
Di rojeva Tirkiyê de ev bû demeke dirêj ku derbarê amadekirina makezagoneke nû de minaqeşe didomin. Ev minaqeşe bi bangawazîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir. Piştî vê bangewazîyê, ji teref gelek kesan,partî û sazîyan ve daxuyanîyên piştgirî hatin beyankirin. Lewra di amadekirina makezagoneke nû de heme bêje hemû kes mutabiq in. Lê di naverokê de ev mutabiqtî mixabin nîne.
Lewra daxwazên her kesî ji hev cuda ne. Em ê jî di vê mijara derheqe makezagona nû ya ku bê amadekirin de fikrên xwe bînin ziman. Di vê mijarê de gelek daxwazî û pêşnîyazên me jî hene. Lê belê bi taybetî em ê li ser astengîyên li ber ziman û perwerdehîya zikmakî bisekinin.
1- Astenga yekem di beşa 2yan a makezagona niha ya di merîyetê de de ye û tê de wiha tê gotin: “…zimanê fermî Tirkî ye.” Di beşan 4’an de jî guhertin û pêşnîyaza guhertina vê beşê jî hatîye qedexekirin.
Ji vê qanunê re îtiraza me ev e: Li Cumhurîyeta Tirkî nêzî 25 milyon kesên Kurd dijîn. Di Herba Cîhanê ya Yekem de welatîyên Kurd ji bo rizgarkirina vî welatî bi dujmin re şer kirine û di ber vî welatî de canê xwe dane. Ji bo vê qasî em dibêjin: Bila zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî ya duyem.
2-Astenga duyemîn beşa 42’an e. Di vê beşê de ev asteng wiha derbas dibe. “…Ji welatîyên “Tirk” re (bala xwe bidnê ne ji welatîyên Tirkîyê re) ji bilî zimanê Tirkî tu ziman di sazîyên perwerdehî û hînkirinê de wek zimanê zikmakî qet nayên xwendin û hînkirin. “ Di dewama beşê de ji bilî zimanê Tirkî hemu zimanên din jî bi zimanê biyanî tên qebûlkirin.
Di van beşên makezagonê de xweş tê fêhmkirin ku ji bilî nasnameya Tirk û zimanê Tirkî ve tu nasname û zîman nayên qebûlkirin. Li vî welatî ne Tirk tenê dijîn. Heke wê makazagoneke nû bê çêkirin bila hebûna welatîyê din jî bê dîtin û derbarê ziman û hemû mafên mirovahîyê de heqê wan bên dayîn.
Kalemine sağlık üstadım severek takip ediyoruz hayırlısı ile yeni yazıları da bekliyoruz. Allah cc emeğini boşa çıkarmasın.selam dua ve muhabbet ile
Niviskariyawe yekemin bi der u berbe inşaallah