Ziman; sedema mewcudîyeta însan u gelan e. Ew eşq e, aşiqbun e, Mem û Zîn e, Sîyabend û Xecê’ye. Dê u bav, war u welat jî bê wî tiştek nîne. Heqîqet,ziman domkirina temamên neslên zindî u jîyan e.
Ziman; si‘hr e, şî’re, bo insan bîr e. Si‘hra ziman, bela‘xet u gotina şîrîn e. Pêxemberê ‘alem gotîye: “Di gotina belîx de si‘hr heye.” Ev sîhr bo temamê teyr û tûr û mar û mûr, bo temamê dar û ber yanî kurtîya kurt ji bo jîyana hemû zindîya ne.
Zîneta dunyayê temami bi qudreta lisan e. Filozof (Nîetzîche) wiha gotîye: Dema ku însan qezî (peyvandin) kir wê demê dunya bu gulîstan.”
Carna, kes ji me u e‘hwalê me fêm nake an jî em ji wan tiştek fêm nakin. Sedema wî kêmasîya gotin û zimanê me an ya muxatabê me ye. Gelek însan, hinek caran nikarin xwe îfade bikin an jî dil heye teqet teneye. ‘Alima bi îttifaq gotîne: Ekserê însanan nivîskar in, hunermend u şair in lê belê nikarin xwe îfade bikin. Em dizanin tiştên ku neyê ifadekirin ew hîç ender hîç e.
Fitrreta benîadem, bê qezî u gotin hîç nabe. Em, fikr u gotinên xwe an ji insananre an jî di cîkî tenha de ji xwe re, bi şeklek monolog îfade dikin. Ev, bo me îhtiyacek zerurî û fitrî ye. Bo însan ziman ne yeke, du ‘hebin: Zimanê bi ziman û zimanê bê ziman.
Zimanê bi ziman ev e: Serkela dil, hîs, eyanbûn, feraset u îdraq û fehm.. Temamê van tişta ji bo insan ziman in.
Bo heywanan, “lîsanê hal” heye, ew jî bêzimanî ye.
Zimanê bi ziman di îfada hinek tiştan de zimanê eslî ye. Zimanê bi ziman yanî edebîyatên qewlî., beşerîyeta însan, jîyana rojane li ser vî zimanî qaîm e.
Carna însan bê çare dimîne, pes dibêje, wê çaxê em dest bi zimanê bêziman dikin. Mûsikî, resm, mîmarî û … hwd jî mîna edebîyat ziman in lê belê tiştên hunermendî ne bi zimanê rojane bi zimanê edebî tê îfadekirin.
Ziman u Emperyalîzm: Dema ku Qewmên Ewrupaî gelê mezlum bindest kirin, koledarîya wan li cîhanê ‘hakim bû. Gelek zimanê dunyayê ji rû erdê rabûn an jî hatin hilanîn. Emperyalîsta ziman kirin du şax, zimanê ‘hakima û zimanê me‘hkuma
Ji zimanê hakima re gotin zimanê jorîn. Bo wan; zimanê jorînê bilind û medenî zimanê İngîlîz û Fransewî ye. Koledar u maldarê dunê ev ziman li welatê bindesta bi destê zulm û zorê, bi dek û dolab dan ‘elimandin. İro birçîyê Ruanda, Somali û gelek cîyên Efrîqa vî zimanê emperyalist u xwînmija mîna zimanê mîllî u zimanê dayîka xwe dizanin û di peyîvin. Hasilî kelam ziman heye lê belê nan tuneye. Destê vala, li ser zikê birçîye. Bi zimanê Kurdî; mezinê me bilbil e, xwarina me gilgil e!
Ji zimanê me‘hkûm û bindestanre jî gotin zimanê jêrîn. Ev ziman ê bindestan ê kole u cahilan bû. Li gorî Emperyalîsta lazimbû ku ev milletên han ji cehalet û wehşet û ji şundamayînê xelas bin. Medenîyet, ronahîbun u îlmê(!?) Ewrupa medenî bo me‘hruman gelek dil‘henun û dilşewat bû. Zaliman keç layiqê dê, kur jî layiqê bavê nedîtin û tucar qebûl nekirin. Loma dest bi asîmîlasyonê kirin.
Proja koledara kûr u mezin bu. Gelê dunyayê berya wan di halê xweyê mutewazî de dilşad bûn. Gelek zengînî, huner û hunermend hebûn. Xwînmij û kedxwaran temamê îfadeyên herêmî, navçeyî, ziman, zarava(şêwe) devok, mîmarî, muzîka herêmî û navçeyî; govend û lîstik, ken u kêf û hwd talan kirin, wêran kirin û kuştin.
Zimanê Fransewî piştî ‘Herba Cihana Duyemîn,cîyê xwe terikand da Zimanê İngîliz û Anglo-Saksonê. Bo zimanê bêkesan tehrîbata herî mezin, û qetlîama ‘eslî ev dem e.
‘Evrupa u ‘Emriqa, bo bêçareyan dibe evîn û xewna memleketên zengîn u şevên rengîn. Êdî ev der bo şundemayîyên cîhanê û cîyê xebat û maldarî û zengînîyê ye. Eql u fikrê mezluman îfsad bu. Bajarê New York, Londra, Parîs ji bo wan bûn cîyê hunermend u hunermendîyê. Tercumeyên roman u ‘hekyatên wan bûn şaheser(?) Hunermendê ku bi zimanê ecnebî (îngîlizî) dişte‘xilîn bi qîmet u navdar bun (?)
Fêkî u sebzeên 1000 salî bê GDO şifa didan. Ev toximê pak jî bi toximê İsraîlê yekreng îfsad bu. Xerbîya temamê merez û nexweşîn u fuhşîyatên xwe, îxracî welatê me kirin. Ji wê demê û ta nuha em li hember wan muziratan bê çare u bê tedbir in. Mereza wan bi me girt em merezî bûn.
Temamên emperyalîsta bi zikê vala, lê bi mamoste, papaz u keşîş û xebatkarên zana hatin welatê bêkesa. Xayîn û binbirkî (sînsi) li rûerdê gerîyan. Li Asya, Afrîqa, ‘Emrîqa ya Bakûr u Başûr, Sîpana Alasqa di nava cemed u qeşa wan deran de çar hawêl gerîyan. Qewmên wan deran û çanda wana bakîr îfsad kirin, qetlîam kirin. Ewwil ziman u gotinê wan, ‘erf û ‘adetê wan, qeyde u toreên wan, teçhîzatê wanê hilberîn, berkêşanê (hasilat) wanê hezar salan tomar kirin û birin. Paşê lêkolînerên mezin,li ser malzemyê wan bi bêr, bivir, merr, kulbe, das u pale û..hwd lêkolînên kûr kirin. Emperyalist bêînsaf u bêwîjdan bûn lewra bi vê jî nesekinîn Dom kirin kelepor, îman; şiklê psiqolojîya wan, fêmkirin û ‘heskirina wan, dereca eql u fikrê wan yek bi yek bi nîyetek û xerab û koledar sentîm bi sentîm vekolan. Di derheqê her tiştê wan de lêkolînên mîlîmetrîk kirin. Paşê jî her tiştê wan birîndar kirin, kelepora wana qedîm rakirin û birin. Li gorî koledarên ‘xerbî û medenîyeta wana “bê mîm;” temamê dunyayê di cehalet u tarîtîyê de bû. Dinya ku ji wan Emperyalistan der u dûre di ‘esra 20-21an de nîne. Di dewra ewwilê dîrokê yanê di dewra kevir de ye.
Xerba Humanîst? ji temmamê van tişta re tehemmul nedikir: Warîdat, sermaye u qezenca milletên ‘xeyrî wan yên sed salî, hezar salî bi temamî bo wan “kêmasî bu. Heram û, mirdar bû. ‘Halê wan ne ‘halê însana bû. Gerek însan medenî, modern û ‘esrî bûna. (?)
Zaliman qaşo alîkarîya Mezluman kirin? Lê her tişt ji destê wan girtin û birin. Ev tiştek dijwar e, giran e. Kurd u Kurdistan jî di dîrokê de duçar u belengazê van tişta ne! Di temamî helbest, govend, lorîk u kilamên Kurda de behsa vê me‘xdurîyeta wan bi aşîkarî tê kirin.
Daye Mirim
………………………
Ez mam li wê xerîbîyê
Çavê min kesî nabîne
Mirim mirim dayê mirim
Birin birin bavo birin
Çavê reş u belek birin
Ezê herim jê vê xeribiyê
Mirim ji destê bêwarîyê
Bîra dayk û bavan dikim
Ez herim jê vê xerîbîyê.
(Anonîm/Heme Haci).