VEGERA BI BAL XWEDA VE

Article

 

            Pêxemberê me (s.x.l) weha ferman dike: “Li ba Xweda ji di’ayê bi qiymettir tu tişt nîne.”

Ji Nu’man b. Beşîr hatiye rîwayetkirin ku Pêxemberê me (s.x.l) weha gotiye: “Dia ta’et bi xwe ye” Piştre ev ayet xwendiye: “Xweda wiha ferman kir: “Ji min re di’a bikin da ku ez di’ayên we qebul bikim. Ê ku kibra wî nehêle evdîdiya min bike, wê bi hîzîtî bikeve dojehê de.”

           Ji Ebû Hureyre hatiye rîwayetkirin kû Pexemberê me (s.x.l) weha gotiye: “Dema we ta’et ji Xweda re kir, bi bawerî taetên xwe bikin. Zanibin ku Xwedayê Te’ala, diayên bi qelbekî sersar bên kirin qebul nake.”

          Îro em li civakê dimeyzênin, xuya ye kû gunehên ji dewra Hz. Adem heta vêga hatina kirin, tev jî îro tên kirin. Bi rastî îro Pêxemberê me were nav civaka me, bêşek ewil wê me da’wetî Xweda û dînê Îslamê bike. Bila tu kes vê gotina min giran nebine. Lewra em di nav gunehan de xerq bûne. Xweda emrê me bi qenciyê dike, em çi dikin? Em dikevine heqqên evda û zilm û zoriyê dikin, têkiliyên bi xwediyên xwe re qut dikin,  bi ya dê û bava nakin, di dan û standinê xwe de hîla dikin, faîzê dixun û em karin li gor hijmara der û dora xwe bêemriya zêde bikin. Gelo ev cesaret ji ku tê, qey hema ku em bi nav misilman in, em dibêjin me bihişt heq kiriye, an em pişta xwe bi Emerika û Rusyayê ve girê didin? Qey ev nayê me’neya ku em şerê Xweda û Pêxemberê wî dikin? Gelo ma heta kengî emê di vî halî de bin? Ên ku piçek wîjdan û bawerî pê re hebe, pêwîst e kû xwe ji vî halî derxe û xwe bigihîne wan însanên ku di rêya Xweda de jiyana xwe didomînin. Lewra Xweda di Qur’ana pîroz de weha ferman dike:

“…Bêşek heta kû qewm rewşa xwe neguherîne,  Xweda rewşa wan naguherîne…” Rad - 11

         Ebu Hureyre dibêje: Pêxemberê me (s.x.l) rojekê weha got: “Gelî mirova! Xwedayê Teala paqij e, ji paqijiyê pêve tiştekî qebûl nake.” Tiştê ku Xwedayê Te’ala ji bawermenda re ferman kiriye ev e:

“Gelî bawermenda! Rizqê me daye we ên paqij bixun.” Behsa rêwiyekî kir û wiha got:  Destê xwe bi bal asîmana ve vekir, ji Xweda xwest, ser û porê wî tevlîhev bû, laşê wî û cilên wî di nav toz û qirêjê de bûn. Xwarina wî ya nav rêviyî heram bû, vexwarina wî heram bû, lixwekirina wî heram bû. Bi kurtasî jiyana xwe bi heramî didomand.  De ka Xweda wê çawa di’a wî qebûl bike?” (Muslim, zekat 65)

         Îro em di rewşa vî rêwiyî de ne. Bes ez mirovên jiyana xwe li gor emr û nehyê Xweda didomînin dûr digrim.

         Pêwist e kû em xwarin, vexwarin û lixwekirinê xwe, ji rizqê paqij hilbijêrin û ji nû ve em destê xwe bi dil û can bi bal Xweda ve vekin û ji Xweda daxwaziyên xwe bixwazin û bibin hevalê Xweda, Pêxemberê Xweda û xizmetkarên rêya Xweda û Pêxemberê Xweda.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê ÊŞA GIRAN: MINAFIQTÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.