BijarteMehmûd KilinçUmeyr B. Wehb Û Teşebusa Wî Ya Kuştinxwazîyê

Umay b. Wehb bi eslê xwe Qureyşî ye, ji qebîla Benî Cemmuhê ye. Di dema Mekkê de gelek neartîya Resûlê Xweda dikir. Di herba Bedrê de tevlî Kurê xwe li pêşberî artêşa îslamê şer kiriye. Di Bedrê de bi zor canê xwe xilas kiriye. Di Bedrê de ji Mûşrikê Mekkê 70 kes esîr hatibûn girtin, Kurê Umeyr, Wehb jî di nava van esîra debû. Umeyr ditirsiya pêxember kurê wî bukuje. Xweşî û huzur jê re nemabû, tebeta wî nedihat. Rojekê bi taştiya sibehê re diçe hewşa Ka’bê. Tewafa Ka’bê dike, îhtîrama putê di hundirê ka’bê dike. Paşê li qozîyek hewşa wê dirunê. Ji Mûşrikê Mekkê Sefwan b. Ummeye û Ebu Sûfyan jî diçin ba wî rudinin, silavê lê dikin.

Hersê bi hevre diştexilin behsa Bedrê û esîrê Bedrê yên di destê Pêxember de dikin. Di navbêna wan de şitexaliyeke wuha derbas dibe:

Umeyr b. Vehb: Ey Sefwan! Piştî Bedrê êdî ta’ma heyatê nemaye. Bawer bike heger ne ji deynê min bûna û min zanîba piştî min, dê iyalê min perişan nebin, ez ê biçûma Medînê û minê Muhemmed bukuşta û vegerîyama. Bi sedem Kurê min Wehb li Medînê esîre, Çûna min ya Medînê şiphê ji kesekî re çênake.

Sefvan b. Umeyye ji dil û can guhdarîya wî dayk, çungî şitexalîyê Umeyr li xweşîya wî diçe û hem firseteke zor girîng bi dest xistibû. Paşê dizivîre ser wî û jê re wuha dibêje:

— Ey Umay! Heger tu ji dil van tişta dibêje, ez ê tevê deynê te li xwe bigrim. Û ez çawa debara zarokê xwe dikim ezê ya zar û zêçên te jî bidim ser milê xwe Div vî warî de ez soz didime te. Tu zane malê di dest min de besî wan e.

Umeyr teklîfa Sefvan b. Umeyye qebul dike jê re wuha dibêje:

— Ey Sefwan! Ev şitexalî bera di navbera me de veşartî bimîne, ezê herme mal jibo çûna Medînê amadekarîya xwe bikim. Lazime kesek vê plana bana onun boynu. Kesek ji çûna min şiphê nake. Ji xwe Qureyşî jibo zarokê xwe rojê qeflek diçin Medînê.

Umeyr bi Wehb diçe mala xwe amadekarîya xwe ya rêwîtîyê dike, şurê xwe tûj dike, hinek jahr bi serê wî dadike, heqîba xwe tijî dike û paşê li ser pişta hespa xwe siwar dibe, xwe tûj benîn

Umeyr bi Wehb, dighe Medînê rast diçe Mizgeftê. Di vê navberê de Hz Ömer b. Xettap û hinek sehabe li hewşa mizgeftê runiştîne, bi hevre sohbet dikin.

Umeyr b. Wehb tevlî şurê xwe ji ser pişta hespê xwe dadikeve, rast berê xwe dide Mizgefta Pêxember.

Hz Umer çawa wî dibîne ji ciyê xwe dipengize, dibêje ev neyarê dînê Xweda Umeyr b. Wehb e, Wallahî jibo xirabîyekê hatiye Medînê. Li Mekkehê mûşrîk bi ser me de diajotin, berya Bedrê jî antaxîya Qureyşîya dikir. Niha jî ne jibo xêrê hatiye, lê miqate bin, herin li ba Resulûllah bisekinin.

Hz Umer nêta hatina wî fêm kiribû, berya wî çû ba Resulê Xwedê û gote wî “ Ya Resulellah! Neyarê dînê Xweda Umeyr b. Wehb şurê xwe girêdaye, hatiye û niha li derve ye. Dixwaze derbasî hundirê mizgeftê bibe, ez wuha texmîn dikim ku jibo xirabîyê hatiye.

— Bihêlin bera ba min.

Hz Umer, diçe qayişa şurê wî li sutuyê wî digerîne, û bi stukra wî digre, bi delka wî dibe cem Resulê Xweda.

Ev tevger li xwoşa Resulê Xweda naçe, dibêje Umer; wî rihet berde û ji navbera min û wî vekişe.

Resulê Xweda gazî Umeyr bendi; dibêje vardı ba min. Umeyr diçe tenişt wî disekine, dibêje “sibeha te bixêr.” (Ev sillav ya serdema cehaletê bû)

Resûlê Xweda dibêje:

– Ey Umeyr! Xweda silavek ji ya biz bi xêrtir diyarîyî me kiriye ku ew jî (Esselamû eleykûm e) ev silav ya ehlê cennetê ye

–Umeyr! Ya Muhammet! Te ev silava nû derxistiye, û hem tu ne xerîbê silava me ye.

