BijarteEmîn BuranGundê Heselmê

Heselmê, taxekî navçeya Erxenîya Dîyarbekirê ye.Dîroka gund gelekî kevin e.Tê destnîşankirin ku şikeftên li nêzê gund, ji bo ronîkirina dîroka çaxa ewil çavkanîyeke mezin in.

Li ser şikeftên gundê Heselmê xebatekî zanistî heta niha çênebûye.

Şikeftên ku 2-3 kîlometre nêzî herêma Şolenê ye, taybetî bi şeklê avayîyê dişbihin mîmarîya  Hîlara Çayonu. Di şikeftê de bi mîmarîyê re cîhê raketinê, xwarinê an jî vexwarinê û bi mekanîzmaya derê gilower mîma mîmarîya  Hîlar Çayonu ye. Lê belê tê destnîşankirin ku avabûna şikeftên Heselmê piştî avabûna Hîlarê ye.

Ji teref gundîyan ve çend sal e li pêşîya derê şikeftê zîreat tê kirin ku gundî tim û tim tiştên ecêb û perçên cêran dibînin. Li Erxenîyê weka Tumulus û Hoyukê di gelekî cihan de lêgerînên  zanistî çênebûne.

Qebrekî li ser kevirê kirêcê û wexta Romayê ye beriya mîladê ku salê 500ê ava bûye heye. Qebir 800 metre dûrî gund e, lê qebir ji teref dizan ve hatiye vekirin û tiştên di qebrê de hatine derxistin.

Ev qebra şikeftî dişbihin yên li Hîlaraya Erxenî.Li ser gir gelekî sarîncê bi şeklê kovikan hene.Tê destnîşankirin ku vê qadê di sala 2005an de qada sîtê hatîye îlankirin, lê xebatên ku werin kirin ji ber bêperetîyê nehatine kirin.

Heselmê weka mizeya vekirî ye, lê ji teref mizeya Dîyarbekirê ve nayê dîtin û ji bona danasînê nakin kataloga danasînê jî.

Ji ber ku ev eserên tarîxî nayenê parastin, ji teref xelkên heremê ve bi hêvîya ku zêran bibînîn tên tehrîpkirin. Di qadê de qebrên ku venebûne nemane, mirov beyxûde zirarê nedin van qebran.

Hêvîya me ew e ku bi lez û bez li herêmê d xebatên xelaskirinê bên destpêkirin. Di dema gera me ya gund de muxtarê gundê Heselmê, hinek agahî bi me re parve kir û got:

-Gundê me gundekî dîrokî ye. Di zemanê ‘Osmanîyan da nîvê gundê me fileh (Ermenî) bû. Musulman û filehan jîyana xwe bi sedsalan bi hev ra domandine. Li gund, dêr jî hebûye. Lê belê a niha wenda bûye, em cihê wê nizanin. Musulmanan û filehan heta Herba Cîhanê a Yekemîn jî jiyana xwe bi hev ra domandine. Lê belê di herba yekemîn da bi tevî çeteyên Urusan, ji bo herbekî navxweyî derkeve êrîşî Musulmanan kirine û li herêmê dest bi qatlîaman kirine. Musulmanên heremê jî, ji bo mudafaya xwe û malbata xwe, bi wan ra şer kirine. Piştî vî şerî Fermandarê Heremê Yuzbaşi Alî Barut fileh ji gund derxistine.

Nîşe: Yuzbaşi Alî Barut di qiyama Şêx Seîd de jî, Fermandarê Erxenî bûye, ji bo gelê Erxenî di imdada Şêx da neçin li Gavanê Kulava (12 km lirojhilatê Erxenî) top danîye û li  Erxenî û hinek gundên Erxenî gulle baran kiriye.