Gelê xwendevanên hêja! Her wekî ku hun jî dizanin, me di van du jimarên dawî de navbir da rêzenivîsa xwe ya bi navê Tew Dinyayê. Ji ber ku me giraniya wexta xwe dabû ser Teza xweya lisansa bilind û tîpguhêzîya Dîwana Mela me derfet nedî ku em li ser paşdîroka sitranan lêkolîn bikin. Ji lew em lêborîna xwe ji we dixwazin. Eger Allah Te‘ala destûr bide emê ji îro pê ve lêkolîna xwe ya li ser hinek sitranên ku bingeha wan li ser hinek bûyerên nêzdîrokê dagirti ye bidomînin.
Mijara me ya di vê beşe de Tarxan Begê Qelenyê ango bi leqeba xwe ya meşhur Mîrpenc e. Navê wîyê eslî Tahir Xan e. Lê gelê Kurd carî‘adeta xwe ya nebaş domandine û navê wî di bilêvkirinê de guherandine kirine Tarxan Beg. Ji lew emê jî di vê nivîsa xwe de li ser wî carî‘adetê nebaş bimeşin û di vê nivîsa xwe de bi giranî navê wî wek Tarxan Beg bikarbînin.
Berya Qelenî û Mako bav û bapîrên ‘Eşîra Heydera di navbeyna Farqîn û Rihayê de bi koçerî jiyana xwe domandine. Dema ku Serhildanên Celalî destpêkiriye ‘eşîra Heydera piştevanîya Celalîyan kiriye. Bi têkçûna serhildanê re Heyderî bi bal Serhedê ve hatine sirgûnkirin.
Bi te’bîra E’hmedê Xanî Dewleta ‘Usmanî gelek ‘Eşîrên Kurda piştî şerrê ‘Usmanî û Sefewîyan di sînorê İran û xwe de wek emnîyet subabî ango wek kilîda ser‘hedê bicîh kiriye. Ji ber ku ‘Eşîra Heyderan xwedî hêzeke berbiçav bûne di nav İran û Ûris û ‘Usmanîyan de bi ri‘hetî nehatine parvekirin. Uris xwestiye ku Heyderî bi wan re ‘hereket bikin, İranê xwestiye ku li pişta wan bin, ‘Usmanîyan jî gotine em hem mezhebdaş hem jî dindaş in. Dibê hun bi me re bin. Ûris gotiye werin Rewan û Tîflîsê, İranê gotiye li Mako bimînin, ev zozan besî we ye. Bi rastî derdê hersê aliya jî ne ‘heskirina Kurda bû. Hersê alîya jî dixwest ku di şerrê sînora de Kurda ji xwe re wek mertal îstî’mal bikin. En nihayet ji ber ku Ûris ne musluman in Kurd Ûris ji xwe re wek neyarek qedîm dibinin û mêla xwe didin ser İran û ‘Usmanîyan. Paşê jî ji ber ku giranîya Kurda sûnnî ne Kurd bi giranî bi ‘Usmanîyan re ‘hereket dikin. Hinek mal û malbatên Kurda jî li İranê li dorhêla Mako û Tewrêzê dimînin.
Bav û bapîrên Tarxan Begê jî malbatake ji wan malbata ye ku li Mako û Qelenyê bi cîh bûne. Ji ber ku zozanên Qelenyê têra wan nayê ‘Elî Xanê Heyderî ji bo ku li hêla Melazgirê bên hêwirandin daxwznameyek ji paşayê Wanê re dişine. Digel ku Osmanî destûr didin jî serokeşîrên ‘Eşîra ‘Hesenan naxwazin ku ‘ela Heyderan li Melazgirê bi cîh bibin. Lewra herêmê hem wek milkê xwe dihesibînin hem jî dibên têra me nake İcar Heyderî ji ku hatin. Ji lew Rizgan Axayê ‘Hesenî leşkerên xwe kom dike û jibo astengkirina Heyderan derdikeve qada şer. Di vî şerî de Midûrê Melzagirê Rizgan Axa ji teref ‘Huseyn Begê kalikê Tarxan Beg ve tê kuştin. Ev kuştin dibe sebebê şerrek dûvdirêj. ‘Eşîra Heyderî û ‘Hesenan gelek mêra ji hev dikujin. ‘Heta Ustad Bedî‘uz-zeman bi xwe jî di rîsala uxuwetê de şerrê ‘Hesenan û Heyderan wek mînak nişan dide. Dibê: ‘‘Digel ku di nav xwe de neyarbûn jî dema ji derva ve êrîş li yekî dihatkirin ê dî neyartîya navxweyî dida alîkî û dajot pişta wî.’’
