Pez li ser şîrê tîr

Kaş û kendal hişkeser û pirêze li ber e

Li nav rimilka Kanîgewrkê

Xebera xweş e ji deşt û êlaxê

Firavîna tasek firdoxî û destek girar e

Yek û du, li dû hev dihên xwarê bêrîvan

Û li dora birkê digerîne pezê zom û şîn, şivan

Xeberek heye, ji guhan razber, lê li dev û diranan

Benîştê cûtinê bû ku pirêze derketine, êlax vebûye

Di dilê xwe de dilîste her şivan

Û rûyê wan geştir bû, vê carê

Qedya bu zerika kaşan

Aringa berpal ve kendalan

Û xweştir dihate bêrî, pez

Xweştir dizûriya cewrê salê

Xweştir diziriya kera cûn

Û xweştir dikeliya çaya giran

Û diqemirî penîrê salê li ser bizot û pilingan

Li bin govenda rimilkê, rimilka Kanîgewrkê

Li dar e, civîna Sîrac û Salê Hecî Hekîm

Fadıl û Hiznî, Xetê Hesê û Hemê Feyo

Û Çakêtzerî, Gula Çayî û mala Evdê Emo

Li bin dara tuyê ya ji mêşan şilêdanî

Civîna guhereke nû ye ji dewsa guhera Elo

Guhera Govê, Guhera Xirbê Elik û Guhera Kendalan

Nizanim li Besta Kûr, Cotkê Tehewan, an li Dara Mamo

An jî li tîra Hizniyê Hecî Salih û Guhîjka Salo

An jî li Bîra Nû û Girê Gewr û Dara Mazî ye

Li her çi be, ber li deştê ye û li axa xam û şîrê tîr e

Li simbilê seridî û weşekê ye

Li bîna kerkora ser tûtinê ye

Berê pez li şivên e

Şivan li dûxanê serejêr e…

* Ji bo wan şivanên salên 1980an yên Kanîgewrka Şemrexê ku wek pêla bê derbas bûn…

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *