BijarteGiştîÇEND GOTIN LI SER MEM Û ZÎNÊ

Dahûrîna Şimşat û Nexşan

Ehmedê Xanî; 1651ê de li Cizîrê hatîye rû dinê, 1707 an de li Bazîdê dihere ber dilovanîya Xwedê. Dîroka Şerqa Navîn de xisûsen jî di Kurdistanê de bi navderên; alim, şair, zana, aqilmedî, mutesewwif, fîlozof tê zanîn.  Nav Kurdan de Baba Xanî jî tê zanîn.

Pırtûkên Xanî; bi zimanê Frarisî, Alman, Urisî u înglîzî jî terceme bûne. Ew, ji bo wê xisusê jî di cîhanê de baş tê naskirin.

Di gelek medreseyên Kurdistanê de ilm u îrfan tehsil kirîye. Ji bo ilmê beşerî û hikmetê jî zêde geşt û gerên muhîm kirîye. Dîsa ji bo naskirin û hîssegirtina medrese û civatên îrfanê, li Îran, Hîcaz, Bexda, Qahire, Stembol û Qonya yê de şoxul kirîye. Gelek dewlet u bajaran de li ba alimên îlimdar û navdar ilmê astronomî, tesewwuf, felsefe, hendese, edebîyatê te’lîm kirîye.

Bo nivîskarê Nûbîhara Biçûkan, nav û nişanên grîng hatine gotin.  Ustad Se’îdê Kurdî, bo wî wiha dibêjî: “Ew ustadê min yê me’newî ye. Min ji me’newîyata wî de dersên îrfanê girt..” Ji guhdarên zindî yên dema me, ev jî hatîye gotin; Bedî’uzzeman, pir caran bi halê tenê, bo tedrîs û tefekkurê diçe qebra Xanî. Li paş qebrê de palvedide, ji manewîyata Mela re tiştên xwe yên taybetî dipirse. Ji xwe re; “Belê Seyda, belê Seyda..” dibêje. Nursî, ji me’newîyata Îmamê Elî (ra) jî wisa ders girtîye.

Ehmedê Xanî, di hola Felsefê de ji sê ustadan ustadek tê zanîn; ev jî Aristo, Farabî û yên sisîyan jî Xanî ye. Mîmarê Mem û Zînê; İrfan û tesewwufê de mîna Mewlane Celaleddînê Romî, Yûnis Emre û Ehmed Yesewî ye. Qada fîlozofîyê de Îmam Xezalî, Ebû ‘Elî Sîna û Ferabî ye; cîheta edîbî û şi’rê de jî weke Mela Camî, Nîzamî û Cezerî ye.

Bo van xisusên xwe jî gelek medrese ava kirîye; feqî li dor xwe komkirîye û bo domkirina perverdehîyê ağa, beg û mîren Kurdistanê re munasebet û li temamên Kurdistanê geşt kirîye. Bo armanca xwe alîkarîya herî mezin ji Mîr Mihemmed Pirbela dîtîye.

Dema Nivîsandina Mem û Zînê de Rewşa Kurd û Kurdistanê

Zemanê Şêxê Xanî, bo Kurdistanê hadêseyên sîyasî, beşerî û perwerdeî yên nebaş zêde dibin. Mabeyna dewleta Îran û ‘Usmanîyan de dewra şer û herbên qedîm, tebdîlê dewra agırbestî û aşîtî dibe. Bo Kurd û Kurdistsn jî dibe dewra êş û elem, fîraq û xerîbîyê. Yek parçe erdê Kurdistan, ewil dibe du parçe, dûv re jî dibe çar, belkê jî dibe şeş parçe.

