BijarteDi Perwerdehîyê de Derfeta Newekhevîyê 

Pesn û hemdên bêjimar ji rebbê me “Xwedayê Aleman” re bin.

Pênaseya perwerdehiyê li gorȋ nêrȋn ȗ aliyan digel bi awayeke guherbar cȗr bi cȗr tê ravekirin. Lewra li ser vê têgehê lihevhatinek gelemperȋ jȋ heye. Li gorȋ vê lihevhatinê perwerdehȋ, guhertina tevgerên erêni ye. Lewra ev tevger ȗ rewş divê bi hemd ȗ bi daxwaz be. Mirov bi rêbaza perwerdehiyê hêza xwe ya veşartȋ li gorȋ armanceke diyar ji aliyên hestȋ, zȋhnȋ ȗ laşȋ ve pêş ve dibe. Armanca perwerdehiyê, mirov xwe pêş ve bibe. Ev pêşketin divê hem erênȋ be ȗ hem jȋ bi xwestek be.

Di pêvajoya perwerdehiyê de gelek faktorên guherbar hene. Xwendekar, xwendegeh, malbat, dê ȗ bav, mamoste, rêveber ȗ derȗdor faktorên girȋng in. Bingeha perwerhiyê ji aliye van faktoran ve tê avakirin. Ev faktorên hanê rewşê, erênȋ an jȋ neyȋni diguhere. Ji bona ku xwendekar serfiraz ȗ serkeftȋ be, divê ev faktorên hane bi awayeke ahengȋ ȗ hevgirêdayȋ bi hev re têkildar bin. Ji van faktoran yek kêm be, an jȋ armanca xwe bi cih nȋne, xwendekar nagihêje armanca xwe ȗ biser nakeve. Di navbeyna van faktoran de têkiliyek zindȋ heye ȗ bi hev re serkeftinê tȋne holê. Hin faktor li gorȋ faktorên din girȋngtir in. Lewra serkeftin bi kemilandina hemȗ faktoran çê dibe. Divê em jȋ van faktoran ji hev cȗda nekin ȗ girȋngiyê bidin hemî faktoran da ku serkeftineke berbiçav ȗ erênȋ pêk were.

Di serdema ȋro de perwerdehȋ, ne tenê li dibistanan pêk tê. Hȋnbȗn piranȋ li derȗdorê pêk tê. Dibistan tênê armancên fermȋ hȋnȋ xwendekaran dike. Ev armancên hanê jȋ, hin jê veşartȋ ne ȗ hin jê jȋ eşkere ne. Sazȗman ȗ pergala fermȋ dixwaze ku bi riya perwerdehiyê ȗ li gorȋ daxwaz ȗ armanca xwe, mirovan di dezgeha torneya xwe re derbas bike ȗ ji xwe re bike bende. Li gorȋ derbasbȗna ji vê dezgehê jȋ ȋcazet an jȋ dȋploma dide şagirtan. Pergala serdest bi vȋ awayȋ, kesên ku ji bo xwe metirsȋ ȗ xetere dibȋne, wan timar ȗ kedȋ dike. Êdȋ ev kesên ku di bin sȋwana fermȋ de perwerde dibin, ji wan re dibin mirovên gȗncav ȗ wan ji xwe re wek gef nabȋnin. Di encama vê perwerdehiya fermȋ de, pergala desthilatdar mirovên robot ȗ wekhev diafirȋne. Mirov êdȋ tenê li gorȋ rêzikên wan dijȋn. Hiş ȗ jiyana xwe ne li gorȋ xwe, li gorȋ wan dixemilȋnin ȗ dibihurȋnin. Fêrbȗn an jȋ pêşketineke fitrȋ ȗ rasteqȋn pêk nayê.

