DEWRÊŞ Û SILTAN

Article

Tê gotin di wext û zemanekî berê de du dewletên cîranên hevdu hebûn. Ev dewletek bi her awayî xwediyê qûwetê ye. Bi her awayî sîlehên wê dewletê hene. Dewleta din jî gelekî feqîr e. Tê gotin şer dikin; ev dewleta xwedî qûwet  û ew bi dewleta biçûk û feqîr nikare. Bi tu awayî nikare bi vê dewleta biçûk. Ji ber vê yekê siltanê vê dewletê dibêje:

- Welleh tiştek di min de heye, ez tu awayî bi vê dewleta bêqûwet nikarim.

Ji ber vê yekê siltan  gazî du dewrêşan dike. Dewrêş tên dîwana wî û siltan ji dewrêşan re dibêje:

- Mehek du mehan perwerdehiyê bidin min. Mirov çawa li ‘erbanê dixin. Mîrov çawa qesîdeyan dibêjin. Mirov çawa kilaman dibêjin. Cilên wan çawa ye? Hûn ê min perwerde bikin. Yanî qeyd û bendên dewrêşan mirov çawa dike hînî min bikin.

Li gor gotinan ji ber vê yekê wezîrên siltan dixeyîdin dibêjin:

- Tu siltanê vê dewletê yî. Ev çi dewrêştî ye, ev çi tişt e?

Siltan dibêje:

- Bisekinin heyran ev tişt kar û îş ê min e. Kêmasiyek di min de heye ku ez bi vê dewlata biçûk nikarim. Hewce ye ez vê yeke hîn bibim. Ez vê yekê jî bi siltantiya xwe nikarim hîn bibim. Encax vê yekê weka tiştekî dewrêştiyê hîn bibim dikarim safî bikim.

Dewrêş mehek, du mehan perwerdehiyê didin siltan. Siltan kincê dewrêştiyê li xwe dike û ‘erbana xwe hiltîne û berê xwe dide wê dewletê û diçe. Siltan ji nav sînorê dewleta xwe derdikeve û dikeve nav dewlata din û diçe payetextê bajarê qesra siltanê wê dewlata biçûk lê ye.

Siltan dibêje:

- Por û rîya min hatiye. Hewce ye ez por û rîya xwe kur bikim ku ji ber vê yekê lazim e ez  herim ba berberekî.

Siltan digere  û berberekî dibîne.Diçe balê û silavê lê dide.

Di wê navberê de siltan ji berber dipirsê:

-Siltanê we li ku derê por û rîya xwe kur dike?

Berber dibêje:

- Wellah, siltanê me û hemû kesên rûspî, biqedir û biqîmetên bajarê me tên li cem min por û rîyên xwe çêdikin.

Siltan ji berber dipirse û dibêje:

- Gelo kêfa siltanê we ji kilam û qasîdeyan re tê, ji ‘erbanê  hez dike?

 Berber dibêje:

- Welleh keyfa siltanê me ji tiştên wiha re nayê.

Siltan ji berber dipirse û dibêje:

- Lê ji çi re tê?

Berber dibêje;

- Keyfa siltanê me ji lîstoka santrancê re tê. Santrancê gelekî xweş dilîze. Tu kes nikare zora wî bibe û keyfa wî jî, ji santrancê re tê.

Siltan ji berber re dibêje:

- Wexta siltanê we hat vê derê ji siltanê xwe re bibêje ‘erbanevanek hatiye dixwaze bi te re santrancê bilîze.

Ji ber vê daxwazê, berber ji siltan re dibêje:

- Heyran heyfa teye, tu wî nebe wê serê te jê bike.

Siltan ji berber re dibêje:

- Tu jê re bibêje heger min bir bila serê min jê bike. Ez ê herîm hinek kar û îşên min hene. Lê ez ê îşev bibim mevanê te.

Berber dibêje:

- Bila be ser çavan re.

Siltan ji cem berber diçe û dû re siltanê dewlata din tê cem berber porê xwe çêdike.

Berber ji siltan re dibêje:

- Siltanê min! Welleh dewrêşek hatiye vê derê. Dibêje ez santrancê gelekî xweş zanim bilîzim. Ji siltan re bibêje heger îzna wî hebe ez ê pê re santrancê bilîzim.

Siltanê wê dewlata biçûk ji berber re dibêje:

- Ka îja dewrêş û santranc. Heger ew min nebe ez ê sere wî jê b ikim.

Berber dibêje:

- Siltanê min wî ji min re wiha gotiye.

Siltanê dewlata biçûk ji berber re dibêje:

- Wexta ku hat wî bîne werin qesra min.

Siltanê dewlata biçûk dehere siltanê din yanî dewrêş tê berber û jê re dibêje:

- Siltan hat, min jê re got û wî jî got ku pêkve werin qesra min.

Berber û dewrêş diçin qesra siltan û bi lîstoka santrancê dilîzin û dewrêş siltan mexlûb dike. Siltan gelekî aciz dibe û dibêj:

- Dewrêşekî min mexlûb kir.

Siltan ji dewrêş re dibêje:

- Qewlê Nebî sê caran e. Em ê sê caran bilîzin.

Dewrêş dibêje:

- Temam. Ez îşev aciz bûm, ez nikarim bilîzim. Lê ez îşev diçim mêvantîya berber, tu kengî emir bikî, tu kengî bixwazî ez ê werim bi te re bilîzim.

Siltan dibêje:

- Temam.

Dewrêş diçe mala berber, rojek derbas dibe siltan xeberê ji berber re dişîne û dibêje:

- Bila dewrêş were em bilîzin.

Dewrêş û siltan lîstoka santrancê dilîzin, lê dewrêş ji mexsûs ve xwe dide mexlûbkirin. Dewrêş û berber ji qesrê derdikevin tên derve, berber ji dewrêş re dibêje:

- Tê xwe mexsûs ve da mexlûbkirin, ne ku siltan te bir.

Dewrêş dibêje:

- Erê. Keyfa min hat min xwest ku em carek din jî herin dîwana siltanê we herin sohbeta wî, vê neqlê min xwe da mexlûbkirin. Heger min vê neqlê jî wî bibirana êdî nexweş çêdibû.

Rojek di ser de derbas dibe dîsa siltan dişîne cem berber dibêje:

- Bila dewrêş bê, dîsa bi min re santrancê bilîze.

Berber ji vî dewrêşî re dibêje:

- Gava tu siltan mexlûb bikî, siltan ê bibêje ez ê te bixelat bikim. Ji xwe tu dewrêş î, tu îxtiyaciya te bi tu tiştekî tune ye. Zarokekî min heye. Ji siltan daxwaz bike bila kurê min bike seresker.

Dewrêş ji berber re dibêje:

- Temam. Siltanê we xezna jî bide min ez qabûl nakim. Ez dewrêşek im, îxtiyaca min ji xelata wî re tune ye.

Wexta ku siltan û dewrêş santrancê dilîzin dewrêş carek din jî wî dibe. Siltan radibê ser niga û gelekî aciz dibe. Siltan dibêje:

- Tu çi dixwazî bixwaze. Tu zêr dixwaze, tu mal dixwaze tu çi dixwaze ez ê xelata te bidim te.

Dewrêş ji siltan re dibêje:

- Ez ne zêran dixwazim, ne mal dixwazim, kurekî wî dostê minê berber heye, ez dixwazim tu wî bike fermandarekî mezin, wek wezîfeya sereskerîyê.

Siltan ji dewrêş re dibêje:

-  Ev nabe.

Dewrêş ji siltan re dibêje:

- Çima nabe?

Siltan ji dewrêş re dibêje:

- Tu xezneyekê bixwaze ez ê bidim te. Feqet kurê berber hewce ye berbertiyê bike. Çimkî li ber deste bavê xwe ev kar û îş hîn bûye. Kurê qesap hewce ye qesabtiyê bike, kurê şivan hewce ye şivantiyê bike.

Heger ez rabim kurê berber ê ku ne ehlê vî karî ye, wê demê ez ê gelek zêde zehmetîyê bikşînim. Lewra niha em û dewleta cîran li hev dixin û şer dikin. Ez vê yekê tu awayî qebûl nakim. Lê belê tu malê dinê çi bixwazî ez ê bidim te.

Welhasil siltan wek xelat tiştekî dide dewrêş. Dewrêş vedigere bi lez û bez tê qesra xwe. Kinc û cilê dewrêştiyê ji xwe dike û ê siltantiyê li xwe dike û bang li wezîrê xwe dike. Siltan ji wan re dibêje:

- Min xeteyê me fêm kir çi ye.

Kesên li derdora wî dibêjin:

- Xeteyê ku em dikin çi ye?

Siltan dibêje:

- Piştî ku bavên min rehmet kir ez jî ber dilê însanan diketim. Kî dihat li ba min digotin kurê min bîne li ser filan wezîfê, min qet  nedigot na. Hewce ye şivan şivantiyê bike, kurê berber berbertiyê bike, kurê dewrêş dewrêştiyê bike. Min wan kesên ku derheqê wan de ji min daxwaz hatibû kirin tev kirin kûmandar û seresker. Cengawer hewceye seresker bin cengawertiyê bikin. Hemûyan diguherîne. Piştî vê yekê zora wî dewleta biçûk dine û bi ser dikeve.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Îbrahîm Tatli

  • DEWRÊŞ Û SILTAN
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.