Ji dest vexwar me şerbeta ‘eşqa îlahî di wîsal
Derbeke dijwar li min ket, yarê kû da min nezer
Nêv dilê min da vekir dağ û birînek bêmîsal
Ez ketim rêyek gelek zor di oğira yarê dila
Dost û ehbaba tenê hiştim di rê mam bêheval
Ah û fîğanê dilê min, deng nebir xwe qed kesî
Me nedî l-dor xwe kesek, da-m jê ra bêjin ‘erzîhal
Ne ğerîbe l-ser rêya Heq kû bibînim pir cefa
‘Aşiqê rast zane vê kû nabe hûb qed bêmelal
Me neda alî xwe, qed yek rojekî j-ber te’deyan
Me nedanî xwarê bâr, lê em tewandin mislê dal
Mislê Tûrê zelzele xist ser dilê min pir şedîd
Mame girtî yû hêsîr d-bin cazîba yara delal
Ketne ber min rêyê zor, sehra û çolê pir mezin
Mame hesret ez gelek car, taseke ava zelal
Me kişan sebra Xudê, noşî ji kasa tehlîyê
Ew dişewtîn canê me pir, bes ji yar re can helal
Xelk dibê qey şadin em, wechê me ji ber bi kene
Lê derûn da tevê e’zayan bi ah û nale nal
Kes nebû derman ji bo me, man di halê xwe tenê
Em li hêvya yar werê, li halê me bikit sual
Ya îlahî sed hewar, ev bar girane j-boyî dil!
J-boyî derda, ev dilê me, bûye barkêş û hemal