
Were were Şer'a delal
Şop û rêça te tim helal
Çe'vê mezluma paqijke
Rake ji wan girîw menal
Wa rabune xortê delal
Keç û zarok pîr bûn heval
Dest dane hev li Kurdistan
Ji bo doza Se'îdê kal
Tev xwenda û jîr û zana
Xebat dikin roj û dana
Boy gellê xwe hişyar bikin
Te'dew zulmê dîtin wana
Ey gellê me alîkar bin
Ji xortaran piştevan bin
Dest bidin wan û bernedin
Ji wan re tim du'adar bin
Nas bikin ew xortê we ne
Can fîda û zaryê we ne
Xizmetkar û amade ne
Her daîm ew li cem we ne
Pêşeroj da nebin poşman
Nekin terka keç û xortan
Wan reş dikin li ber ça'van
Ehlê kufrê tim bi buhtan
Azadîya tevê gelan
Bi yekbûn e ez bi heyran
Birîna wan dilbirînan
Xweda ye bes tu wî bizan
Xweda alîkarê me be
Pêxember li pêşya me be
Lazim e yekbîn jî hebe
Serxwebûn wê para me be
Daxwaza me serxwebûn e
Ê ku bê par tev Kurd bûn e
Gelek xweşî pêre hene
Tim daxwaza Dilbirîn e
Xwedayê min tu dizanî
War û welat çem û kanî
Talan kirin wêran kirin
Wan zalimên bê îmanî
Hêvî dikim wê rojekê
Daxwaza me bi serîkî
Mizgîn li wan Seîda kî
Di meqber da kêfxweş bikî.
MEHMET KAYA (Dilbirîn)
Gelek xweş hatiye nıvisandın..