Mîlad û sedema perçebûna erdê Kurdistana Qedim, lihevhatina Qesra Şîrîn e.  Xanî, bo wê hevhatin dibêje: “felaket û reş-tarîtî”. Rojbûna feryad û firaqa Kurdistanê ev e, sedema tefrîqe ya Kurdan, komkujî yên Kurdistanê ev e, redkirirna dîrok û keltura Kurdan ev e, înkara ziman û perwerdehîya zimanê zikmkî ev e, şer û pevçunên ne beranberî û ne wekhevî ev e; tiştê ku biratî û aşîtî kirîye dijminantî û şer jî ev lihevhatina bê edl e. ji ber ku hesabê Kurd û Kurdistan nehatîye kirin; lihevhatina du dewletan ji bo Yetîmên Ummetê, ji bo Kurdan bûye sedema temamên xirabî û kêmasîyan. Xanî wiha dibîne:

Tasek ji vê ava zelal nadim bi hewza Kewserê

Levhatina Qesra Şirîn lê nabînim tu meferê

Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê

 

Xanî bi rastî gotîye û rastî jî dîtîye. Kul û fîraqa Qesra Şêrîn ên zindî, Kurd û Kurdistana wê demê, ji me baştir û xweştir dîtiye û jîyaye.

Xanî, ev tişt xweş dîtîye û bi fikrên kûr û dengê bilind behsa wê kirîye; gelê Kurd, navbera esra 12-13’an de bi navê Merwanî û Eyyûbî du dewlet avakirine teqez li  pişt wê heta dewra Xanî, ji wir jî bigre heta dewra me ya ‘esra 21an qet nebûne xwedî dewlet. serfirazî û serxwebûn nedîtin e her daim pergende û mehcûr bûne; bûne mêrg û mer’a xeyrî dewlet û nijadan.

Heta dewra Siltan Selîm; welatê Kurdan, li gor qanunên ‘Usmanîyan xwedîyê gelek azadî û serbestî ye. Padîşahan, bo Kurdistanê; temlîkname imzakirine, yanê muxtarîyeta Kurdistanê qebûl kirirne. Bo Kurdan “welat (yurt), ocax (war) û senceq (beglig)” resmî hatîye qebûlkirin.  Xulase Kurdistana nîmazad, taybetî milkê Kurdan bû. Kurdan; ji bo padîşahên ‘Usmanîyan bêş û leşker dane, di welatê xwe de muxtar bûne. Mîr û begtîya Kurdistanê; bi şiklê verasetê domkirîye, yanê pişt mirina began dîsa kurê wan bûne beg û mîr.

Dewra Xanî Mîlada Faşîzma li Ser Kurdistanê ye:

Ha îja dewra Mela, bo temmamên wan hiqûk û qezencên Kurdistanê yên qedîm bûye felaket. Bo tunebûna heqq û hiqûqên qedîm bi sedemên erzan qanûn avakirine, redd û înkarîya qezencên Kurd û Kurdistanê destpêkirîn e.

Bo mîrtîyê, di cîyê werasetê de hilbijartina padîşahan hatiye. Mudexela Stenbolê; bo Kurdan kesê muteber, sitûxwar e; ji bo ‘Usmanîyan mu’teber kî ye ew hatîye bijartin ku ew jî mudaxele ya karê hindirê Kurdistanê ye.

ji Xeyrî ewana mudaxele yên leşkerî, sîyasî û beşerî jî zêde bune. Jixwe mudexele ya Emîrên Botan, Soran, Badînan û taybetî jî li ser Cizîr a herêma Mela mudexele zêde bûne. Azadîy û muxtarîyeta Emîrên Cilemêrgê, Bedlîs, Îmadîyê di sala 1660 an de ji dest diçe.

Dîsa dema ku Melek Ehmed Paşa, ji sefera Bexdayê dizvire ji alîyê Mîrê Bidlîsê de ji bo ku nehatîye pêşevazîkirin û nehatîye pîrozkirin, bi hêzek giran diçe ser Mîrê Bedlîsê Evdirrehman Beg. Şerên giran de bajar wêran û talan dibe; komkujî dibe; bi hezaran cild kîtabên dînî û ‘ilmî dişewitîne.

