ÇAVBIRÇÎTÎ Û AQÛBETA HEZÎN

Article

Bi navê Xweda…

Xwendevanên ‘ezîz, di vê nivîsê de ez dixwazim li ser nexweşîyeke manewî bisekinim. Xweda bike nesîb ezê derheqê xirsa malê dinyayê de qiseteke pir balkêş binivîsim. 

Ji bo vê qisetê emê bikevin nava pelên dîrokê û herin wextê Hezretî Îsa. Rojekê Hz. Îsa ji bo teblîx û îrşadê derdikeve bi rêyeke dirêj de. Di rê de laqayê şexsekî tê, wî şexsî ji Hz. Îsa re dibêje:

-Ey qencê Xweda! Wî cîhê ku tê herîyê ezê jî herim wê derê. Ger tu destûr bidî, ez dixwazim rêhevaltîya te bikim. Tu jî zanî ku rêya tê herîyê dirêj e û gava meriv bi tenê derdikeve rêya dirêj pirî caran tehb û diltengî ji meriv re çêdibin.

Hz. Îsa teklîfa rêhevaltîya wî qebûl dike.  Derdikevin rê, bi saetan bi rê de diçin û ji bo bêhna xwe bidin li ber kanîyek disekinin. Her du jî, him birçî bûne him jî tî bûne û betilîne. Hz. Îsa ji tûrikê xwe sê heb nan derdixe. Yekî dide rêhevalê xwe, yekî ew dixwe û ewê sisêyan jî dîsa dixe tûrikê xwe. Hz. Îsa ji bo avê vexwe diçe ser avê gava vedigere dinêre nanê sisêyan tineye. Ji rêhevalê xwe dipirse:

-          Hevalê hêja êwî nanê mabû qey te xwar? Eger te xwaribe ji te re ‘efîyet û noşîcan be.

Rêhevalê Hz. Îsa xwe hiltîne li ‘erdê dixe û dibêje;

-          Qetiyen haya min ji wî nanî tuneye. Wexta tu çûyî ser avê, ê min jî berê min ketibû aliyekî dinê. Dibe ku ajalek hatibe û wî nanî xwaribe.

Hz. Îsa dinêre ku rêhevalê wî derewan dike û pî dide ‘erdê. Gotinê zêde dirêj nake û dîsa rêhevaltîya xwe bi hevre didomînin. Dîsa qederek dirêj birê de diçin. Birçî dibin lê bi wanan re ji bo xwarinê tiştek jî nîne. Her du jî ji bo tiştekî xwarinê bibînin li derûdora xwe mêze dikin. Dinêrin ku way xezalek û du heb çêçikê wê bihevre diçêrin. Hz. Îsa gazî hebeke çêçika xezalê dike, çêçik wek ajalên kedîkirî tê bal wan, Hz. Îsa û rêhevalê wî, ewê xezalê serjê dikin. Li ser agir wê çêdikin û dixwin. Paşî Hz. Îsa li ber çavên rêhevalê xwe ji wan hestî û çermê ku ji ber wan mabû re dibêje;

-          Bi destûr û fermana Xwedê ey xezala xweşik! Tu dîsa bibî xweyî ruh û herî bal bi dayîka xwe de.

Li ber çavê rêhevalê Hz. Îsa goşt û hestî digihîjin hev û ruh dikeve xezalê paşî ew çêçik diçe bal dayîka xwe. Hz. Îsa ji rêhevalê xwere dibêje:

-          Tu bidî xatirê wî Xwedayê ku ev mucize nîşanê te daye, tu rast bêjî ewî nanê ku ji ber me mabû çibû jê?

Rêhevalê wî yê bêbesîret û kêm aqil dibeje:

-          Ger min xwaribûna minê rastîyê bigotana, ez dîsa dibêm haya min ji wî nanî tuneye.

Dîsa bihevre derdikevin rê û têne ber çemeke kûr û mezin. Hz. Îsa ji hevalê xwe re dibêje:

-          Were bi destê min bigre.

Rêhevalê wî tê balê û bi destê Hz. Îsa digre û her du bi hev re li ser avê dimeşîn û çem derbas dikin. Hz. Îsa piştî wê mucîzê dîsa ji rêhevalê xwere dibêje:

-          Tu bidî xatirê wî Xwedayê ku ev mucize nîşanê te daye, rast bêje ewî nanê ku ji ber me mabû çibû jê?

Rêhevalê wî yê bê ûjdan dîsa dibeje:

-          Ger min xwaribûna minê rastîyê bigotana, ez dîsa dibêm haya min ji wî nanî tuneye.

Hz. Îsa û rêhevalê xwe cardin derdikevin rê û têne çoleke bêdar û bêdevî. Dîsa ji bo îstirhet bikin disekinin. Hz. Îsa lodeke qumê dide serhev û dûvre destên xwe ji bo duayê radike û dibêje:

-          Ya Rebbî! Ji bo xatirê meznatîya xwe Tu vê loda qumê bikî zêr.

Bi destûr û fermana Xweda, ew loda qumê li ber çavên rêhevalê wî dibe zêr. Hz. Îsa wê loda zêran dixe sê par û dibêje:

-          Evê para yekemîn ji min re ye, ya duyemîn jî bila ji te re be û ya sêyemîn jî, bila ji wî kesê ku nanê sisêyan xwaribû re be.

