GiştîMehmet KiliçŞikeftên Hîlarê

Mezopotamya dergûşa însanîyetê ye. Di dîroka însanîyetê da cîhê Mezopotamya pir girîng e. Di nava Mezopotamyayê da jî cihê Dîyarbekir pir girîng e.

Li bakurê Dîyarbekir li deşta Erxenî jî ji bona dîroka însanîyetê Şikeftên Hîlarê ye pir girîng in. Çima pir girîng e? Çimkî li vê derê ji bona dîroka însanîyetê pir tiştên girîng hatine dîtin; ev jî Şikeftên Hîlarê ne.

Şikeftên Hîlarê li alîyê rojavayê başûrê Erxenîyê ye. Ji Erxenî 7 km dûr e.

Dîroka herêmê deh hezar sal berê dest pê dike. Însanên vê heremê deh hezar sal berê dev ji nêçîrvanîyê ber dane û dest bi zîra’atê kirine. Sedema ku dest bi zîra’atê kirine jîyana wan a koçberîyê qediyaye û derbasî jîyana cîhê bûnê.

Di sala 1963’yan da Şikeftên Hîlarê ji teref arkeologan ve hatîye keşfkirin. Heta niha jî xebatên kolanê berdewam dike. Di van kolanan da toximê genim û ceh hatîye dîtin. Pir zêde mezel hatine ditîn û pir hestîyan mîrovan hatine derxistin.

Di nav mezelan da morî û tiştên biqîmet hatin derxistin. ‘Her wisa di encama xebatên ku hatin kirin de aletên zîraî , kevçî, çetel û aletên paxir û her wisa cûr bi cûr tiştên ‘entîka hatin derxistin. Wan tiştên hatine dîtin dîroka vê heremê û dîroka însanîyetê ronahî dikin. Îro Şikeftên Hîlarê û dora wî di bin parastinê da ye.

Mixabin cîhêkî wisa mûhîm zêde nehatîye naskirin. Ji bona ku zêde nehatîye naskirin turîst pir nayên li van deran nagerin. Ger zêdetir qiymet bê dayîn wê derê û reklamê wê derê zêdetir nê kirin ez bawer dikim ku  ew ê him ji nava welat û  ji derveyî welat zêdetir însan bên ziyareta Şîkeftên Hîlarê.