Li Ser Qiseta Hz.Yûsûf (A.S)

Article

Derheqê sûretê Hz. Yûsuf (a.s) de di Qur’ana Piroz de tê gotin qisseta herî xweşik. Lewra di vî sûretî de ‘îbret û dersên gelekî mezin hene. Tê de serpehatiya Hz. Yûsuf (a.s.)  ji me re tê gotin. Di wî sûretî de, dûrketina wî ya ji bav û welêt, hesreta bav a li hember kûr û hesreta kûr a li hember bav û welat mijarên sereke ne… Mirov dibîne ku sûre bi xewnekê destpê dike. Hz. Yûsuf ji bavê xwe re dibêje mi xewnek dîtiye. Mirov bi rastî bêje, di jiyana insaniyetê de û di jiyana enbîya de cihekî mûhîm ên xewnan heye.

Di zindanê de hevalên wî jî xewnan dibînin. Hz. Yûsuf wan xewnên wan te’bîr û şîrove dike. Wî bêtir bi rengekî mucîzewî bi te’bîra xewnan dizanî. Weke ku hûn jî dizanin xewna herî mûhîm ya ku nedihate şîrovekirin û pey re bi saya serê wî hate şîrovekirin a hikûmdar bi xwe bû. Berya ku serî lê bidin eşraf, zana û kahîn gelekî mabûn heyirî di şîrovekirina wê xewna hikûmdar de. Lê Nebiyê Xweda Hz. Yûsuf (a.s.) ev xewn bi hesanî te’bîr kir. Hikumdar jê gelekî memnûn ma û ew kire wezîr li ser xezîna Misrê.  Ew di wezirtiya xwe de bi zanîn û bi ‘edalet hukum dike û qevmê Mısrê ji ğelayê bi selametî xilas dike. Bi wê ‘edalet û zanîna wi -ne bi kotekî- bi xweşî qewmê wî, berê xwe dide dînê Xuda û qebul dike. 

Ji qisseta Hz. Yûsûf (a.s.) tê fehmê û her wekî ku em dizanin Hz. Yûsûf (a.s.) bi xweşkayî ya xwe jî meşhûr bû. Xudayê Te’ala bi çi nîmeta ku li însan bexişandiye bi wê nîmetê jî ew îmtîhan kiriye. Hz. Yûsûf (a.s.) jî ji bo gelek ders û ‘ibretan bi pîrekan tê imtîhan kirin. Lê bi nesreta Xwedayê Te’ala Hz. Yûsûf (a.s.) ji vê imtihanê bi serfirazî derbas dibe. Dek û dolaba herî mezin ji hêla pîrekan ku ji Xweda natirsê tê hazirkirin. Di axirê zaman de û di çağa îro de jî însan ji wî alî ve tên îmtîhan kirin. Ev jî ders û îbreteke gelekî mezin e ku Qur’ana Pîroz diyariyî me kirye.

Peyxemberê Xweda Hz. Yûsûf (a.s.) bi birayê xwe ji tê îmtîhan kirin. Le weke qissa Hz. Habîl întiqamê ji birayê xwe nastîne, wana ’efû dike. Gelek caran tê gotin ku zeman dermanê her tiştî ye. Heke ku meriv sebir bike gelek muşkulên ku li ber ça’van ‘eyan in te dît ku bi awayekî di dirêjiya demê de hatin çareserkirin. Di destpêka qissetê de dema ku Hz. Yûsuf di bîrê ve tê avêtin, tu kesî yeqîn nedikir ku Hz. Yûsûf rojekê di welatekî weke Misrê ê bibe wezîr. Di dirêjiya demê de çi muşkîlatê ku di serê jiyana wan de hene tev çareser dibin û Xuda wan ji temam tengasiyan xilas dike.   

Di sûret de Hz. Yakûb (a.s.) behsa sebra cemîl dike. Di beriya vê gotina wî de belki însaniyetê sebir nas dikir,  lê nizanîbû sebra cemîl çiye û çi tişt e. Pêxemberê Xweda bi wan wesîleyan ev jî bi me daye zanîn. Di davîya sebra cemîl de Xweda ew ji hesrata qelb xilaskirine û bav gihandiye ewladê wî û hwd.

Di qisseta Hz. Yûsûf (a.s.) de, serpêhatiya zîndanê jî cihêkî muhîm digre. Di wê yekê de jî ders û îbret ji me re hene. Xuda bi me dide zanîn ku Peyxemberê Xweda jî ketine heps û zîndanan. Di hayata insanan de zindan mumkun e û gelek caran ji bo hinek kesan ev yek parçeyek ji jiyana wa bi xwe ye. Û zîndan di jiyana wan de weke derfeteke nû derdikeve pêş û berhemên xwe bi sebrê digihîne. Lewma ji zîndanê re hatiye gotin Medrese-î Yusufîye. Lewra Hz. Yûsûf (a.s.) bi zîndanîbûna xwe daye nîşan ku jiyan belki ji bo tiştna tê seknandin, lê ji gelek hêlan ve bi awayekî dî dewam dike. Hz. Yûsûf (a.s.) di vê derbarê de jî nimûneyeke bêhemta û herî xweşik e.

Ji bo yên bixwazin ders û îbretan wergirin, di sûret û qisseta Hz. Yûsûf (a.s.) de gelek îbret hene. Çiqas mirov li ser difikire, hinek ders û îbretnên dî jî têne bîra yekî. Û mirov fehm dike bê çima Xweda tê de behsa Hz. Yûsûf (a.s.)  kiriye û gotiye qisseta herî xweşik.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Li Ser Biratîyê
Ê Li Pey Guherandin Lê Belê Bi Bal Îslamê Ve

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.