Şehîd Muhammed û Cîhan li welatê bav û kalên xwe, li welatê Şêx Seîdê ku ji bo dînê Îslamê qiyam kiribûn, ji bo ku ji dînê Îslamê xizmet dikirin ji teref neyarê dîn û millet (PKK), ve di sala 1992’yan da bi şeklekî pir wahşî hatin qetilkirin.
Van her du ciwanan temamê emrê xwe ji bona Îslamê û ji bona jîyaneke Îslamî feda kirin. Ew di zaroktîya xwe da diçûn mizgeftan, dersa Qur’an’ê digirtin û didan. Ayet û hadîs, sîyret û heyata sehabîyan ji xortan ra digotin. Cîhên ku behsa Îslamê lê hebû Cihan û Muhammed li wê derê amade bûn.Ew pir comerd, fedakar û mêrxwas bûn. Exlaqê herê baş li ser wan bû.
Her du şehîd bi heyata xwe, eshabên vê devrê bûn.
Di de’wet û teblîxê da wek Musabê kurê Umeyr bûn. Di Pîran’ê da li mekteban, li sûkan, li camiyan û li dikanan behs û teblîxa Îslamê dikirin, ji millet û ciwanan ra heyata pêxember û sehabîyan digotin. Bi heya û edeb bûn. Feqîr bûn, lê belê tiştekî biketa destê wan ji hevalên xwe ra xelat dikirin.
Weka her dewrê salên 90’î da tekoşînekê pir mezin di nav heq û batilê da hebû. Di van salan da Pîran ji destê PKKyîyan pir kişand. Vê partîya mûrted xwe hakimê heremê dizanîbû û dihesiband. Lê belê van xortên mu’min ji wan ra bîat nekiribûn û serî li ber wan netewandibûn. Fikr û ramanê wan qebûl nekiribûn. Lewra ew şerîatvan bûn û ji bo hukmên Xwedê dixebitîn.
Ji ber ku ew ji bo doza Xwedê dixebitîn ev yek li cem PKKyîyan qebehatekî pir mezin bû. Ji ber vê yekê PKK qerara kuştina van mu’min dida. Li cem xwe digotin “em ê cezayekî wusa bidin vanan dê hevalên wan jî bitirsin û dev ji vî dînî berdin.”
Kemîn danîn li ber wan weke ku berî niha li eshabê Recî hatibû kririn, emir dan xulamên xwe. 2 heb xulamên wan ji her du şehîdan ra gotin “Hûn ji însanan ra îslamê dibêjin.Werin ji mê ra jî ji behsa dîn û pêxember bikin.”
Ji ber vê daxwazê ew bi hev ra ber bi alîyê Goristana Piranê ve diçin.Goristanê derbas dikin. Tên dervayê Pîranê. Dema ku tên wê derê PKKyî Şehîd Muhammed û Cîhan direvînin.
Şehîd Cihan li cihekî bi îşkenceyan şehîd dikin.Muhammed jî bi şeklekî pir wahşî şehid dikin. Piştî -5-6 rojan canê wan ê nazik hat dîtin. Naylon li ser bedenan wan de helandibûn, bi keviran bedena wan eciqandibûn û bi qebloya ceyranê ew girêda bûn. PKKyî wehş ew qas zilm û îşknece li wan kiribûn ku meriv wan nas nedikir. Lê belê meriv dema ku li pêçîya wan a şehadetê mêze dikir dibû şahidê şehadeta wan. Şehîd Muhammed û Cîhan Huzeyb û Zeydê esra me ne.
Xweda meqamê wan bilind bike û me ji şefaata wan mehrûm neke.(ÎLKHA)