SernivîsDi Medresa Şêxê Xanî De

Hin neqdê fenaê di guhorrin bi beqaê

Hin neqdê wucûda xwe dikin bê bedil efna

 

Her yek bi wucûda xwe wucûda te dixwazit

Bilcumle xerîdarê cemala Te ne heqqa

 

 

Kesayeta edebi ya Şêx Ehmedê Xanî çewa ku medrese ye ji bona edebyata Kurdî her wiha kesayeta wi ya ‘ilmî, fikrî û ‘emelî jî medrese ye ji bona Kurdan bi giştî. Di medresa wî de Mem û Zîn, Nûbihar, Rîsala ‘Eqîdê û Dîwana wî heye. Kurdên ku di medreseya wî de van kitêban dix­wînin hem ji alî ziman ve hem jî ji alî bîr û bawerî, fikir, ‘emel û jiyana civakî ve kesayeteke lipêşhatî bidestdixin.

Di Medrese Şêxê Xanî de Kurd hînî Kurdiyeke ji qirêja dunyaperestiyê paqij dibin. Her wiha hînî fikra Îslami ya weset, hînî ‘eqîdeyek sağlem û hînî jiyaneke bi rûmet dibin. Di medresa wî de şerr û pevçûn tune, biratiya Îslamê heye, mesleheta Kurdan û qewmên Musluman heye, îta’etkirina Kurdan ji hev re û ji serokê herêma wan re heye. Ev serok dibe ku ne Kurd be jî, bes bira ‘adil be.

Yek ji pîrê edebiyata Kurdi ye Şêxê Xanî. Mem û Zîna wi ya ku bi terzê mesnewiyê nivîsandi­ye yek ji şaheserên edebiyatê ye. Ne a Kurdî bi tenê, yek ji şahesera ye di edebiyata dunyayê de. Hewl tê dayin ku were wergerandin bi bal hinek zimanên dunyayê ve bi şeklê ku nezma wê xera nebe û ji ğeyrî Kurdan qewmên din jê îstifade bikin. Hinka jî wê bi şeklê nesrê guherandine bi bal zimanê xwe ve. Çewa ku Se’îd Remezan el- Botî jî wê bi şeklê çîrokê di terzê nesrê de bi ‘Er­ebî nivîsandiye û ev kitaba wî hatiye wergerandin bi bal gelek zimanan ve.

Mem û Zîn, Nûbihar, Rîsala ‘Eqîdê û Dîwa­na wî her yek sitûnek e di medreseya wî de. Em karin bêjin ku Ehmedê Xanî hudûdê Kurdewariyê jî bi van berheman destnîşan kiriye. Di destpêka Mem û Zînê de bi bîranîna navê Xweda, danasî­na Wî û Resûle Wî û behsa xuluqandina kaînatê şexsiyeta însanê kamil destnîşan dike. Daxwaza xwe beyan dike ku Kurdên bi vî rengî şexsiyet si­tendine bi hev re tifaqê bikin, ji hev re xizmetê bikin da ku Xweda tewcîha xelkê din bi bal wan ve bike û ji wan re musexxer bike û wan bike dewlet. Ger Kurd bê şexsiyet bin û ji hev re nebaş bin wê nebin tiştek û xelkên din jî wê ji wan re nebaş bin.

Di medresa xwe de Ehemedê Xanî destnîşan dike ku Îslam bi ehkaman tenê nayê fêmkirin. Îslam bi ‘eşqê tê fêmkirin û bi ‘eşqê di jiyanê de xwe nîşan dide. ‘Eşqa mecazî pêlik e, merv pê dighîje ‘eşqa Îlahî. Gerek merev di ‘eşqa mecazî de nemîne. Yan na merivê bifetise.

Di medresa xwe de Ehemedê Xanî cihekî tay­bet daye ‘eqêdê, yanî bîr û baweriyê. Bi nezmek e kin û wecîz ji Kurdên Musluman re hemî esasê ‘eqîda zexm û rast nivîsandiye.

Di medresa xwe de bi navê “Nûbihar”ê beşek e muhîm ji zarokên Kurmanca re vekiriye. Di wê derê de wan hînî zimanê ‘Erebî dike. Di ber re jî nesîheta li wan dike. Hem ji alî rûhî ve hem jî ji alî civakî ve wan dighîne. Dema ev zarok mezin­bûn ji bo ku meşhûr bibin û bibin xwedî hukum, rê bi ber wan dixe… Medresa Şêxê Xanî.