Şervanê Ûhûdê Yê Cehennemî

Article

Muşrîkên Mekkeyê jibo tola xwe ya Bedrê li erdê nehêlin û heyfa xwe hilînin, xwestin ku artêşeke birêkûpêk û mezin bicivînin ser hev û êrîşî misilmanan bikin. Gava Resûlûllah (S.X.L.) bi amadehiya muşrîkan ya şer hesîya, tavilê bi birayên xwe yên Ensar û Muhacîr re şêwrek danî. Di vê şêwrê de eshaban xwest ku ewil Resûlûllah (S.X.L.) pêşnîyara xwe pêşkêş bike. Resûlûllah (S.X.L.) pêşniyara xwe wiha peşkeş kir: “Heke hun jî guncav bibînin fikra min ewe ku em li Medîneyê bimînin û bi wan re li vir şer bikin.”

Piştî Resûlûllah (S.X.L.) pêşnîyara xwe anî ziman êdî bi sehabeyên xwe re şêwirî û ramanên wan ên derheqê şer de guhdar kir. Lê belê yên di şerê Uhudê de şerbeta serkeftinê vexaribûn û hin ciwanên xwîna wan dikeliya, dixwestin ku li derveyî Medînê bi muşrîkan re şer bikin. Li ser vê yekê daxwaz û pêşniyara Resûlûllah (S.X.L.) di taldê de ma.

Ji rojan roja înê û wexta xutbê bû. Bi hev re nimêja xutbê kirin. Piştî xutbe dawî bû Resûlûllah (S.X.L.) berê xwe da malê û çû cilên xwe yên şer li xwe kir. Wê gavê hinek misilmanan fam kir ku şaşî kirine û daxwaza Resûlûllah (S.X.L.) guhdar nekirine. Van kesên hanê li xwe poşman bûn û çûn cem Resûlûllah (S.X.L.) û wiha gotin: “Ya Resûlûllah (S.X.L.)! Tu hezdikî emê li vir, li Medîneyê bimînin û bi wan re li vir şer bikin.”

Lê belê Resûlûllah (S.X.L.) ev daxwaza wan nepejirand û wiha bersivand: “Dema qasidek cil û bergên şer li xwe bike, wê gavê ji xwe kirina wan kincan qet çênabe.”

       Artêşa misilmanan ku nêzîkî hezar şervanî bûn ket rêya cîhadê. Di rê de nêzikî 300 munafik ji artêşa islamê veqetiyan û di şûn de vegeriyan. Di encama vê bûyerê de hejmara misilmanan daket 700 şervanî. Xwedayê Teala bi vê bûyerê xwest ku yên misilman û yên munafik bi awayekî zelal ji hevdû veqetîne. Cîhad ji bo vê mebestê her dem rêbazeke ilahîye.

       Artêşa misilmanan û muşrîkan li nêzîkî çîyayê Uhudê gihaştin hev. Berî di navbera wan de şer biqewime, Resûlûllah (S.X.L.) ferman da ku 50 şervanên tîrvan herin li ser çîyayê Uhudê bicih bibin. Ligel vê yekê ev hişyariya dirokî jî da wan: “Heke we dît ku birayên we yên misilman şehîd ketin û qijikên beratayan êrîşî ser laşên wan kir û goştên wan xwarin, dîsa jî cihê xwe qet neterikînin.”

       Şer destpêkir û misilmanan bi pêlewanî êrîşî ser muşrîkan kir. Di vê hingameyê de şervanên ku li ser çiyayê Uhudê hatibûn bicihkirin, cihê xwe terikandin û bi helwesteke serkeftî daxilî qada şer bûn. Lê belê muşrikan li derdora çiyayê Uhudê zîvirîn û ji dawiyê de li misilmanan xistin. Misilmanan ji ber ku cara duyemîn guhdariya Resûlûllah (S.X.L.) nekirin û fermana wî binpê kirin, di cengê de têk çûn. Heman awayî ev şerê hanê jibo ceribandina bawermendan jî bû ezmûneke ilahî.

       Ji şervanên artêşa misilmanan jê yek jî Kûzman bû. Kûzman di vî şerê Ûhûdê de bi awayekî mêrxasî û qehremanî bi muşrîkan re şer kiribû. Heta dawiya şer bi tena serê xwe nêzîkî 7-8 muşrîk li erdê rastkir û di encama vî şerî de bi giranî birîndar bû. Piştî şer tefiya û misilman vegeriyan Medîneyê, hinek eshaban li cem Resûlûllah (S.X.L.) qala mêrxasiya Kûzman kir û pesnê wî vedan. Bi rastî Kûzman di vî şerê Ûhûdê de bi giranî birîndar bûbû. Lê belê Resûlûllah (S.X.L.) di heqê Kûzman de vê gotina balkêş bi kar tîne: “Kûzman merivekî Cehennemî ye.”

Misilmanên ku li wir bûn bi vê gotina Resûlûllah (S.X.L.) şaş û ecêpmayî man. Pişt re berê xwe dan Resûlûllah (S.X.L.) û jê re wiha sewal kirin: “Ya Resûlûllah (S.X.L.) merivekî wiha mêrxas û qehreman ku bi tena serê xwe nêzîkî 7-8 muşrîk kuşt û ew bi xwe jî bi giranî birindar bû. Çawa dibe ku ev kes bibe Cehennemî?” Resûlûllah (S.X.L.) vê pirsa wan  wiha bersivand: “Bêguman Kûzman ne jibo razîbûn û doza Xwedayê Teala, tenê jibo qewmê xwe şer kiriye.  Ji ber vê yekê Kûzman merivekî Cehennemî ye.” Weke ku Resûlûllah (S.X.L.) jî anî ziman Kûzman vê dawiyê li xwe mikur tê û dibêje ku ne jibo Xwedayê Teala, tenê jibo qedr û rûmeta qewmê xwe şer kiriye. Piştre Kûzman xwe dikuje.

       Xulase yên ku hewildan û tevgerên wan ne jibo razîkirina Xwedayê Teala be, ne jibo serdestbûna dînê Xwedayê Teala be, ew xebat û kirinên wan bi tevahî pûç û bênirx in. Li cem Xwedayê Teala tu qîmeta wan tune ye. Yên ku mîna Kûzman heke tenê jibo rûmeta qewmê xwe têbikoşin, bêguman dawiya wan jî ewê weke Kûzman bibe dojehî.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Şîroveya Hin Çarînên Baba Tahirê Ûryan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.