Ennîhayet Malbata Tarxan Beg li Qelenyê dimînin. Tarxan Beg li Qelenyê tê dinyayê. Tarxan Begê Qelenyê bi neseba xwe ji beşek ‘Eşîra Heydera ye ku ji malbata wan re Mala Şero tê gotin. Navê bavê wî Heyder Xan e.
Dîroka welidandina Tarxan Beg bi awayek qet‘î ne diyar e. Em di derheqê jiyana wîya zaroktîyê de xwedî agahîyên berfireh nînin lê li gorî diroka buyerên ku Tarxan Beg tê de wek qeheremanek dixwîye em dikarin bêjin ku Tarxan Beg gelek sal berya 1829ê mîladî hatiye dinê. Lewra di vê tarîxê de li İranê hakimê Bajarê Mako Teymûr Xanê Qacarî ye. Ji ber ku Tarxan di şerrê İran û Ûris de serdestîyek berbiçav bi dest dixe Şahê İranê digel gelek xelatan leqeba Mirpenc jî li Tarxan Beg dike. Piştî vê serdestîyê Tarxan Beg li Mako û Qeleniyê wek ‘hakimekî serbixwe ‘hereket dike û serî bi xanedana Qaçarî re dikşîne. Ev jî dibe sebebê çavnebarî û dexesîya Teymûr Xanê Qaçarî. Teymûr Xan bi destûra şahê İranê bi Kurdên Celalî re tifaqek xurt çê dike û bi heft hezar leşekerên Celalî re li Qelenyê diçe ser Tarxan Beg. Tarxan Beg nikare xwe li ber wan ragre artêşa wî têk diçe. Teymûr Xan û hevkarên xwe gelek zirar û ziayanê didin ‘eşîra Tarxan Beg, bajarê wan wêran dikin, talana wan dibin û Tarxan Beg jî dîl digrin. Lê giregirê ‘Eşîra Heyderan vê meselê dikin mesela man û nemanê, dighên hev û diçin ser hêzên Teymûr Xan û Celalîyan. Tarxan Beg ji nav lepê wan derdixin û rizgar dikin. Dema ku Tarxan beg tê rizgarkirin tê li Qelenyê seroktîya ‘eşîra xwe didomîne. Di vê hengâme de serokê Xanedana Qaçar ‘Ebbas Mîrze jî li ser text e. Jiber ku Tarxan Beg zimantûj û şervan bû geleke cara bi ‘eşîrên der û dora xwe re şer kiriye. ‘Heta car cara bazirganê İran û ‘Usmanîyan jî şêlandîye.
Piştî ku Tarxan Beg ji nav lepê Qaçarîyan azad dibe tê li Qelenyê selteneta xwe di kemilîne û ji bo su‘hbet û şêwr û mişêwrê dîwanek mezin dadimezrîne. Jibo xweşbêşîya dîwanê jî gelek dengbêja îstîxdam dike. Di dîwana Tarxan Beg de serekê dengbêja Şêx Silê ye. Şêx Silê li Qelenyê dengbêjek navdar e. Di wê heyamê de jî Surmelî Memed Paşa li Bazidê ‘hukumferma ye. Dîwana wî jî damezrandî ye. Di dîwana wî de serekê dengbêja, homerosê Kurda dengbêjê bi nav û deng ‘Evdalê Zeynikê ye.
Evdalê Zeynikê wisa bi nav û deng e ku olama nav û dengê wî gîhaye Qelenyê. Ji lew gelek dengbêjên Qelenyê dixwazin ku hem ‘Evdal bibînin hem jî dengbêjîya wî bi ceribînin. Rojek ji roja ji hêla Ser‘hedê dengbêjek dibhîze ku navû dengê ‘Evdal li Qelenyê buye benîştê ser zarê herkesi û herkes dixwaze ku ‘Evdal bibine. Ji lew radibe xwe dike dilqê ‘Evdal û diçe Qelenyê dibê: ‘Evdalê Zeynê ez im. Wexta ku ev xeber li Qelenyê belav dibe, Tarxan Beg wî vedixwîne seraya xwe da ku bi dengbêjên wî re bikeve lecê. Lê dengbêjê dilqe‘evdal di destpêkê de mat dibe û têk diçe. Ev jî dibe sebebê ‘henek û laqirdiya. Li ser vê bûyerê Tarxan Beg ji Surmelî Memed paşa re xeberê dişine dibê: “Ma dengbêjê teyê navdar û ‘Evdalê meşhur ev lewazok bû ku di du sê kilama de teslîmî dengbêjê min bû. Ji kerema xwe were Qelenyê şad û şûdê dengbêja bibine.” Wexta ev xeber dighê Surmelî Memed paşa Surmelî Memed paşa ‘Evdal vedixwîne seraya xwe û jê dipirse:
-Gelo tu çima bê xebera min çû Qelenyê? Te hem min û hem xwe rezil kir. Madem tu bi xwe ewle nebû tu çima çû seraya Tarxan Beg? Lazim e tu vê geremola xwe paqij kî. ‘Evdal sond dixwe ku neçûye Qelenyê. Lê îcar destûra çûna Qelenyê ji Surmelî Memed paşa dixwaze. Çend şahidên ku Surmelî Memed paşa ji wan ewledar e digre û diçe Qelenyê. Ji gelê herêmê cîyê seraya Tarxan Beg hîn dike û diçe bal wî. Surmelî Memed paşa jî nameyek dinvîse û bi şahida re ji Tarxan Beg re dişine. Dibê: “Dengbêjê minê rast ev e. Yê ku berê hatiye ne ‘Evdal bû belkî yekî dî bû ku xwe kir dilqê ‘Evdal. Hodrî meydan. Tu bê minnetî kîjan dengbêjê xwe derdixî pêş ‘Evdal derxe.”
Wexta name û ‘Evdal dighên Tarxan Beg, Tarxan Beg dîwana xwe kom dike û dengbêjê xwe dicivîne. İdî dor dora dengbêja ye. Di dîwanê de denbbêjê Tarxan Beg Şêx Silê û ‘Evdal ‘heft şev û heft roja dikevin qirika hev û lec dikin. Roja hefta gewrîya Şêx Silê diwerime û Şêx Silê bi van peyva serdestîya ‘Evdal û Sûrmelî Memed paşa qebûl dike.
Lo lo ‘Evdal lo lawo! Sibe bû ca bêje bêje bejna min ne kine ne dirêje
Lê bejna ‘Evdalê Zeynikê fenanî tayek ji tayê rihana
Li devê geliyan û newalan mesîla şax davêje
Malmîrato hela ji wê derê rabe were qasekî li kêleka min rûnê
Ji derd û kulê min û xwe ra têr bibêje
Bira wer ‘ad û wer exte be
Li ber destê te w Tarxan Begê tevê cima‘etê w komê mêvana
Hetanî navê te li dinyayê hebe êdî Şêx Silê Nabê ez dengbê je
Li ser vê teslîmbûna Şêx Silê Tarxan Beg radibe gelek xelatên giranbiha dide ‘Evadl û wek bersîv nameyek bi ‘Evdal re ji Surmelî memed paşa re re dişine. Tarxan Beg di vê namê de hem pesnê ‘Evdal dide hem serdestîya wî qebûl dike hem jî Surmelî Memet Paşa pîroz dike.