–Ey Umeyr! Tu jibo çi hatiye vir?

–Umeyr: Ya Muhemmed! Ez jibo rizgarîya esîrê xwe hatime cem te.

— Madem tu jibo azadîya esîrê xwe hatiye ev çi şure di ber te de ye?

–Umeyr: Xweda xezeba xwe li şura bike, ma di Bedre de ev şur bi kêrî çi hatin?

–Ey Umeyr! Rast bibêje tu jibo çi hatiye?

— Ya Muhammed! Ez jibo berdana esîrê xwe hatime. Ji bil vêna tu nîyeta min tuneye.

— Nexêr, nexêr! Tu rast nabêje Ey Umeyr!, Tu ne jibo berdana esîrê xwe hatiye.

Ey Umeyr! Tu, Ebu Süfyan û Sefvan b. Umeyye hersêk li hewşa Kabê li ba Hicrê runiştibûn. Biz behsa Bedrê dikir, te ji wan re aldık: Heke ne ji wan deynê min û debara zarokê min bana, ez ê biçûma Medînê min ê Muhemmed bukuşta. Yê li ba te Sefwan deynê te û debara zarokên te li xwe girt û tu bi armanca kuştinxwazîyê Medînê’den nefret ediyor. Bes Xweda kete navbera min û plana biz.

Li hember van agahiyan devê Umeyr li hev şerpilî, kêlîkekê şaş û metal ma, fikirî fikirî û piştre Kelîma Şehadetê anî Muslûman bû.

Piştî Müslûman bû wuha: “Ya Resulellah! Heta niha xeberên ji asîmanan ji te re dihatin me dideriwandin. Lêbelê bi vê hedîsa ku niha te var wallahî ji xeyrî min û Sefwan kesek pê ne serwext bû. Piştî vê axaftina di navbêna min û Sefwan de derbas bû, kesek berî min nehatiye Medînê, Wallahî min baş yeqîn kir ku Xweda te bi vê plana min serwext kiriye. Ez hemda Xweda dikim jibo ez Muslûman bibim min ve ba te.

Kesê li mizgeftê li ba Pêxember bi muslûmanbûna Umeyr pir kêfxweş bûn. Paşê Resulê Xweda gote eshabê xwe “Qur’anê pêş birayê xwe bikin û esîrê wî jî rizgar bikin.

Kurê wî Wehb jî rizgar kirin. Umeyr b. Wehb mişwarekî dirêj li Medînê dimîne. Hînî Îslam û Qur’anê dibe.

Di vê navberê de Sefwan b. Umeyye jî her roj diçe hewşa Ka’bê ji Qureyşîya re dibêje “hinek sebir bikin, pir di nêz de xeberne ku mexlubîyeta Bedrê bi we bide jibîrkirin hunê bibihîzin.”

Bes heyv derbas bûn Umeyr venegerîya, Sefwan meraq dike, ji kerwanan pirsa wî dike. Rojekê mirovek jê re dibêje, “Umeyr li Medînê Muslûman bûye.” Bes Sefwan bawer nake. Li gor nerîna wî dinya tev Muslûman bibe, Umeyr Mûslûman nabe.

Umeyr bin Wehb piştî ku xweşik hînî dînê xwe dibe, rojekê derdikeve hafa Resulê Xweda jê re wuha dibêje: “Ya Resulellah! Ji roja min bîrbir heta niha ez herdem jibo tefandina Nura Xweda xebitîm. Min eziyet û îşkencê giran li Muslûmana kirin. Heger hun destura min bidin ez dixwazim vegerim Mekkehê Qureyşîya dawetî Îslam û Quranê bikim. Heke daweta min qebul bikin baş e, heke daweta min qebul nekin û bere xwe buguherin, eziyetên berê ku min li eshabê pêxember kirine,  ez ê li wan jî bikim.”

Jibo vegerê Mekkehê Resulê Xweda destura wî dide. Umeyr dema vedigere Mekkê ewil diçe mala Safvan İbnû Ûmeyye jê re wuha dibêje:

– Ey Safvan! Tu eşrafê Mekkê ye. Dinav Qureyşîya de tu mirovekî aqilmend e. Tu çawa bawer dike ku ev û senem Rebb’i koydu mu? Li ser navê van puta tu çawa kurban gorî dike û dibêje ev dînê me ye? Ey Sefwan ez dibêjim jibil Xweda tu îlah tune ne û Muhemmed jî Resulê wî ye.

Êdî Umeyr li Mekkê mal bi mal, neqeb bi neqeb digerîya û teblîxa dînê Xweda li însana dikir. Bi teblîx û teslîmbûna wî gelek însan li Mekkê Îman bi Xweda û Resulê Wî anîn.

Di nerîna Îslamê de, di bawerîya mirovê Muslûman de yê ku kuştina me lazime li cem me ji nû ve jînê bibîne idi. Resulê Xweda ev heqîqet bi heyata xwe a pratîk şanî me daye. Yê jibo kuştina wî çûne cem, ji nû ve sax bûn.