GiştîMustefa TuranKURD MUSLUMANTÎYÊ JI XWE RE ŞEREF DIBÎNIN

Îman anîna bi Xweda Te’ala û qebûl kirina dînê wî, ji bo însan bêgûman, nî’meta herî mezin e. Ger mirov Xweda Te’âlâ nas neke û li gorî dînê wî nejî; dixwaze bera dinya tev a mirov be, bêfêde ye. Lewra hebûn û ni’metên vê dinyayê ne ebedî ne. Çiqas maldar û dewlemend be jî, mirov ji mirinê xelas nabe.

Muşrikên ‘Erebîstanê serê pêşî, banga Qasidê Xwedê Hz. Muhemmed (s.‘e.w), qebûl nekirine û bi Qasidê Xwedê re şer kirine. Xwestine ku nûra Îslamê vemirînin. Lê belê, heq jê derneketine û piştî demeke hindik, teslîmî wê bûne. Ew nûra ku di sala 610’an de li Mekkê derket, piştî 23 salan, di pey wefata Hz. Muhemmed (s.‘e.w) de jî tevê ‘Erebîstanê ronî kirîye.

Di dewra Xelifê Îslamê Îmam ‘Ûmer de, piştî wefata Pêxemberê mê (s.’e.w.) bi heft salan welâtê Kurdan, ji teref qumandarê Îslamê Îyazê kurê Ğenm ve hatîye fetihkirin. Îro ji alîyê çand û medenîyetê ve bajarê Kurdan ê herî mezin Amed (Dîyarbekir), di 27ê Gulana 639an de, ji destê Bîzansê hatîye derxistin û fetihkirin. Eşkere ye ku piştî ‘Ereban, ji qewmên herî pêşî yên bi Îslâmê muşerref bûne, yek jî qewmê Kurd e.

Qewmê Kurd, di tevê dîroka xwe de, ji ber ku ji destê Rûma û Persîyan zulm pir dîtibû, Îslamîyet ji xwe ra xelasî dîte. Ji ber vê di qebûlkirina Îslamîyetê ya Kurdan de zehmet çê nebûye. Piştî demeke hindik, Îslam ji xwe ra dîn qebûl kirine û ji bo Îslamê xîzmet kirine. Bi Îslamê huzûr dîtine û di qada ‘ilm û medenîyetê de, xizmetên mezin kirine. Ji bo teblîğ û belav kirina Îslamê, al xistine destê xwe. Singê dînê Xwedê Te’âlâ, di ‘erdê de qenc bi cî kirine. Di girêdan û wefadarîya dînê Îslamê de, heta niha ti carî sistayî nekirine.

Emperyalîstên ğerbî, qewmîyetperestî di nav gellên ‘Ûsmanîyan de belav kirin û pê dewleta ‘Usmanî xera kirin. Gellê Misliman jî, ketin bin bandora nexweşîya qewmîyetperestîyê. Li ser ‘erdê Mislimanan, dewletên netewî hatin saz kirin ku benê serokên van dewletan teva, di destê ğerbîyan de bû.

Ji ber ku ğerbîyan, di vî warî de tu hêvî di qewmê Kurd de nedîtin, welatê Kurdan di nav Tirk û ‘Ereb û Farisan de kirin çar perçe. Bi vî awayî îdara Kurdan xistin destê van gelan û fitneke pir mezin xistin nav her çar milletên Misliman.

Serok û îdarevanên ku hefsarê wan di destê ğerbîyan de, ji bo jîyana Îslamî ji nav mislimana rakin, bi tevê hêza xwe xebitîn. Xwestin Îslamê ji heyatê derxin û hepsî ûjdana bikin. Xwestin di nav gellên Misliman de, fikr û ramana çepgirîya neteweyî belav bikin û Îslamîyetê li derve bihêlin. Çi heyfe ku di vê armanca xwe de, biserketin. Ji xeynî Kurdan, di nav gelê Mislimanên din de, komeke bihêz ku şêwaza jiyana Ewropî pejirand û parast derkete holê.

Li Tirkîyê bi rîya Kemalîzmê, xwestin Kurdan ji Îslamê biqetînin. Lêbelê, digel hemî zulm û zordariyên xwe jî, nikarîne dilsozîya Kurdan a ji Îslamê re ji holê rakin. Bil’ekîs dilsoziya Kurdan a ji bo Îslamê, hê bêtir zêde bûye.

Ğerbîyan, di armanca xwe ya li ser Kurdan de serkevtin bi dest nexistin; lêbelê dîsa jî nesekinîn. Xwestin bi gellê Kurd bidin qebûlkirin ku xelasîya Kurdan ji zulm û zorîyan, tenê bi fikra Kurdperwerîyê û serhildana bi wê mumkin e. Di dawîya sedsala bîstemîn de, ev fikr û raman, di nav gel de belav bû û tesîra wê li ser qismekî gel, gelekî xûya bû.

Qewmê Kurd, ev nêzîkî sed sal e, ji ber bindestîyê li paş maye; qismek ji gelê Kurd, bi armanca rizgârîyê, xwe bi partîyê çepgirê netewî girtîne. Ji ber vê, tu dibê qey hêzên emperyalist, gihane armanca xweya li ser Kurdan. Lewra armanca wan a sereke, dûrxistina Kurdan ji Îslamîyetê bû. Wan digo qey şert gihaştine û di vê rê de, bi destê ğulamên xwe yên herêmî, gelek îş û kar kirin. Ji Kurdan re gotin: “Ji dînê Îslamê ku dînê ‘Ereba ye, xwe xelas kin; wekî herkesê hûnê jî azad bibin!”

Lêbelê emperyalîst, şaş difikirîn. Lewra Kurdan, baş zanibûn ku Îslam, ne dînê qewmekî, millletekî û qismekî însana tenê ye. Îslam dînê Xwedê Te’ala ye ku ew xaliq û afirînerê erd û ‘ezmana ye. Hem divê ğerbî û ğulamên wan, vêya bizanibin ku “Kurd, bi Mislimanîya xwe şanaz in, xwedî şeref in û heya qiyametê jî wê pê şanaz bin û xwedî şeref bin!”