Dema em li arşîvên ‘Usmanîyan mêze dikin em dibînin ku di sala 1893ê miladî de ji ber mesela keçrevandinekî di nabeyna Tarxan Beg û Heyderîyên Tirkiyê de nexweşînek derketiye. Şêwirmendê ‘Usmanîyan Muşîr Şakir paşa ji bo çareserîya vê nexweşînê gelek xebitiye. Dîsa di arşîva ‘Usmanîyan de li ser Kuştina Tarxan Beg qeydek heye.
Lê dema ku em bi dûrbînek hûrgulî li sitranê dengbêja mêze dikin em dibînin ku di nabeyna Tarxan Beg û ‘Huseyn Begê Takorî[1] de gelek cara şer qewimiye. Neyartîyek wanê Qedîm hebûye. Ji lew herdû alîya gelek cara êriş birine ser hev malê hevdû talan kirine. Lewra di gel ku İslamê ev karê nebaş qedexe kiribû jî di wê demê de talan û şêlandina aşîkar wek nîşanê mêrxasîyê dihat qebûlkirin.
Tarxan Begê Qelenyê di sala 1906ê miladî de êrişek bir ser ‘Eşîra ‘Huseyn Begê Takorî lê di vî şerî de kurê wî hat kuştin. Ev kuştin bû kederek mezin û ket dilê Tarxan Beg. Tarxan Beg piştî çend rojên dî se‘h kir ku kurê ‘Huseyn Begê Takorî miriye û Êla Takorîyan bi şînê ve meş‘xûl in, furseta ku Tarxan Beg lê dikudand hatibû ber derî. Lewma Tarxan Beg êrîşek gumra‘h bir ser Huseyn Beg û êla Takorîya. ‘Huseyn Begê Takorî bi mela û rûsipiyan re Qur‘an şand pêşiya Tahir Xan. Rica û dexalet kir ku Tarxan Beg dev ji êrîşê berde. Lê Tarxan Beg sond xwaribû ku wê hem ‘Husyn Beg bikuje, hem talana wi bibe, hem jî pîreka wî bavê terkîya hespa xwe ya bi navê Gogerçîn û hespa xwe bibe li ser Mêrga Melxîna li ba nalbenda nal bike û here. Huseyn beg nihêrî ku niyeta tarxan Beg xerab e rabû ‘ela xwe civand û derket qada şer. Lê dîsa dilê wî nedixwest îcar wî bi xwe ji Tarxan Beg re got:
-“Tahir xan! Ez bi gorî te bim. Ez xwe davêm bextê te. Rabe dev ji vî karê nebaş berde. Bacê dixwazî bac bidim te. Xwînê dixwazî ez bihayê xwîna te bidim. Tu bi qedrê Qur‘anê kî dev ji vê xerabîyê berde. Hem êla me hem êla we perişan bû.” Lê Tarxan carkî sond xwaribû û ji sonda xwe venedigerî. En nihayet şer derket. Xulamê ‘Huseyn Begê Takorî derbek berî bedena Tarxan Beg da ew û sê giregirên wî kuşt. Piştî kuştina Tahir Xan leşkerên wî cenazî wî hiştin û revîn. Huseyn Beg rabû cenazê wî anî şûşt, kefen kir, limêja wî kir û da ser pişta Gogerçîn, bir Mêrga Melxîna, li cem nalbenda hespê wî nalkir û ji Êla Tarxan Beg re xeber şand da ku bên cenazê xwe bibin.[2] Êla Tarxan Begê tên cinazê wî dibin û diçin.
Ev bûyer di nav Heyderî Takorîyan de bû sebebê kîn û hesûdiyek dûvdirêj. Heta gelek sal piştî vê bûyerê pismamê Tarxan Beg Kor Huseyn Paşa jî li pêy tola Tarxan Beg geriya lê bi ser neket.