Li gor  Xanî, cerdetî û talana Melek Paşa de ‘eyb û şerma mezin;  ji Melek Paşa re alîkarî û destegîrîya axa û begên Kurdistanê ye. Ji paşayên ‘Usmanîyan zêdetir Kurd, ji Kurdan re dijminantîyê dikin, talan, komkujî û brakujîyê dikin.

Bi vî hawayî, Xanî Baba; sedema perişanîya Kurd û Kurdistan xweş dibîne, pirsgîreka wan baş nasdike. Kurmê darê ji darê ye. Dijminê meyî herî mezin; “cehalet, zerûret û nîfaq e.” Dermanê wê jî; “perwerdeyî, marîfet û tifaq e!” Ev ders û disturên Mela, paşê bi devê Seîdê Kurdî hatîye îzahkirin.

“Birakujî û şerên nav Kurdan, esra 17 an de lexûbuna mîr û emîran; dijminatî,  perçebûn û perîşanîya ‘eşîran; dayîn û şundagirtina kurkên axatî û meqamên mîran…” cara ewil, di dema Xanî de destpêkiriye. Koçberên Tirkmanan, talan û êrişkirina Sefevîyan jî dîsa ev dewra ye.

Xulesa esra 17’an de halîyên Îran û ‘Usmanîyan de li ser gelê Kurd; xapandin, dek û dolabên şeytanî yên kûr çêbûne. Kurdê ku ite’eta ‘Usmanîyan qebûlkirine ji hêla Sefevîyan de te’de û ezîyet dîtine, yê ku bi Sefeviyan re râmbunew rûniştine jî ji teref ‘Usmanîyan ve mehcûr û perkende bûne.

Bi Tirkî: Gelen vurmuş, giden vurmuş. (Yên hatî jî, çuyî jî her kesî lêdaye)

Lorîgên Kurdan de jî wiha ye: “Wêêl wêl.. Rebbîyo!

Te ya ku anî serê me tu neynî serê gurê çîyan e!”

Mîlada dîroka Kurd û Kurdistan yên bê î’tîbar û tarî, destpêka red û înkarîya heqq û hiqûqan dema Mela ye. Kerîbûna Kurdistan ev e, feryad û fîraqa Kurdan jî ev dewra ye.

Şêxê Xanî, di jîyana xwe de biratîya ‘Ereban, taybetî jî yên Faris û Tirkan bi çi avayî ye baş dîtîye. Ji Kurdan re çi wextê, ji bo çi behsa biratî û yekîtîyê dikin, ev tişt kûr fehmkirîye. De îja Mem û Zîn jî bixwe temamî ev e.

Mijar:

Mem û Zîn, behsa ‘eşq, dek û dolabên sîyasî û beşerî dike. Çerxa dewletê, hal û hewalên gel jî dîsa di wê holê de beyan dike. Serbarê ser eşqa Mem û Zînê, ‘edalet û azadî ye. Jixwe wî zemanî heta îro tiştê ku bindest û yexsîrê rû erdê taybetî jî gelê Kurd digerî teqez nabîne jî bixwe ev e.

Bo xelasîya gelê bindest, azadîya Kurd, Dasîtana Mem û Zîn de; Qur’an a Hekîm û Deh Emrê Hz Musa ji xwe re distûr û minak girtîye. Hz. Mûsa (es); bi van deh Emran gelê bindest ji bindestîyê azadkir; zordarî, redd û înkarîya Fir’ewn û kufra wî zelîlkir.

Çîye 10 Emrê Hz Hz Musa:

  • Ji xeyrî min îlahên te tunene!
  • Pûtan çêmeke û ji wan re ‘evdîtîyê meke!
  • Badîhewa navê Rebbê xwe mebêje’
  • Şeş rojan bixebite, roja heftan vêse!
  • Bav û dahîka xwe re hirmetkar be!
  • Qetlê meke!
  • Zînayê meke!
  • Dizîyê meke!
  • Şehadetîya derewîn meke!
  • Çav bernede namûs, milk û tiştên cîranan!

