BijarteCewdet Karaman‘Eqîbeta Dewlemendê Nankor

Gelî xorta! Pêy‘xemberê me car caran bi wesîla serpêhatîyên qewmên berya xwe nesîhet li es‘habê xwe kiriye. Ev çîrokên han bi wesîla rîwayetên ji ‘hedîsên wî gihane me.  Ev çîroka han jî di bin sîya wan ‘hedîsan de hatîye nivîsandin. Me hêvî ew e ku hunê jê fêdedar bin. 

Li gorî beyana ‘hedîsa dibên li ser rûkê zemîn însanek rengbelekê deqdeqok hebû. Xusûsîyeta wî ya herî balkêş feqîrî û hêsîrîya wî bû. Tu kesî paxa xwe pê nedikir. Wisa dixwîya ku riya dewlemendî û rûmetkarîyê jî li ber wî girtî bû.

Xwedê Te‘ala rojek ji roja xwest ku wî belengazî di warê mu‘hebbet û îta‘atkarîya emr û nehyên xwe de bi ceribîne bê ka çiqas ji wî ‘hes dike û rî‘ayeta emr û nehyên wî dike. Ji lew Xwedê Te‘ala di hengama ceribandinê de ‘hemû daxwazên wî di ‘eynî gavê de pêk anî. Bi vî hawayî xwest ku wî û qisseta wî ji însanîyetê re bike ‘ibret. Ji lew melaîketek xwe di dilqê însanek de ji wî re şand.

Melaîket di dilqê însanek biyanî de çû rex wî. Ji lew wî  ew nasnekir. Melaîketê xweda xwe nêzî wî kir, silav lê da û jê re got:

-“Mer‘heba ey mirovê belengaz feqîrê tek û tene.” Wî mirovî silava wî vegirt û got:

-“Mer‘heba ey mirovê biyanî. Tu bi xêr û silamet hatî. Cîhê te li ser ser û çava de keremke rûnê.” Mirovê biyanî:

– “Gelo tiştê ku te li vir bi vî hawayî tek û tenê û bi ponijîn daye rûniştin çi ye.” Mirovê rengbelek:

-“Dilê însanan li min germ nabe. Ji ber ku ez rengbelek im  ‘herkes ‘henekê xwe bi min dike. Ez bûme benîştê devê xelkê.” Mirovê biyanî:

-“‘Xem nexwe. Ev ‘hal jî dê bibore. Ka bêje min, gelo di ‘heyatê de daxwaza te ya herî pir çi ye?” Mirovê rengbelekê deqdeqok axînek ji dil kişan û bi ‘hesret got:

-“Reng û tenek baş da ku însan îdî ji vê rewşa min  ‘aciz nebin û ‘henekê xwe bi min nekin. Daxwza min a herî pir her ev e. Lê sed ‘heyf û mixabin ez jî baş dizanim ku pêkanîna vê daxwaza min hew mimkûn e.” Mirovê biyanî got:

-“Ez dikarim di vî warî de alîkarîya te bikim. Ezê nuha ji Rebbê xwe daxwaza başbûna te bikim. De ka destê xwe raberî min ke.”

Rengbelekê feqîr‘hal destê xwe raberî wî kir. Mirovê biyanî bi nav û destûra Xweda destê xwe li ser bejna wî gerand. Hema di ‘eynî wextê de bi destûra Xwedê Te‘la rengê wî guherî û sipehîtîyek balkêş lê peyda bû. Dema ku rengê wî guherî pir kêfa wî hat. Çû ber neynikê li xwe mêze kir. Wî bi xwe jî xwe nas nedikir. Wek dîna vir de wê de çû û hat. Bi çavên muteşekkîr li mirovê biyanî mêze dikir. Mirovê biyanî jî qet reng nedida. Her wekî ku ev ‘halê han wek meseleyek ‘elel’ade bû. Piştî ku rewşa wî lê rûnişt. Kela dilê wî sar bû mirovê biyanî got:

-“Ka bê je min! Gelo daxwaza te ya duyemîn çi ye?” İdî kêf kêfa wî bû. Qet ne fikirî û got:

-“Deve. Ez ji deveyan pir hes dikim. Daxwaza mina duyemîn ew e ku ez bibim xwedî deveyekî.” Hê gotin di devê wî de bû deveyek li wir peyda bû.  Mirovê biyanî got:

-“Xwedê Te‘ala vê devê ji te re bi xêr û bereket ke.” Mirov li devê mêze kir. Deve hem deveyek sipehî hem jî  avis bû. Çavê merik li devê bû û ê devê li çêrê bû.

Paşê mirovê rengbelekê feqîr’hal fikirî. Gelo ma nebe ku ev xeyal be. Lê na heqîqetek aşîkar dixwîya. Hem deve li ber çavê wî bû, hem neynik, hem jî rengê bedana wî ya nû. Paşê fikirî; gelo ma nedibû ku ev xwen be. Lê xewn bi hişyarî nayên dîtin. Na! Çavgirtin rojê venaşêr e dinya bi tenê xwedîyê xwe tarî dike. Heqîqet li ber çava bû. Ev mirovê biyanî çi mirovek camêr bû. Wicûdek delal, deveyek sipehî.

Wer dixwîya  ku ev mirov wê hêj gelek tiştên baş bide wî. Carna jî qena‘ta wî rûnedinişt di dilê xwe de digot:

-“Gelo ma ne mimkûne ku ev mirov sêrbaz be.” Her ku dît mirovê biyanî xatir xwest. Ji wir winda bû û çû….

Sal û zeman borîn, dem û dewran çûn. Rewşa dinyayê qulibî. İdî deveyên mirovê rengbelek li deştû zozana diçêrîyan. Jimara deveyan wisa zede bûbû ku mexelê wan li newalekî danîna newal têra wan nedihat. Bi borîna dem û dewranê re renbelekê deqdeqok bûbû dewlemendek ji dewlemendê herêma xwe. Rojek ji roja xwedê Te’ala xwest ku îcar wî bi dewlemendîyê biceribîne. Lewra hem sihetek baş jê re kiribû nesîb, hem jî malek wilo dabûyê ku dewlemendîya wî di xeyalê wî de derbas nedibû.

Zarokno! Dinya warê îmtîhanê ye. İnsan bi her ‘halê xwe li ber îmtîhanê ye. Lê çawa ku hun jî dizanin îmtîhana dewlemendîyê gelek zor û dijwar e. Lewra malê dine, koşk û meqam besîreta mirov girêdide û mirov dixirîne. De werin îcar em guh bidin aqîbeta dewlemendê nû û rengbelekê belengaz ê berê. Vêga kêfa dewlemendê me di cîh de ye. İdî bêhna pozê wî aşê noka digerîne. Nuha gelek xulam û şivanê wî hene. Ji lew îmtî‘hana wî ya nû jî li gor rewşa wîya nû pêk hat. Xwedê Te‘ala dîsa melaîketê xwe şand rex wî lê bi rewşekî din.

Milyaketê Xwedê Te‘ala îcar di dilqê mirovek rengbelekê belengazê biyanî de hat bal dewlemendê nû da ku ‘halê wî yê kevn bi bîra wî bîne. Melaîketê Xweda serê xwe di ber xwe de xwar kir. Xwe wek feqîr‘halek rengbelek nîşanî wî da û jê re got:

-“Ez mirovek feqîr‘hal û rêwîyê riya dûr im. Riya min gelek dûr e. Ez ‘xerîb û nenasê vê ‘ebrê me. Li vir hîç nêzmerivek min nîne ku ez alîkarîyê jê bixwazim. Ez ketime bextê te tu min mehrûm nehêlî. Ji bo xatirê wî Xwedayê ku ev rengê xweş û tena baş û colê van deveyan daye te tu devekî bidî min. Da ku ez rêwîtîya xwe bi selamet temam kim. Naxwe ez dê di vê riya dûr û dirêj de perîşan bibim.”

Ev gotinên han hîç li xweşa mirovê dewlemend neçûn. Ji lew madê xwe xerab kir. Te digo qey rêwîyê feqîr‘hal di dewsa devekî de rûhê wî jê dixwaze. Bi rûtirşî ji rêwîyê feqîr‘hal re got:

-“Gelek muhtaç û feqîrê min hene. Ez nikarim pêdivîyên wan pêk bînim. Tu jî bûyî barê ser bara. Li qusûrê min mêze neke. Ez tu tiştekî nadim te. Rabe û li riya xwe here.” Mirovê feqîr ‘hal:

-“Tu pir ‘xerîb xwîya nakî. Gelo ma tu ne ew kesê rengbelekê feqîrî ku wextek xelkê ‘henekê xwe bi te dikir. Xwedê Te‘ala li te hat rehmê. Rengê te guherand. Mal û si‘het tev da te.”

-Na! Ev derewe. Ez ji diya xwe welidîm ne welîdîm rengê min wihareng, denge min wihadeng e. Ev mal û milk jî malê bavê min e. Ji wan wek mirasê ji min re maye. Mala me ji mêj ve malbatek dewlemend e.” Rêwîyê feqîr ‘hal got:

-Eger tu derewkarî, Xwedê Te‘ala te vegerîne ser rewşa berê. Na eger tu rastgoyî mal û milkê te li te pîroz û bimbarek be. Li ser vê du‘aya rêwîyê feqîr‘hal Xwedê Te‘ala rewşa wî mirovî wergerand ser kewna berê. Rengê wî guherand, malê wî qir kir. Ev mexrûrê pozbilind li dinyayê rûreş bû li axretê bextereş.

Gelî xorta! Çîroka me çû diyara, rehme li dê w bavê guhdara, ‘xeyr ji cendirme û zalim û nankor û te‘hsîldara.

 

FERHENGOK

Serpêhatî: Kıssa, hikâye

Renbgelekê deqdeqok: Alacatenlî

Dilq: Kiyafet

Biyanî: Yabancı, bilinmeyen

Neynik: Ayna

Pax: Ehemmîyet, qedr û qîmet

Avis: Gebe, hamile

‘Ebr: Yöre

 

PonijînDerin düşünmek