Xudayê Heq bibarîne
Li te tim rehmetê Dayê!
Bi Lûtfa xwe biğefrîne
Te bêxe Cennetê Dayê!

Tevên Pêxember û qencan
Ji te re bêxe Mehdervan
Nebînî îdî qet derdan
Di warê axretê Dayê!

Te jî barkir ji vê dunyê
Ji warê te’de û nefyê
Ti çuyî menzela heqyê
Diyarê wesletê Daye!

Liser çûn û wefata te
Dilê min jar û berbate
Nizanim kengê têm bate
Jiwarê firqetê Dayê!

Te ez hiştim yetîm û jar
Di zindana de bê pirsyar
ji dûayên te mam bê par
Di warê ğurbetê Dayê!

Te ez hiştim di nav jana
Di pişt heft deryê zîndana
Ezê çawa bikim ana
Di nav vê hesretê Daye!

Di ber de’wa Xwedayê Heq
Selaha dîn û war û xelq
Te pir dît te’de û teqreq
Nimûna ğîretê Daye!

Di Cîhad û tekoşîna
Li ber murtedd û xayîna
Te Xwe da alê mumîna
Bi sed sedaqetê Dayê!

Bi sed hawî fedakarî
Tekir te dît gelek jarî
Diber HÎZBA XWEDA Barî
Bi sebr û muhbetê Daye!

Te ûmrê xwe di hicrana
Riya mehkem û zindana
Li ber deryê hepisxana
Qedand bi ezyetê Dayê!

Bi exlaq wek melek bûyî
Bi ‘eql û fêm û derk bûyî
Bi her hawê xwe pak bûyî
Numûna fitretê Dayê!

Ji mere wek sitûn bûyî
Dilovan û henûn bûyî
Gelek nerm û zenûn bûyî
Numûna şefqetê Dayê!

Bi şerm û dilşewata xwe
Bi sebr û hem sebata xwe
Bi her hawê heyata xwe
Numûna ûswetê Dayê!

Di piştî te de dilzîzim
Ji vê dunyayê bê bîzim
Dema navê te dibhîzim
Ji çavan şape tê Dayê!

Di pêy te dil birîndarim
Yetîm û sêwîyû jarim
Ğerîbim bê ciyû warim
Nema Sebra min tê Dayê!

Hezînim ez bişînim ez
Li ser çûna te dînim ez
Ji nav û dil birînim ez
‘Ezîza ûmmetê Dayê!

Ne ez tenê yetîm mamah
Gelek dilzarê HÎZBULLAH
Dikin li ser te ah û wah
Numûna şefqetê Dayê!

Xwedayê Xaliqê Rehman
Bi barîne weke baran
Li ser te rehmetê her an
Di qebr û Cennetê Dayê!