiyan bikin Musluman. Bes êzîdî wê werin dewet kirirn bi bal Îslamê ve. Di vir de qistas mutabeqeta fitretê ye, ne kevntirbûne.  Kîjan adet muwafiqî fitretê be ji bo belavkirina wê merevê xebatê bike. Çimkî xêra Kurdan di wir de ye. Ne ku kîjan ji wan kevntir be merevê rabe wê sağ bike û Kurdan bike mubtelayê pê.

Ji roja ku Kurdan Îslam qeabûl kir û vir ve di gel bîr û baweriya wan hinik kevneşopiyên wan bi temamî rabûn, hinik jî bi rengê Îslamî guherîn. Mesela: Ji ‘alimên xwe re gotin “mela”, hem ‘alim hem jî rêzanan re gotin “seyda”, ji telebê ‘ilmên Îslamî re gotin “feqî”, ji camiyan re gotin “mizgeft”. Kesek ji wan qebhetkî mezin bike û biçe xwe bavêje mezinê xwe û tobe bike tê ‘efûkirin. Hêsîrên herbê nakujin. Jin û qîzên xwe namûs dibînin û çûyîna namûsê sebebê kuştinê ye. Di lihevnekirina xwînê de jî gotina rîsipî, beg û ‘alimên xwe li erdê naxin. Tilya ku şerî’et jêke xwîn jê nayê. Cil û bergên jin û mêrên wan fireh in. Lê dîsa jî Kurd di ‘urf û adetên xwe de ji îfrat û tefrîtê xelas nebûne.

Xwedî derketina li wan û jiyana di çerçova wan de ji “girîngî”yê wirdetir e, hebûn û nebûna Kurda ye. ‘Ereb dibêjin: “Terkul’adatî mînel muhlîkat”.  Yanî terikandina ‘adetan merev dibe hîlakê. Komalnasan jî girîngî dana ‘urfê û wê teqsîm kirine bi bal ‘urfa xusûsî û ‘urfa ‘umûmî ve. Di ‘ulûmê Îslamî de ‘urf û ‘adet yek ji çavkaniyên îctîhadê hatiye qebûlkirin û bi îcma’ê re wekhev hatiye dîtin, bi şertê ku ne ziddê Îslamê be. Huqûqnasê meşhûr ê Îslamê Îbnû ‘Abîdîn derheqê ‘urf û ‘adetan de rîsalek xusûsî nivîsandiye û di wir de gotiye ku ‘urfa xusûsî yek ji çavkaniyên huqûqê ye.

Kesên hewl didin kevneşopiyên beriya Îslamê sağbikin ku ziddê kevneşopiyên îro ne û bi vî hawayî îdeolojî û fikrên îlhadî di nav Kurdan de bicî bikin, qenciya Kurdan naxwazin û dixwazin wan ji eslê wan dûr bikin.