Ji şewba coronayê perwerdehȋ jȋ bêpar nema ȗ bi şȗn da çȗ. Bandoreke neyȋnȋ li ser xwendekar ȗ mamosteyan çêkir. Ji dȗr ve perwerdehȋ negihaşt armanca xwe ȗ şȗna perwerdehiya rûbirȗ negirt. Kesên hejar ȗ dewlemend bêtir ji hev dûr xistin. Kesên feqȋr ȗ belengaz bi tu rêbaz ȗ amȗran negihaştin perwerdehiyê. Lê yên dewlemend ȗ hebȗndar, bêtir xwe bi pêş xistin. Ev rewş di navbeyna xwendekaran de alozȋ ȗ newekhevî pêk anȋ. Hem di ezmȗnên dibistanê de hem jȋ di ezmȗnên navendȋ de, cȗdahiyeke ku nayê girtin pêk anȋ. Di vê pêvajoya awarte de yên feqȋr ȗ belengaz, ji bona debara malê peyde bikin, mecbûrî ku digel zarokên xwe bixebitin bûn da ku birçȋ nemȋnin. Li dijȋ vê yekê kesên desthilatdar ȗ hebȗndar, ev metirsȋ ji xwe re kirin derfet ȗ bi vȋ awayȋ serketin. Berawirdkirina van her dȗ rewşan, encameke balkêş tȋne pêşberȋ me. Yên jêrdest şȗn de çȗn, ên serdest jȋ pêşve çȗn. Dewleta civakȋ  ȗ perwerdehiya fermȋ divê vê newekheviyê, ber bi wekheviyeke adȋlane ve birêve bibe. Divê berȋ her tiştȋ kesên feqȋr ȗ qels ȗ belengaz, ji aliyê aborȋ ve bên xurtkirin ȗ cihêxwaziyeke pozȋtȋf ji wan re bê sepandin.

Li herêma Başȗrê Rojhilat mixabin asta perwerdehiyê di paşiya dawiyê de ye. Gelek sedemên vê encamê hene. Şêniyên li heremê dijȋn bi gelemperȋ Kurd in ȗ ji aliyê hebȗnê ve jȋ qels in. Ji aliyê komara Tirkiyeyê ve, ziman ȗ çanda wan nayê pejirandin. Ji ber vê yekê zarokên Kurdan bi zimanekȋ biyanȋ ȗ di çandeke xerȋb de tên helandin. Ev asȋmȋle ji pêşdibistanê dest pê dike ȗ heta zaningehê didome. Lê di her qadên jiyanê de ev helandin ȗ asȋmȋle berdewam dike. Li mal ȗ kuçeyan bi zimanê zikmakȋ tê peyivandin, lê li dibistanên fermȋ zimanê Tirkȋ tê bikaranȋn. Ev rewşa durȗ di perwerdehiyê de, alozȋ ȗ kêmbȗnê bi xwe re tȋne. Xwendekarên herêmê li gorȋ herêmên din sernakevin ȗ bi şȗn de dimȋnin. Ev dȋmen di ȋstatȋstikên fermȋ de jȋ xuyaye. Rayedar çavê xwe ji vê heqȋqetê re digrin ȗ serȋ li çareseriyên din didin. Ji ber ku êşnasȋ şaş tê kirin, dermankirina wê jȋ şaş çê dibe. Bi vȋ awayȋ zarokên Kurdan bi sal ȗ zemanan ji çand ȗ zimanên xwe hatin qetandin. Van babetên hanê her dem ew kirin ên bin bêjingê ȗ zaroken Tirk ȗ hebȗndar jȋ kirin ên ser bêjingê. Divê her zarok bi zimanê xwe yê dayikê bigihêje ȗ perwerde bibe û bibîne. Pêşiya zarokên feqȋr ȗ hejar jȋ bi derfetên baş bên vekirin.

Dewleta civakȋ weke ku di makeqanûnê de jȋ nȋşan kiriye, divê perwerdehȋ ji bo her kesȋ wek hev  ȗ bê pere be. Tu kes ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar nemȋne. Ji bo kesên qels ȗ hejar, alȋkarȋ ȗ piştgirȋ bên dayîn. Naveroka perwerdehiyê li gorȋ bawerȋ, çand ȗ zimanên herêmȋ bê serastkirin ȗ sepandin. Dibistan ȗ qursên taybet bên girtin ȗ herkes di derfetên wek hev de perwerde bibin. Zimanê zikmakȋ bibe zimanê perwerdehiyê. Encax wê gavê newekhevî nêzȋkȋ wekheviyê bibe ango herkes bigihêje mafên ȋnsanȋ ȗ Ȋslamȋ. Dawiya doza me her dem şikurkirina “Xwedayê Rebbûl Alemîn“ e.