Ma Qey Hezkirina Qewmê Xwe Nijatperestî Ye?

Article

 

Mafên gelê Kurd ev nêzî qernekê ye ku tune tên hesibandin û tên înkarkirin û gelê Kurd tê asîmîlekirin. Gelê Kurd di domahîya dîrokê de ji ber zilm û zordarîyên hatine serê wan, pir bêhêz mane. Ji ber vê jî milletekî mustez’ef e.

Misilman divê li cem gelên mustez’ef cî bigrin. Bi taybetî jî ku ev gel Misilman be, wê çaxê ev dibe berpirsyarîyeke Îslamî… Îhlalkirina mafan zilm e. Sekna li hember zilmê û parasantina mafê mezlûman vezîfeyeke Îslamî ye.

Resûlûllah ‘eleyhîssalatû wesselam weha ferman kiriye: “Bibine alîkarê mezlûman” [1]

Kesî ji me gelê xwe neneqandîye. Xweda em Kurd afirandine. Em di nav vî gelî de çêbûne û mezin bûne. Ji ber vê em li hember wan berpersiyar in. Divê em ji bo mafên wan ên hatine ğesbkirin, bitekoşin û em wan derxine statuya gelên dinyayê ên azad… Dînê me vêya fermanî me dike. Em serê pêşî ji gelê xwe mesûl in.

Heke em vê vazîfa xwe pêk neynin, wê hinkî din bikin. Ev kes heye ku dijminê dînê Îslamê jî bin ku îro bi pirahî ev in. Dema gelê Kurd li cem bêdîna cî bigrin, gunhê wan di stuyê me de ye. Lewra me vezîfa xwe nekiriye. Ku me vezifa xwe bikirna û me xweyîtî li wan bikirna, me ji bo mafên wan ên hatine ğesbkirin tevgerek bikirna, wê ji dêlava dînsizan li cem me bisekiniyana.

Em ji vî gelê re ku ji dema Îslam qebûl kiriye heta îro xizmeta Îslamê kiriye û di vê oxirê de gelek zehmetî, tengasî û gelek te’de û zordarî û komkujî dîtîne xizmetê nekin, ma emê ji kê re bikin?

Civak wek pitikê ye. Kî xwedîtîyê lê bikê, hewcetîyê wê pêk bîne, li cem cî bigre, wê xwe bavêje hemêza wî. Kî bi hezkirin û bi dilovanî û bi dilevînî nêzî bibe, pirsgrêkên wê pirsgirêkên xwe bibîne, wê xwe lê bigre. Kî pirsgirêkên wê çaraser bike, zehmetî, derd û kulê wê hilîne û di vê oxirê da berdelê bide, wê wan bişopîne. Di fitreta însan de ev heye. Civak ji fitreta însan ne dûr e.

Îslam, ji bo ‘edaletê li ser rûyê erdê bike hakim hatîye şandin. Resûlê Xweda (sav) ji bo ‘edaletê bike hakim mucadele daye û di dewra xwe de kiriye hakim. Bi vî awayî temelê wê avêtîye. Em ku bi Wî bawermend in, lazim e li ser me tesîskirina edalatê. Ji bo vê jî divê em pir bixebitin. Zilm li kê were kirin, neheqî û bê’edaletî li ku derê hebe, divê ku em li hember bisekinin. Ku em xwe kerr bikin, bizanibin ku wê çaxê em di bawerîya xwe de nedilsoz in.

Kufr devam dike, lê zilm devam nake. Cehd û ğeyrata hemî pêyxemberan li hember kufr û zilmê bû. Sekna li hember kufr û zilmê berpirsyarîyeke dînî ye. Îslam bi xwe edalet e. Kesên ku ji bo Îslam bibe hakim di xebat û cehdê da ne, her weha li hember zilmê ne jî. Misilman ji ber mesûlîyeta Îslamî li hember zilm û zorê disekinin.

Îro gelê meyî Kurd, ji ber ku mafên wan ên însanî hatine ğesbkirin, zilm li wan tê kirin, xebat û cehda bawermandan li hember vê zilmê nenijatperestî/qawmîperestî ye. Bes sila–î rehma Îslamî ye. Qesta min ji mafên ğesbkirî ew mafên ku bi Qur’an û sinnetê ji hemî însanan re bi taybetî jî ji misilmanan re hatine dayîn. Wexta em dibêjin, divê ku em li cem gelê Kurd bisekinin da ku em mafên wan ên ğesbkirî, carkî din li wan vegerînin ne bi tenê bi mitalên qawmî, bes bi mitalên Îslamî.

Nîjatperestî ew e ku xwe ji qewmê bilî xwe mezintir û bi rûmettir bibîne û qewmên din ji xwe re xulam xwe jî xweyî bihesibîne. Ew hestên şeytanî in. Şeytan xwe di xulqîyetê de ji însan mezintir dît, bêemrîya Xweda kir. Kî xwe dixulqîyetê da ji kesên din mezintir bibîne, gunehê şeytan kirî dike. Hezkirina qewmê xwe hesteke fitrî ye. Bê çawa meriv ji herkesî bêhtir hez ji dê û bav û xweşk û birayê xwe dike, her weha meriv ji qewmê xwe jî bêhtir hez dike.

Mêzîna me Qur’an û sinnet e. Qur’an dibêje encax mu’min bira ne. Ev ji me re esas e. Em tu carî nabêjin merivekî ji qewmê me Nemisilman ji merivekî bilî qewmê me Misilman çêtir e. Haşa we kella! Em merivekî Misilman ji bilî qewmê xwe nadine bi hezar merivên Nemisilman ji qewmê xwe. Lê dema zalim Misilman be, pêwist e ku em li hember wî bisekinin.

Gelê Kurd Misilman e. Em li vê meselê ji hestên qewmî zêdetir, bi çavê biratîya Îslamê dimeyzînin. Gelê Misilmanê Kurd, pêşiya her tiştî birayê me yên Misilman in. Sitirîyek di lingê Misilmanekî de here, êşa wê dide canê hemî Misilmanan. Misilman wek azayê wicûdekê ne. Dema azayek biêşe, hemî wicûd diêşe. Heke rewş ne weha be, di wir de pirsgirêgek heye.

Mêzîna me Qur’an û sinnet e. Em li pirsgrêka gelê Kurd jî bi vê çerçoveyê dinêrin. Mafên Qur’an û sinnetê dane mirovan bi taybetî jî yên misilmanan, em mafên hatine bidestxistin qebûl dikin. Ji ber vê jî lazim e mafên hatina ğesbkirin cardin werne dayîn. Em jî divê bi rêyên meşru’ ji bo vî tiştî bixebitin û bitebitin. Cehd û xebata di vê mijarê de ne nijatperestî ye.

Kesên vî tiştî nijatperestî dibînin, lazim e kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin ka vî tiştî bi çi mitalê dibêjin. Bi sebeb hestên Îslamî an bi sebeb hestên qewmî vê gotinê dikin. Hezkirina qewmê xwe ku nijatperestî bûya, divêyabû ku tu pêxember hez ji qewmê xwe nekiribûya. Parastina mafên gelê Kurd, wezîfeyeke Îslamî ye. Em jî bi vê şu’ûrê li vê meselê dimeyzînin.                              



[1] Camius’sağir

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê Perwerdehîya Bi Zimanê Dayikê, Çima Girîng E?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir