Tu guh nede mal û pera
Tu guh nede hîlew vira
Ma tu nabînî van gora
Tê jî rojekê bimirî
Ger tu bike hezar salî
Nebîne nexweşîw kalî
Bibe ağa, paşaw walî
Tê jî rojekê bimirî
Dunya tev de mulkê te be
Hertişt li xizmeta te be
Nabûn ji te ra tune be
Tê jî rojekê bimirî
Wê biqedin nam û jîyan
Nefes û çend rojê l-cîhan
Ka sultanên xwedî nîşan
Tê jî rojekê bimirî
Ka ew Îsayê Rûhûllah
Ka Mûsayê Kelîmûllah
Ka Mûhemmed Hebîbûllah
Tê jî rojekê bimirî
Xafil nebe pir şîyar be
Ji nefsa xwe tu haydar be
Wek Eyyûbê birîndar be
Tê jî rojekê bimirî
Pir giran îmtîhaneke
Ev rastîye ne heneke
Bav Îbrahîm jibîr neke
Tê jî rojekê bimirî
Sadiq be wek Ebûbekir
Adil be wek Îmam ‘Umer
Gelek dirêje ev sefer
Tê jî rojekê bimirî
Wekî ‘Usman her helîm be
Weka ‘Elî bi qerar be
Tu li ser ehda elest be
Tê jî rojekê bimirî
Qebra tarî bîn bîra xwe
Li paş nehêle karê xwe
Piçek bigrî li halê xwe
Tê jî rojekê bimirî
Erz û ‘eyal fêde nakin
Mal û meqam zêde nakin
Xeyrî teqwa pêde nakin
Tê jî rojekê bimirî
Tu nexape bi xeyala
Bi xeyalê pûç û vala
Çi ji zarok û ji kala
Tê jî rojekê bimirî
Ev fermanek îlahî ye
Jê qet tune xelasî ye
Li ‘inya me nivîsî ye
Tê jî rojekê bimirî
Eve qedera ruhbera
Çi ji nêzîk Çi ji dûra
Mirin heye li her dera
Tê jî rojekê bimirî
Bi qelbê saf tobe bike
Terka gunehê xwe bike
Li nefsa xwe zilmê neke
Tê jî rojekê bimirî
Bike meslek ‘emelê baş
Neçe liser rêçikê şaş
Berê xwe nede rîya kaş
Tê jî rojekê bimirî
Çi xweşaya li dinyayê
Ji kêf û zewq û sefayê
Wê hemî herin fenayê
Tê jî rojekê bimirî
Kes namîne bi ebedî
Ne xulam û ne efendî
Canê nazik jî kefen dî
Tê jî rojekê bimire
Hey mahrûmo bike fikrê
Berî vebe deryê qebrê
Li ser taet bike sebrê
Tê jî rojekê bimirî
Ji wê rojêr xwe kar bike
Kela dilê xwe sar bike
Ji vê dinyayê bar bike
Tê jî rojekê bimirî
Ne ware dinya bê guman
Ji kesî re nema cîhan
Kanî Siltanê Suleyman
Tê jî rojekê bimirî
Ezîz bigre vê şîretê
Îman rêya selametê
Neke terka îbadetê
Tê jî rojekê bimirî