Gelî xwendavanê hêja! Bi rastî mewzûbe‘hs dûvdirêj e. Meriv dikare di vî warî de kitêbek taybet binvîs e. Lê ji ber ku sînorê nivîsa me mehdûde em di vî warî de ji devê dengbêja tenê van hersê sitrana teqdîmê we dikin. Di her sitranekî de be‘hsa bûyerek muhîm tê kirin ku di jiyana Tarxan Beg de wek muhrek guherînê cîhê xwe girtine. Sitrana yekemîn Kilama Şerrê Tarxan Beg û Teymûr Xanê Qaçarî. A duduya leca ‘Evadl û Şêx Silê ye ku bûyer di seraya Tarxan Beg de pêk hatîye. A sisiya jî kilama Şerrê Tarxan Beg û Huseyn Begê Takorî ye ku Tarxan Beg di vî şerî de hatiye kuştin û dinya xwe guherandî ye. De kerem kin em bi hev re guh bidin degbêjên xwe.
KILAMA ŞERÊ TARXAN BEG Û ŞAHÊ ‘ECEM
Wayê waa… x
De lo lo de lo lo de lo ….
Ax de lo de lo lo ….
De lo lo de lo rabin lêxin ez birîndar im bira
Wayê wayê
Lê lê dayê rebbenê sibe ye
Şerekî li me qewimiye li qeleniyê
Ji kula dilê min re surekî çiqasî sar e
Xwedayo tu xirav bikî qalekî li me qewimî
Li xopana qelenyê bê bi dar e
Nigara li deste bavê Zezê kekê Cemîlê Şîraz e
Welatê jê re ezan nema ye beje gelo serkêşa li serî karîbar e
Mi dî ji siva xwedê da çivîkê li ber derê bavê Zezê kekê cemîlê zar e zar e
Cemîlê bi sê denga dikere gazî go:
Lê lê Zezê rebenê! Here bêje Tarxan begê
Bê bav were ji bo çivîka ruxê pê ra we rayê
Eskerê Şahê Ecem giran e
Eskerê te hindike yeqîn li dinyayê pê nikar e
Uy waaax ayê
Lo lo keko
Belkî Rebbê ‘alemê li dewrana dinyalikê
Ji kesî re xirav neyne gelek zor û zehmet e
Têrpaşa li pêşiyê di deste Tarxan begê da
Selam da li meydanê
Bi Zezo da zare zare lo lo lo
Ê lo lo lo… Hû lo lo hû lo lo…
Ax bê de lo lo de lo lo…
De rabin lêxin ez birîndarim bira
Wayê wayê waaa..x û waa…x
Lê dayêê…
Rebenê sibe ye şerekî li me qewimîye li qelenyê
Ji kula dilê min ra bêje gelo li sêgira
Xwedawo tu xirav bikî qalekî li me çêbû li xopana Qelenyê
Bêje gelo li sê gira
Tivinga Tarxanê bira ji êvara Xwedê de li ser çokê
Diçirise fenanî çira
Tarxan begê bi sê denga dikire gazî go:
Lo lo Ehmeda bira uyîîî
Lo lo keko tu çê be çê lêxîne
Mer be mer bi sekine
Perê Konanî jêr bernede
Şerrê do êvarê şerrê xelkê bû
Yeqîn bikî ji siva xwedê da
Şerrê vî gawirî hatiye ser mile me herdû bira
Lo lo lo… oy
Ax lo lo lo lo …. hû lo lo…..
Wayê wayê waa….x
Ax bê de lo lo lo de lo lo …..
De rabe lêxe bavê min kela mêra ne
Ûyî ûyî waax û wax
Zezê dikire gazî go
Lê lê Cemîlê rebenê bêje gelo bavê min kela mêra ne
Tarxan beg rabû ranebû ji hefta saliya xwe da fedekarê ber Kurda ne
Ez ji te ra sond bixwim bi sonda Quranê
Tirsa kekê min tune ji eskerê şahê ‘Ecem
Ez çi bikim sibê ra qir bikevê
bi pêşiya me kete koma celalya ne Lo lo lo
Ê lo lo lo …Hû lo lo hû lo lo…
Ax bê de lo lo de lo lo….