Bicîneanîna van Deh Emran, mala Yahûdîyan xerab, yekîtî û îstiqrara wan îfsad kiribû. Bo evan distûran qewmên Yehûd, bindest û bêçareyên Pers û Bîzansan dibûn. Bo ku van Deh Emran binpê dikirin; nava wan de her daîm fitne, şerr û pewçûn kêm nedibû; tucaran nedibûn xweyî âl û dewlet…

Lı gor Şeyxê Xanî, pirsgîreka Kurdan jî taybetî wisa bû. Ev deh Emrana, di Qur’ana Pîroz de jî hatîye behskirrin. Bo temamên nijadên medenî, distûr û qanûnên ‘esrî ev in.

Xisûsên ku ‘eşqa Mem û Zîn îfsad, Dicle û Firat daxîdar kirîye jî disa ev e. Yê ku Mîrê Cizîrê şaş û gêj kirîye, Beko yê Ewanî di nava qesra mîr de peyda kirîye… yeqîn dîsa xerakirina wan Deh Emran e. Em Kurd jî gerek sînorê helal û heramîyê, zulm û masûmîyetê, ronahî û tarîtîyê, dujminantî û aşîtîyê, bindestî û azadîyê.. baş bizanibin.

Xanî, bo çareserîya fîraqa Kurdan, hêjmara 10’an di Pirtuka xwe de nexşandîye. Hêjmara 10, di Tewrat u Qur’anê de jî reqemek pîroz e.

Mesnewîya  Mem û Zîn; li ser 10  kesan bîna buye.

Vezna wî: Mefûlü/ Mefa’îlun/ Faûlun. Yanê bi qaliba aruzê yên dehan hatîye nivîsandin.

Şîmşat(tîp)’ên Mem ûu Zînê her yek dîrok û ‘en’eneyê Kurdistanê de temsîlîyeta mêranî, bêbextî û xeflet û tiştên grîng dike.

Dahûrîn

Şimşat (tîp)’ên Mem û Zînê

Hîkayet, li ser deh kesan hatîye bînakirin. ji wan kesan hinek yên eslî ne hinek jî bo qewmên hîkayetê xeml û tezyînat in. Kesên xemlê, rawşa hîkayetê de, bûyîna bûyeran de xwedîyê rolên muhîm nînin, tenê ji bo hîkayetê aksesuar in. Kes û Şîmşatên eslî ev in.

Mem, Zîn, Sitê, Mîr Zeyneddîn; Beko; Tacdîn, Arif, Çeko,  Îskender Beg; Heyzebûn.. ev temamî deh kes in.

1- Mem: Însanên rûu erdê yên bindest, taybetî jî gelê Kurd temsîl dike. Mem, Zîna Zêrîn digere; yexsîr e, li azadîyê digere. Ji bo gihaştina Zîn û azadîya xwe, lazim e ku zincîrên esaretê biqetîne teqez hewal dijwar e..

Nevroz; roja baharê ya yekem e. Keyf û şahîya Kurdistanê ye. Qîz û xortên Kurdan wê rojê diçin geşt û gerê, derdikevin seyranê. Ev roj; hevdîtina ‘eşq û evînê, miradê ‘aşiqan dibe; roja gîhaştina mirazan yên taybetî ye…

Mem jî rojek baharê, newrozê de Zînê re ‘aşiq dibe, heta roja mirinê navê Zînê li ba azadîyê cehd, feryad û fîxan dike. Pêş mîladê de di Dastana Memê Alan de jî daxwezî ya dawîn, dîsa menzîl û mexseda Memê ye. Xulesa Mem, gelê Kurd e û li Welatê xwe diğere, ev jî Kurdistan e lê belê bi gotina Fuzûlî;

“Dost bê perwa talî’ zebûn dijmin qewî” ye!