Rêhevalê hêja. Wê carê wek masîyê bi ser avê dikeve xwe davêje holê û dibêje:

-          Ha îcar te li gorî dilê min got ha! Ey qencê Xweda! Te got nanê sisêyan ne werê. Wî nanê sisêyan ma ewê ji xeyrî min kî xwaribe? Helbet min ew nan xwar. Û ji ber ku wî nanî min xwariye  ewê para zêran a sisêyan jî ji min re be.

Lê hay û gumana rêhevalê Hz. Îsa jê nemabû ku piştî wê îtirafê bi hal û hereketên xwe li ber çavên Hz. Îsa bibû mîna meymûnan. Hz. Îsa ji xwe re lê temaşe dike û ji bo menfî'eta malê dinyayê haletê ku însan xwe dixê  dibîne û dilê wî li hev dikeve. Ji rêhevalê xwe yê çavbirçî re dibêje:

-          Heval!Piştî wê yekê rêhevaltîya min û te li vir qedîya, bira para min a zêran jî ji te re be û bi xatirê te. Lewra ez û kesê derewçvan û kesê li ser malê dinyayê hevqas bixirsbe em nikarin bi hevre rêhevaltîyê bikin.

Rêhevalê hêja! Qet poşmanî û şermî, jê çênabe heta kêfxweş dibe û ji kêfan dike dîn bibe. Lewra lodek zêrên zer jê re mane. Kîsê xwe dide ber zêran û dadigre. Lê belê haya wî jê tune ku ewê çi tofan bi serê wî de vere. Hêja werê ji nişkava li wê çola vala dinêre û dibîne ku du heb siwarî ber pêde tên. Gava siwarî tên balê dinêrin ku lodek zêrên zer li ber şexsekî bi tenê ne. Jê re dibêjin:

-          Heval gelo tu çi kesî? Bi tena serê xwe li vê çolê çi dikî? Gelo vê loda zêrên ku li ber tene, te ji ku derê anîye? Heger tu jî bipirsî bêjî hun kîne. Em kesên rêbir û keleş in û werê xuya dike ku îro roj roja me ye, ya qenc ev e ku em te bikujin û vê loda zêran jî ji me re bimîne.

Av diçe binê rêhevalê hêja  û ji naçarî nerm dibe berê ji wan re dîbêje: 

-          Hevalên hêja, vêga hûn min bikujin wê çi bikeve destê we? Ji bo malê dinyayê qey hûnê  bibin qatil. Werê xuya dike ku ez hezkirîyê Xweda bûme lewra ez jî mabûm heyirî min digo ka ezê çawa vê loda zêran bikşînim. Xweda li gorî dilê min da û hevalên wek we ji min re şande. Îcar ya qenc ew e ku em zêran bixin sê paran û heryek ji me em rakin parekî.

Her du eşqiya vê teklîfê di'ecibînin. Piştî ku li hev dikin, yek ji wan eşqîyayan dibêje:

-          Ez pir birçî bûme gelo ma qey hûn jî birçî nebûne?

Her du yên din dibêjin:

-          Belê em jî pir birçî bûne, ya qenc ew e ku tu çend heb zêran bibî bajêr û ji mer xwarinê  bîne.

Eşqiyayê ku doza xwarinê kiribû radije çend heb zêran û diçe bajêr. Rêhevalê Hz. Îsa û eşqiyayê din li ber zêran dimînin. Fi'êleke şeytanî tê aqlê rêhevalê Hz. Îsa  û ji eşqiyayê ku li balê ma ye re dibêje:

-          Heval ma qey em bê aqil in? Çima emê zêran bixin sê paran, ez bim ya qenc ew e ku wexta wî hevalê me ji me ra xwarinê çava bîne em bi hev re wî bikujin û para wî jî di navbera xwe de parî bikin.

Eşqîyayê li balê teklîfa wî ya şeytanî qebûl dike. Li aliyê din, wî eşqîyayê ku çûbû bajêr xwarinê bîne jî di ber xwe de dibêje:

-          Kuro nebî nebî tu bê aqilî nekî ha!  Îro roj roja te ye, here bajêr li vir xwarina xwe têr bixwe û xwarina ku tê ji wan re bibî jî jehrîye lê bike. Wexta ku wan herduyan xwarinê xwarin û mirin ji xwe wê temamê zêran bimînin ji te re.

Bi vî xeyalî bi bal hevalên xwe de diçe. Çawa digihîje cem wan, her du bi hevre êrîşî ser dikin û wî dikujin. Paşî bi dilrihetî dikevin ser xwarinê û têr dixwin. Di navbera çend deqîqeyan de bi tesîra jehrîyê bi devûrû dikevin ser zêrên zer û can didin. Çend rojen dinê Hz. Îsa wexta ji bo here bajarê xwe dîsa di wir de derbas dibe, dinêre ku sê heb şexsên mirî bi ser zêran de ketine. Werimîne û bêhn ketîye laşên wan, bûne wek beratê heywanan.  Hz. Îsa ji xwe re li hale wan ê bi îbret dinêre û dibêje:

-          Ey dinya ha tu ev î!

Belê xwendevanên hêja!Wan tiştên ku meriv ji Rebbê Alemê dûr dike gerek meriv jî xwe jê biparêze û meriv tim û daîm  qenaetkar be. Hîvza xwe ji xirsa malê dinyayê bike û serê meriv jî tê de here gerek meriv tu carî bi derewan ‘emel neke.

Xweda Teala ji vê qiseyê îbretgirtinê bike nisîbê me tevan. 

Emanetê Xweda bin.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê AMADE BIN GELÎ BINDESTAN!
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.