De rabe lêxe Mîrpenço bira bira
Wayê wayê waaa..x û waa…x
KILAMA ‘EVDAL Û ŞÊX SILÊ
Were lo yemaaa… n
‘Evdal dikire gazî go lo lo Şêx Silê lo lawo sibe bû
Dîdem e ji kula dilê min û te ra xweş Dîdem e
Le sîngê min kirtûka dengbêja zarê min qelem e
Ez geriyam li gobeka dinyalikê
Min dengbêj bi ser xwe ra nedîtin
Min nav û dengê te bihîstibû li İranê li Qelenyê li topra‘xa ‘Ecem e
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
Şêx Silê dikire gazî go lo lo ‘Evdal lo lawo
Ca bêje gelo ez ku heme Şêx Silê me
Ez gula govendê me çokdarê dîwana bavê Cemîlê me
Ez dengbêjê Tarxan Begê me
Donzde salê min temam bûn lo lawo li Qelenyê me
Ez ku heme li ‘erasa meydanê tim cara qîle pêş çavê dengbêjê xelkê me
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
Şêx Silê dikire gazî go lo lo ‘Evdal! Lo lawo sibe bû
Dilê min bûye pirenga serê ‘heft newal û donzde mesîla
Ezê rabim tê re derbas bikim cotek karê kar’xezala
Bira Tarxan Beg tevî komê mêvana şahidê orta min û tebin
Ez sibê vî çaxî ‘Evdalê Zeynikê bi ser Topraxqelê de rast dikim
Serqot pêxwas û piştevala
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
‘Evdal dikire gazî go lo lo Şêx Silê lo lawo! Sibe bû dîsa ca bê je
Gelo şa’irî newisa ye devê xwe top bike eva dîwana maqûla ye
Meriv bi qedîne sefa ye meriv neqedîne paşê li serê meriva bela ye
Herçî kesê di meclîsa de rûnê med‘hê xwe bide daîma rûreş e barê wî ka ye
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
Şêx Silê dikire gazî go lo lo ‘Evdal lo lawo! Sibe ye bira İran bi şewite
Tu ji destê min xelas nabe nizanim ciyê xwe çê ke li asîmanê hefta
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
‘Evdal dikire gazî go
Lo lo Şêx Silê lo lawo! Sibeye min dî dîsa lafê te li dîwanê gure gure
Le çerxa felekê rast tê cara lê dixîne çep dizvire
Şêx Silê bi dengbêjî ‘Evdal bi Xwedayê xwe difire
Le sibê vî çaxî mêze bike ‘Evdalê Zeynikê rizqê çolix û çocu‘xê te li İranê bibire
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
Şêx Silê dikire gazî go
Lo lo ‘Evdal lo lawo! Ca bêje gelo dîsa vê sibengê li minê ha li minê
Tu ji kavilya Turkiyayê ji Toprxaqelê
Bi rê ketî hatîbû İranê Qelenyê ser Şêx Silê mala mirinê
Bira Tarxan Beg û tevî komê mêvana w cima‘etê şahidê orta min û te bin
Eger bi sibê re ji me herduya kîjanî kîjan hal kir
Emê qewlekî deynin li ser poz û guhjêkirinê
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
‘Evdal dikire gazî go lo lo Şêx Silê lo lawo! Sibe ye
Ca beje gelo sura sibê bîna bayê İranê tê lê dixe li kavilya Qelenyê gure gure
Herçî kesê ji vê soza xwe poşman be bira ji dînê xwe bizvire
Bira Tarxan Beg û tevî komê mêvana w cima‘etê şahidê orta min û te bin
İro bi sibê re ji me herduya kîjanî kîjan hal kir