2- Zîna Zêrîn: Evîna Memê, hemberê azadîyê ye. Xwenga mîre Cizîrê Mîr Zeyneddîn e. Ew jî mîna Memê evîndar e. Evîna wî Mem e. Mem, Zînê; Zîn jî Memê digere. Mem, gelê Kurd bi xwe ye; Zîn jî axa Kurdistan e û di bin qeyd û bendan de, girtîyê neyaran e.

3- Beko: Rola Şeytan bi xwe ye. Eslen ji Merguvana Îranê ye. Sinc u sîxên nava gulan e. Mişka sifran, fitne û fesadîyê ye. Provokatorê nav emnîyet û asayişê de ye. Mirazan, karê xêr û xêratan dixeripîne, provoksyonan dike. Sedema şaşbûna mîrê Cizîrê û bêmirazîya Mem û Zîn jî ev e.

Beko, bi Kurdî; “bikir, kirandin, bikirîn..” yanî me’naya “kesê hatîye kirandin, kesê frotî an jî kesê ku bi peran, bi kirrîn hatîye girtin..” ev kesa ye. Ew jî jixwe bi kirînê hatîye xizmeta mîr û firotîyê Mîr e. Li hemberî her mirazê, her ‘eşqên masûm, neyarê Heqq e.

Dîroka Kurdan de şimşatê xayînî, hesûdî û bêbextîyê Beko ye. Edebîyat û dîroka Kurdan de ji kesên xayîn, fesad, bêbextan re Beko tê gotin.

Ev gotinana jî zehf û meşhûr in. Wiha tê gotin:

“Bekotîyê meke; ew işê Beko ye; here lo Beko; ev gotina yên Beko ye; qetla Beko helal e; Ev Karê xêr e ti nebe Beko; Beko lawo; bextê Beko..”

4- Mîr Zeyneddîn: Brayê Zîn û Sitê ye; mîrê Cizîra Botan e. Ewil zulm û zora dewletê temsîl dike. Bo dewra me, hemberê mehkemeyên Îstiqlalê, statukoya leşkerî ye. Zulm û zor, te’de û ezîyet e, bêdadî ye.

Nêzî mirina Memê, Mîr tê rehmê; niyeta rakirina man’ên zewaca ‘aşiqan dike lê belê îdî ne Zîn Zîna berê ye ne jî Mem yê berê ye. Îdî ‘aşiq jî ji eşq û evîna beşerî, derbasî Eşqa Îlahî bûne. ‘Edaleta derengî, edalet nîne zulm e. Belkî evîndar, di dergaha Îlahî de mirazê xwe dibînin.

5- Siti: Xwuşka Zînê ye. Serencama wî û Zînê ewwil yek e. Bo ku gustîla xwe ji Mîr re îfşa dike ev dibe bermalîya Çeko birayê Tacdîn. Xêrxwez e, her daîm ji ‘eşqa Mem û Zînê re alîkar e.

6- Tacdîn: Lawê Îskender beg e. Îskender beg jî wezîrê mîr yên dîwanê ye. Mêrxwas û xêrxwaz e. Her daîm ji Mem û Zînê re alîkar e. Dawîya dastanê de jî yê ku li serê fesadê Beko dixe jî ev e. Dema ku Mîr fermana Memê dide, sereskerê ku mîr îqaz û tehdît dike, heyata Memê muhefeza dike jî Tacdîn e.

Ew; cesaret, wefakarî û ğeyretkêşî ye..

7- Arif: Brayê Tacdîn, şervanê Mîr lê belê alîkarê Mem û Zînê ye. Hiş temsîl dike. Feraset û aqilmendî karê wî ye.

8- Çeko: Birayê Tacdîn û Arif e. Her karê çê û pevçûnan de li ba Tacdîn û Arif e. Me’na wî şervanî û cesaret e.

9- Heyzebûn: Pîra remla ye. Bo daxwezî û mirazan remlan dawêje.. Kar û sirrên veşartî bi remlan îfşa dike.

10- Îskender Beg: Wezîrê dîwana mîr e. Bavê Tacdîn, Arif u Çeko ye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *