Ji Sa’d Kurê Hîşam hatîye rîwayetkirin ku wiha kerem kirîye:
Min ji Hz. ‘Aîşe (Xweda jê razîbe) re got; “Jî min re behsa exlaqê Resulê Xwedê bike.”
Hz. Aîşe bersiv da û got; “Exlaqê Pêxember, Qur’an bu.” (Muslîm, Musafîrîn 39)
Xwendevanê hêja! Çawa ku Qur’ana Kerîm ji bona me çavkanîya hîdayetê ye, Resulê Xwedê jî Rêbertîya vê hîdayetê dike. Bo em bibin Misilmanek baş, lazim e em tabi’ê Sinneta Pêxember bin. Lewra Pêxember ji nefsa me jî çêtir û li pêştir e. Evya Xwedayê kaînatê ji me dixwaze. Lazim e em Wî ji dê û bavên xwe, ji zar û zêçên xwe û ji tevê însanan bêtir hez bikin. Çimkî Ew jî ji me pir hez dike, pir bi şefqet û merhemet e û zehmetkêşiya me li ser wî pir giran e û meraqdarê meye.
Jiber ku jîyana Pêxember Qur’an bû, eger em heyata xwe li gor heyata Wî bi’edilînin û bixemlînin, emê Qur’anê jî baş fehm bikin û rêya hîdayetê qezenc bikin.
Di Qur’ana Kerîm de Pêxember (s.x.l.), wek nî’metek û qencîyeke mezin e.
“Bi sond be Ellah qencîyeke mezin li muminan kirîye ku ji wan re Pêxemberek şandîye, ew pêxember ji wan re ayetên Xweda dixwîne, wan (ji şirk û neqencîyê) pak û paqij dike, Qur’an û hikmetê hînî wan dike.” (Alî Îmran 164)
Ji Aleman re Rahmet e.
(Resûlê min) Me tu şandîyî bes ji bo aleman re bibî rehmet. (Enbîya 107)
Xwedî exlaqekî mezin e.
“Û bêguman tu li ser exlaqekî mezinî.” (Qelem 4)
Mînaka herî xweşike.
“Bi sond be di Resûlê Xwedê de, ji kesên hêvîya gihîştina (qencîya) Ellah û axretê dikin û Ellah pir zikir dikin re mînaka herî xweşik heye.” (Ahzab 21)
Tê fehmkirin ku cenabê Pêxember di her warê jîyanê de ji ehlê îmanê re Rêberekî bêhempa ye. Bo em bighîjin miradên xwe, Zatekî jêneger e.
Pîvange, Kritere.
“Bibêje: Eger hûn bi rastî ji Xwedê hez dikin, naxwe bidin pey min, Xwedê dê ji we hez bike û li gunehên we bibore…” ( lî İmran 31)
Evan ayetên me zikir kirin, hewcedarîya me ya bi Resûlê Xwedê û giringîya sinneta Wî bi me dide zanîn.
Em Cennetê gelek dixwazin û ji bo wê dişuğilin. Kesê ku cennetê naxwaze tuneye. Ji bo çûna cennetê Resûlê Xwedê vê rêya pêş me dike.
Resulûllah kerem kir got: “Ji ğeynî yê ku naxwazin, wê tevê ummeta min bikeve Cennetê.”
Li ser vê hate gotin: Ya Resûlê Xwedê! Ma kî naxwaze bikevê Cennetê?
Resulûllah got: “Kî îtaetî min bike, wê bikeve Cennetê, kî li dijî min derkeve cennetê naxwaze.” (Bûxarî, İtisam 2)
Hate fehmkirin ku rêya herî ewle, bo çûna cennetê reya herî kurtikî û jîyanekî bexteyarî ku wek dewê ceribandîye, jîyana Nûra çavê me Hebîbê Xweda ye.
Xwedayê me! Me bigerîne ummetek liyaqî Hebîbê xwe. Amîn.