Bira tarxan Beg ji me herduya poz û guhê yekî jêke xwîna yekî bikire
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
Şêx Silê dikire gazî go
Lo lo ‘Evda lo lawo! Sibe bû ca beje gelo bejna min ne kine ne dirêje
Le bejna ‘Evdalê Zeynikê fenanî tayek ji tayê rihana
Li devê geliyan û newalan mesîla şax davêje
Malmîrato hela ji wê derê rabe were qasekî li kêleka min rûnê
Ji derd û kulê min û xwe ra têr bibêje
Bira wer ad û wer exte be
Li ber destê te û Tarxan Begê tevê cima‘etê w komê mêvana
Hetanî navê te li dinyayê hebe êdî Şêx Silê Nabê ez dengbê je
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
Were lo yemaaa… n
‘Evdal dikire gazî go
Lo lo Şêx Silê lo lawo! Sibe bû bira li me nehatiya sura sibê bîna bayê Qeleniyê
Malmîrato! Min ji te ra nego germ e ji xwe ra li İranê bike dengbêjiyê
Tu dengbêjî lawo nizanî bi sira şairiyê
Ez nizanim ustadê te kî ye ustadê min Şêxê Nêrî ye
Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman
KILAMA ŞERÊ TARXAN Û ‘HUSEYN BEGÊ TAKORİ
Bê de lo lo lo lo ….. lo bira
Le Zezê dikire gazî digo Cemîlê porkirkurê dêranê
Xwedê xera bike ji kula dilê min û te ra Zozanê Eleganê zozanekî sar e
Cixara destê deste bavê min porkurê kîraz e taxima li serî karîbar e
De rabe em herin, ez bejim bavo tu beje kekê
Ez bi qurban vê sibengê derê xwe mor neke neçe ser ‘Huseyn Begê Takorî
Bîna bayê fexrê bi ber pozê te ketiye
Rebbê ‘alemê rebbek mezine fexrê qebûl nake
Wê ji esmanê jorîn agir bi eskerê te de bibare
‘Erf û ‘adetê dinê ye
Bihêle bira ‘Huseyn Beg cinazê xwe ji erde hilîne
Çend roja bi dilê xwe şîna xwe bi gerîne
Malmîrato tu Qur’anê qebûl nakî
Wê ji ‘esmanê hefta agir bi te de bibare de lo lo ax de lo lo wayê waa…x
Ha hî wayê wayê waa….x
Bê de lo lo o … ez neminim nemayê
Mi dî sibeye ‘Huseyn Begê Takorî rabû
Bi sê denga dikire gazî go
Tahir Xan Bira Qur’an di nav min û te da be
Tu bi Xwedê kî Xwedê dihebînî
Ji min bigere dev ji xerabîyê berde
Rabe bi dizgîna Gogerçîn bigre vegere
Dema ‘Husyn Begê takorî vê gotinê dibe di zikrine
Tarxan Beg qamçiyê li ser qamçî li Gogerçîn dixîne
Bîna bayê fexrê li ber poza diçe tê
Xwe ji bo şer di şidînê
Le rebbê ‘alemê pê re nabe serî nadomîne
Sê Cinazê Mala Şero li ‘erasa meydanê bê xweyî dimîne
Ax de lo lo nemim nemayê neminim li dunyayê
Ha hî wayê wayê waa….x
Bê de lo lo lo lo ….. lo bira
Cemîlê go, Zezê rebenê porkurê dêranê
De rabe here Mîrata Qelenyê
Bi şewite ji berê de war û meskenê mêr û mêrxasa ye
De tu bala xwe bide li Tarxan Begê simbêl qeytan
Digerîya li bê xwediya Qelenyê
Forsê bavê min fenanî forsê şahê ‘ecem bûn
Lê lê daye dêranê ez çi bikim bîna bayê fexrê bi ber pozê bavê min ket
Cinazê bavê min maye li deştê bê xwedî û bê xweda ne
De lo lo neminim neminim li dinyayê
Ha hî wayê wayê waa….x
