Cewdet KaramanLI SER SITRANA TÊLÎ EYŞAN Û FEQÎ HESENÊ QIZQAPANÊ

Gelî xwendevanên delal! Herwekî ku hun jî dizanin di kevneşopiya kurdî de dengbêjî xaleke herî muhîm me ku tesîra xwe bi her awayî li ser jiyana Kurda kiriye. Elbette medreseyên Kurda jî ji vê tesîrê xalî nebûne û bi awayeke aşîkar gelek hal û ehwalên feqî û melayên Kurd di sitranên Kurdî de hatiye ziman û ketiye ser zarê gel.

Her wekî ku tê zanîn di dawîya sedsala nozdehem de li welatê me xwendina bi herfên ‘erebî di medresa de di şert û mercên zor û dijwar de pêk dihat. Di vî warî de barê herî giran li ser milê Melayan bû. Melayên Kurdistinê jî bi awayake fexrî melatî li gunda dikirin û di warê jiyanê de duçarî gelek tengasî û zehmetîyan dibûn. Gundîyan çarnaçar bo debara wan alîkarîya melayan dikrin. Yanî mela bi xwe di warê debarê de muhtacê alîkariya gel bûn.

Digel şert û mercên zor û zehmet; melayan hem di malên xwe de, hem di hucreyên camîya de hem jî di medreseyên taybet de gelek feqî hem perwerde dikirin hem jî xwedî dikirin. Ev rewş jî dibû sebebê têkiliyeke taybet di mabeyna seyda, feqî û ehlê mala seydayan de. Ji ber vê yekê bû gelek caran şakirdên bijare bi keçên seydayên xwe re dizewicîn û munasebeta xwe bi wesîla xinamtiyê didomandin. Carna jî evîna feqîyan yan jî a evîndara wan nivcû dima. Di vî warî de çîroka sitrana Têlî Eyşana Mela Mihemmedê Çuxurî û Feqî Hesenê Qizqapanê bo evînên nîvcû mînakek balkêş e.

Herwekî ku hûn jî dizanin li serhedê Kurdistanê di warê perwerdehîya feqîyan de ekola herî berbiçav ekola Norşîn bû ku ji vê ekolê gelek seydayên meşhûr rabûne û di warê ‘ilmê de xizmeta gel kirine.

Li gorî beyana dostê meyê hêja Newzat Emînoğlu teqrîben di sala 1921an de li Gundê Şêrwanşêxa Muşê melayek bi navê Mela Mihemmedê Çuxûrî digel muderîstîya medresê melatîyê Şêrwanşêxê jî dikir. Seyda bi xwe melayek ehlê tesewuf û ji ekola Norşîn bû. Çemê heftreng û Murat jî di vê herêmê de dighên hev û bi hev re diherikin. Ev herdû çem di serkaniya gelek sitranan de bo dengbêja bûne wesîla îhamê ku Sitrana Qîzên Gundê Erebo û Feqîyan jî yek ji wan e.

Digel ku gelek Feqîyên Mela Mihemmed hene jî di nav Feqîyên wî de kesê herî berbiçav, bedew û dengbêj Feqî Hesenê Qizqapanê ye.[1] Bi navê Têlî Eyşan keçeke seyda ya bedew heye ku wê jî hem bi bedewîya xwe hem jî bi dengbêjîya xwe di herêmê de nav û deng daye. Keçik xama û di heyama zewacê de ye. Dilê keçikê dikeve Feqî Hesen lê tu rê û dirba nabîne ku derîyê dilê xwe ji feqî re veke. Rojeke fursetek peyda dike û raste rast bi sitranê derîyê dilê xwe ji Feqî Hesen ra vedike. Lê muşkilatek heye ku Feqî Hesen sala borî zewiciye. Feqî bi sitranê ‘uzrê xwe tîne ziman û diyar dike ku ew zewiciye. Têlî Eyşan jî bi awayê kilamî diyar dike ku ew bi çûna ser hêwîyê jî qayile. Lê Feqî Hesen vê teklîfa wê jî red dike. Têlî Eyşan li ser vê yekê riya derî nîşanê Feqî Hesen dide û jê dixwaze ku ji medresa bavê wê biçe. Feqî Hesen bo çûna ji gund daxwaza kitêbên xwe ji têlî eyşanê dike da ku ji gund derkeve û biçe. Bes Têlî Eyşan poşman dibe lewra naxwaze ku mehbûbê wê ji ‘ilmê mehrûm bimîne. Loma evîna xwe di dile xwe de dinuxumîne û ji Feqî Hesen rica dike da ku ew ji gundê wan neçe û xwendina xwe biqedîne.

Ev sitrana ku emê ji deve Sidîqê Dudeng ango Sîdîqê Qarliovayê teqdîmî we bikin bingeha xwe ji vê evînê wergirtiye û li ser zarê dengbêja gîhaye me. Di vê sitranê de hem evîneke masûm, hem naçarîya feqîyan hatiye ziman.

De kerem kin em guh bidin dengbêjê xwe:

 

Keçik dibe: Feqî heyran!

Îro bejna te kine ne dirêje

Kuro! Weka rihana li devê gelîyan û mesîla îro şax davêje

Feqî!  Were li ser barê heqiyê ji min ra rast bibêje

Mala we li ku ye

Eslê xwe ji min ra rast bibêje

Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî lo ….

Ax de lo gidî lo feqî lo

 

Feqî dibê: Keçika delal!

Bejna min ne kine jixwe dirêje

Weka rihana li devê gelîyan mesîla ji xwe ra şax davêje

Lê lê wele gidî ji min ra dibêjin

Feqî Hesenê newala Qaqizmanê

Ê de mala me li serê newala dirêj e

Herê lê, gidî lê, gidî lê gidî lê….

Ax de lê gidî lê gidî lê…

 

 

Keçik dibê: Feqî heyran! Wele vê sibengê

Bejna te zirave heyran ji dara guncê

Di ber derê mala bavê min re derbas dibû

Îro cotek kewê sorê sor narincî

Lo lo gidî tu bidî xatirê Qur’ana tu dixwînî

Rast beje, tu ezepî ya zewicî

Gidî lo, gidî lo ax lo gidî lo ….

 

Feqî dibê: Keçka delal! Mal xirabê

Wele ezê vê sibengê ji teyra teyrê sipî me

Ezê di ber derê mala bavê te ra çûm û hatim

Gidî gelo ez firrîme

Lê lê wele qîzê rastiyê bipirsî

Par ezep bûm

Ezê îsal ji xwe ra bi dilê xwe zewicîme

Here lê, gidî lê, gidî lê, gidî lê….

Ax de here lê tu belayî gewrê

 

Keçik dibê: Feqî malmîrato heyran

Vê sibengê bejna te zirave ji dara bîyê

Kuro hêşîn dike îro li mizgeftê dîsa li ber camîyê

Feqî! Were min birevîne

Ad û qirarê xwedê li canê min ketibe

Heta sağ bim ezê li dunyayê

Ji te ra bikşînim qarê ser hêwîyê

Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî gidî lo ….

Ax de lo gidî lo Feqî lo

Lo lo wele heta sağ bim li dunyayê

Ezê ji te ra bikşînim qarê ser hêwîyê

Herê lo ax gidî lo gidî lo gidî lo….

 

Feqî dibê keçka delal!

Gidî Îro dilê min ji te ra bûye sêla di hesinî

Mîna behra Wanê, gola Golcikê

Vaporan û gemîyan îro lenger berdane binî

Minê nan û avê bavê te xwariye dûrê min here

Tuyê li ser doşeka Xwedê w pêxemberan

Dê w xwuşka minî

Herê lê, gidî lê, gidî lê gidî lê….

Ax de here lê tu belayî gewrê

 

Keçik dibê: Feqî malmîrato!

Tu hewqa qurre bûyî

Tu li xwe mêze dikî tu dibê ez bûme behra wanê

Hela mêze ke li vaporan û gemîya

Îro dîsa xwe berdanê

Dibê feqî tu li xwe mêze dikî

Tu dibê ez bûme çiyayê Bilêcanê

Malxirab! Hela mêze ke li qarşî xwe li Xelatê Sîpanê

Lo lo tu li xwe mêze dikî

Tu dibê ez bûme çiyayê Egrî Dağê

Hela bi ser xwe da mêze ke li mijê li dûmanê

Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî lo ….

Ax de lo gidî lo Feqî lo…..

 

Feqî dibê! Keçka delal

Gidî vê sibengê dilê min bû sêla di hesinî

Ez te kuda birevînim

Xelkê bêje viya qîza ciddê te ye

Ne malxirabê vê sibê tu qîza seyda û ciddê minî

Lê lê wele min carkî ji te ra gotiye

Tuyê li ser doşeka Xwedê û pêğemberan

Dê w xuşka minî

Herê lê gidî lê, gidî lê, gidî lê….

Ax de here lê tu belayî gewrê

 

Keçik dibê: Feqî malmîrat

Wele ber derê mala bavê min cadde ye

Rojê deh heb xwezgînîyê wek te

Li ber derê mala bavê min heye

Lo lo malxirab tu min narevînî

Gîdî va qurretiya ji te w bavê te zede ye

Rabe gidî kitêb û mishefê xwe bigre

Derkeve here ji mala me ye

Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî, gidî lo ….

Ax de lo gidî lo feqî lo…..

 

Feqî dibê: Keçka delal

Ber derê mala bavê te cadde ye

Bejna te zirav e

Wele ez dizanim îro rihaneke bêman e ye

Lê lê ka kitêb û mishefê min bide

Ezê ji xwe ra derkevim herrim ji mala we ye

Keçê bes e ji destê te ye

Gidî lê, gidî lê, gidî lê….

Ax de here lê tu belayî gewrê

 

Keçik dibê: Feqî! Gotinê min ji te re gotî

Ew gotin ne layiqê te ye

Ew gotin layiq min û bavê me ye

De tu vegere mala bavê min

Wele kurro tewla hespê te ye

Gidî lo, gidî lo, gidî lo, ax lo gidî lo ….

Ax de lo gidî lo Feqî lo….

[1] Wersîyona sıtrana Sidîqê Bozo daxil di gelek wersîyonên vê sitranê de navê qehremanê sıtranê wek Feqîyê Qizqapanê hatiye diyarkirin bes ev ne rast e rastî ew e ku qehremanê vê sitranê Têlî Eyşan û Feqî Hesenê Qizqapanê ne. Hinek dengbêjan pêyva Qizqapanê wek peyva Qaqizmanê fêm kirin ku ev şaş e.