Fethûllah YalçinHelbestEv Çi Dewr e Îlahî!

Sal û zeman, şev û roj şahidin ji bo vê tarîxê.
Di piştî mêvanên se’âdetê gelek dewran derbas bûn.
Bi sedsala zeman ku dewr bûn li ser erd û axa me
Min ji ğeman dunyayek ava kir li ser axa vî welatî
Qerejdağ di sênga me de hê jî dişewite
Dişewite hênkayî, dihele aşîtî.
Hebûna me ji kitêbê bû, kitêb û ‘ilim biratî
Azadîw serxwe bûn bi kelamê qedîm ava bûn
Pirtûka reş, agirê zerdûşt me dixapînin.
Ji çirav û zaboqa azadîyê derbasî nabe
Belê ji azadîya heqîqî xeber tuneye
Ey kole û ğulamên esareta zulm û kufrê
Ji rezaleta we kûçik fedî dikin
Roj heye ku ruyê we ji sîla azadîyê biteqe
Jîyan di ça’lik û koncala de ‘asê bûye.

Li bin sûra Diyarbekir, li ber deryê camîya mezin,
Li ‘hewşa Endulusê rûniştim û ez girîyam
Bang û qêrîn e ji camîya Qudsê
Ji halê xwe re ez kûr fikirîm ya îlahî
Ev bar zêdeyî qaweta min e, ez dibinde qamet nakim.
Bar giran e li ser milan, taqet nakim.
Berya mecnûn ez dîn bûm, min hiş berda li ser Dîyarbekir.
Ji bajarkî bêtir kanîya ‘ilm û ‘irfan, ciw warê ‘urf û tarîx, mîrasa pêşîyan
Ez hêjî dîn û meczûb im, ne gihîştim leyla.
‘Eşq daîma li pişt derî ye, ev derî li rûyê min tim girtîye.
Di piştî Leyla ez brîndar bûm ji ‘halê vî bajarî digrîm dinalim ez bê halim.

Ev çi dewr e Îlahî rûhê min naqedîne
Dil ne Kelha Amed’e van derda bihebîne
Derd bûne kûra ğema her yek tên bi hezara
Derve ‘alem şewitand hundir min dihelîne

Ey xwedyê mohr û wehyê qeder lime nivîsîn
Ji kerba azadîyê kulîlkê me çilmisîn
Rûzemîn ‘eware ye çênabe sekn û hedan
Di heyûla xelasî de’wû doz tev xemişîn

De’wû dozên gemarî hemî kevn bûn rizîyan
Di çerxa felekê de li şerq û ğerb helîyan
Hebûna wan ne ji bo xelasîya însan in
Azadîya me însan ew mîrasa pêşîyan

Azadî, azadî, azadî
Dema însan di secda bendeê de hunda bû
Ew hunda bûn hebûnîye
Dema min bigre himêza xwe ew dem.
Lezzetê dunyewî têra min nakin
Cennet li ber nigê min rêz dibe ew dem
Nûrû rohnayîyê ku tu nebînî qebheta roj û hîvê tuneye.
Perdê rake ji ser çava tê bighê jî ronahîyê
Azadîw rohnayî nakevin nav xirbew kavila
Di ça’lik û koncala de jî ‘asê nabin.
Di dilê nûranîw sênga ‘ilmê de efsûn kirîye
Dûâw tekoşîna heq rêw û menzil in
Duâ wek ava pişt bende ye, hêdi hêdi zêde dibe.
Roj heye ku ew bend jiber wê xera bibe ew du’a ciyê xwe bigre
Mucadele û dû’â şoreş û leşkerê nebez û bê ketin.
Roj ew roj bû li hember Ebrehew leşkerê wî.
Leşkerê me tunebûnan teyrên ebabîl hebûn, dû’â hebûn ji dil û can.

Tarix pêşve çûnê qeyd dike, tarixa rêvegerê tuneye.
Min huzna xwe li bedena Diyarbekir di nav kevirê hûnandî veşartibû.
Agirek hat ji rojava,
Ji şewata agirê nîfaqê ji nav derza kevirê tarîx’ê huzn û matem diherike.
Bilûrvan kul û keder dirêjin newal û erxê welat.
Menzil drêj e, rê dûr e
Mjok û ximbilê ça’l û koncala xweyna me drêjin
Bi qanda îsraîl wehşî
Ez keçika me’sûm, diya min porê min şeh dikir
Xayîna di kavil û koncalan de ez fetisandim
Ez diber dilê dîya xwe de bûm bi delalî
Çetewarîyê wehşî di ça’lika de ez xeniqandim

Weka her dewrê di vê demê de jî karwan dimeşe.
ŞEHÎD, ŞEHÎD, ŞEHÎD.
Şehîda me jibîr nekir, me şehîda
Can Huseyn Ca’ferê delalî li ğurbet.
Te bi nav malbata xwe şehadet vexwar veşartîw nepenî
Çêlyên tarîw zulûmatê jî weka eslê xwe wehşî ne.
Xwedyê vê zihnîyetê mel’ûn in.
Tu ji boy menzilê av û nûrî xortê nûhatî.
Dilê me şewitî li ser te kezeb peritî.
Belê te me îhya kir di vê şeva tarî.
Carek din hat famê welat ne ev der tenêye.
Kurdistan, Turkistan, ‘Erabistan, ‘Ecemû Rom, cîyê azan tê xwendin herder welatê ‘ezîz e ey can.

Bi zimanê hal şehîd bersiva xwe dike gazî

Di nav gulistanê de sorgulek nazende me
Di eywana ‘eşqê de ez yarek bazende me
Geli dost û hevala ez şahidê de’wa heq
Di roja se’y û cehdê merdekî ferzende me

Yek caran ev dilêmin xweş bifirê dikeve
Bazikê min li deryê ‘eşqê sekin dikeve
Hesret û evîna dil  diqede  bi yekcarî
Rûhê min mest dibe ew dem bi şewq tê li heve

Demsala her dewranê ger bihare gul ez im
Di wexta zor û ğela zîlan û sumbul ez im
Çi roja dunya tarî ji bo mizgîna dila
Li asîmanê kerbê şalûr û bulbul ez im.

Zaboq: Çöplük

Kavil: Enkaz, harabe

Nepenî: Gizli, muamma