Bê de lo lo lo lo… lo axawo
Axawo bihare dilê min çivîka li ser benda
Bêxwediyê Gogerçîn par vê çaxa
Di bin bavê Zezê de dibezî li ser zenda
Le îro cinazê Tahir xan dane ser piştê
Demeşînin Deşta Melxîna dibin ser nal û nalbenda
Bê de lo lo de lo lo de lo lo
Xelqê winda kiriye teke û tûke gede û sûtalên di dinayê
Min ‘Evdala Xwedê winda kiriye xanê mîrpenç
Tirsa dilê şahê ‘Ecem Tahir Xanê xwe li dinayê
Ax de lo lo de lo
Bê de lo lo lo lo… lo axawo
Cemilê dikir gazî digo Zezê porkurê dêranê
Zozanê Mala Şero zozanê eleganê
Par van çaxa zozanekî şên bu
Lê diçêrîn keriyê berx û miya
Gogerçîn bi çargavê dimeşî li ser mêrg û kanîya
Taxima ci‘xara deste bavê Zezê di çirişi fenanî yaq’utek ji yaqûtê li qelenyê
Ez çi bikim îro çerxa felekê ters vegerî çira bavê min temirî
Qanz û qulinga hêlîna xwe çêkiriye li mexelê Êla Tarxan Begê
Tu dêna xwe bide dîzgîna Gogerçîn ketiye destê Huseyn begê Takorî
Dimeşîne bi ser sera mexîna ve hespê nal dike li ba nalbenda
Ax de lo lo de lo neminim nemayê neminim li dinyayê
Gelî xwendevanên hêja! Bi vî hawî beşa 18.ê rêzenivîsa me a li ser hinek sitranên nêzdîroka me jî bi dawî bû. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşîyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah
[1] ‘Eşîra takorî jî wek ‘Eşîra Heyderî li hêla İrana bîlxase li dorhêla deşta Melxîna dijîn.
[2] Di meqalekî nivîskarê Êzidî eskerê Boyik de mealen agahîyek wihareng heye ku Cangir Axa Tahir xan kuştiye. Lê me ev agahî piştrast nekir. Pisporê Folklora Kurmacî ‘Ehmed Aras jî bi wesîla telefonê ji me re got ku tu ‘eleqekî Cangir Axa û kuştina Tahir Xan nîne. Lê dîsa jî emê vê agahîyê wek jêrenot bi we re parve bikin. Mealen agahîya Eskerê Boyik wihareng e: Dema ku Tarxan Beg malê Takoriya şêland û talana ‘Huseyn Beg bir, merivên Huseyn Begê Takorî hewara xwe bi ser Cangir A‘xayê ‘Ezîdîyê serekê ‘eşîra Zuqurî de birin. Lewra Cangir axa hem mêrxas, hem xîretkêş hem qedirşinas bû hem jî gelek çekdarên wî hebûn. Wexta hewar gihîşt Cangir Axa, Cangir A‘xa xwe avêt bextê Tarxan Begê da ku Tarxan Beg talana Takorîyan bi ser wî re nebe. Cangir axa ji Tarxan Beg dexalet kir û got:
-Tarxan Beg! Tu merivek heyf î. Were dev ji vê nebaşîyê berde. Talana Takorîyan vegerîne û bi selametî bi ser me re derbas bibe here. Wexta ku ev gotin ji devê Cangir axa derdikevin Tarxan Beg bi Quretî dibe:
-Hey Cengoyê lawê Xetîb! Ez bi sere Şêx Adîyê te kim piştî Takorîyan dora te ye. Hê gotin di deve Tarxan Beg de ye Cangir axa qalikê serê Tarxan beg bi gulê re hiltîne. Leşkerên Cangir A‘xayê Zuqurî gelek kesan ji ‘eşîra Tarxan Begê dikujin. Leşkerên Tarxan Beg yên mayî piştî kuştina Tarxan beg di bin zikê hespa de bi mexlûbî, cinazê Tarxan Beg dihêlin direvin û diçin.