Perwerdehîya Bi Zimanê Dayikê, Çima Girîng E?

Article

Ziman, di serê wan tiştên ku însan xwe bi wan dide îfadekirin de tê. Kesek ji bo ku karibe xwe îfade bike û bi însanê dora xwe re têkeve têkilîyê, pêwist e ziman hebe. Lewra ziman; di navbera kesên diaxifin de hestên neteweyî bi pêşve dibe û wan li ser armancekê tîne ba hev ku bi vî awayî piştgirîyê didine hev.

Zimanê zikmakî; ew ziman e ku malbat û ‘eşîr û gelê meriv pê xeber didin. Ji ber vê, zimanê zikmakî, pêgirî û mensûbiyeta nasnameya meriv jî îfade dike. Bi piranî însan bi kîjan zimanî xeber didin, wan bi wî gelî ve girê didin, dikin mensubê wî. Kurd- Kurmancî, Tirk-Tirkî, Ereb-Erebî, Faris- Farisî…

Temamê gelên dinyayê bi zimanê ku pê xeber didin têne naskirin. Heke ku zimanê gelekî hunda bibe, mixabin ew gel jî hunda dibe. Lewra zimanê neteweyekê; çand, edebîyat, perwerdehî, hîndekarî, zanîstî, kevneşopî, hiqûq û qanûn û hwd. her tiştê wî gelîye. Gel û neteweyek bi zimanê xwe heye. Ziman tunebe, em nikarin behsa gel û neteweyekê bikin.

Ji ber vana tevan, perwerdehîya bi zimanê dayikê di hebûna gel û neteweyekê de pir girîng e. Ji bo ku zimanek bi pêşve here, pêwîst e ku ew ziman bibe zimanê perwerdehîyê. Her wisa zimanê perwerdehîyê, zimanê di nava gelekî/milletekî de zimanekî muşterek e. Bi vî hawî devok û zimanên herêmî, bi wî zimanê perwerdehîyê dibine yek û cûdahîya wan kêm dibe. Her wiha zimanê perwerdehîyê, zimanê çapemenîyê ye jî.

Heke îro zimanê Kurmancî, bi tevî hewqas ku qedexetî lê hatîye kirin û welatên neteweperest û dagirker xwestine ev ziman bidine jibîrkirin, hê jî em pê diaxivin; ji ber ku Kurdî, zimanê medreseyan bûye. Her çiqas ev tevger û lebat hindik bê dîtin jî di parastina zimanê Kurdî de, rola medreseyan ne hindik e.

Di dewra ku medrese ji sazîyên fermî bûn, di wan medreseyan de ‘ilm û perwerdehîya pozîtîf jî dihate dayîn. Ders; weka tip/bijîjkî, astronomî/asîmansazî, matematîk/jimaryarî, fîzîk, kîmya, endezyarî, felsefe, mantiq û hwd. hema bêje di temamê ‘ilman de dihate dayîn.

Gava ku li helbestên Melayê Cezerî bê meyzandin, ewê bê dîtin ku ev çarçoveya zanînê çiqas berfirih e. Di van helbestan de tê dîtin ku perwerdehî dewlemendîyeke zêde dixe nava ziman û wî zexm dike.

Ji bo ku zimanek bijî, du heb sipartekên wê hene:

1.      Pêwîst e ku zimanê perwerdehîyê be.

2.      Pêwîst e ku zimanê ragihandinê be.

Heke ku ev her dû sipartekên wî zimanî ji holê bêne rakirin, ew ziman ewê bimire û here. Li wan zimanên ku hatine jibîr kirin binêrin ku jibîrbûn û hilatina wan ji nav însanan, ji ber van her dû sipartekan e ku bi hevre pêk nehatine.  

Îro roj zimanê Kurdî jî mixabin, ji ber van herdû şertan, bi xetereyan re rûbirû ye.

Bêguman hebûna zimanê Kurdî, hindik be jî deyndarê perwerdahîya di medresan de ye. Kurmancî; bi xêra ku di medreseyan de zimanê perwerdehîyê bûye û di nav xelkê de axaftin û ragihandin bi wê bûye, îro nehatîye jibîrkirin. Lê belê ev serê 25-30 salîye ku zimanê Kurdî, van her dû dînamîkên xwe yên girîng hunda kirine. Perwerdehîya bi zimanê Kurdî ya di medreseyan de, hema bêje nemaye. Ji vî alî ve sistayîyeka pir mezin di nava mela û ‘alimên me de xwe nîşan dide.

Di vî zemanê dawî de zimanê Kurdî, ji zimanbûna ragihandinê jî derketîye. Mixabin îro pirê zaroyên Kurda, bi Kurdî nizanin xeber bidin. Ên ku dikarin xeberbidin jî nîvco dizanin, fam dikin nizanin biaxivin, nîvî Tirkî/Erebî/Farisî nîvî bi Kurdî diaxivin.

Pirê têkilî û axaftina di nav malê de, li cîyê kar û dibistan û kuçe û bazaran, îdî ne bi Kurdî ye, mixabin bûye bi Tirkî.[1]  Şûna gelek gotinên Kurmancî, gotinên Tirkî girtiye. Ziman hêdî hêdî tê jibîrkirin.

Ji bo ku zimanê me careke dî şîn bibe û candar bibe, perwerdehîya bi Kurdî pêwîst e û ferz e. Lewra perwerdehîya bi zimanê zikmakî, mafê temamê gel û neteweya ye. Qedexekirina zimanê dayikê, zilm û ta’deke herî mezin e.

Cûdatîya zimanan, neteweyên di nav welatekî de dijîn ji hev perçe nake. Wan hê pirtir nêzî hev dike. Tiştê ku gel û neteweyan ji hev perçe dikin ne ziman in, bes xwe serdest dîtina milletekî ya li ser milletekî din e.

Îro roj li ser rûyê erdê gelek welat hene ku du sê heb û hê zêdetir zimanên wan ên fermî hene. Ev tevgera wan ma wan perçe dike? Na. Bîlakîs ev halê wan bûye sedema ku bi pêş ve herin û bibine xwedî çandeke dewlemend. Lewra “her zimanek, însanek e.” Ma hebûna çend heb zimanên fermî, ji dêleva xwe mehkûmkirina zimanekî bi tenê ne çêtir e?!

Bi tevî vê; zimanê Kurdî, zimanê gelekî wisa ye ku yên li Tirkîyeyê dijîn piştî Tirkan gelê duyemîn e. Îro Kurd, li du herêmên Tirkîyeyê û hetta li alê rojavayê Tirkîyeyê jî jimara wan zêde bûye. Li Kurdistana Tirkîyeyê hejmara Kurdan ji  % 90î pirtir e. Tiştê ku pêşîya perwerdehîya bi zimanê zikmakî digire, ji neteweperestîya dewletê pêştir ne ti tiştekî dî ye. Dibêjin; “Yekî Tirk dikare bi zimanê xwe perwerdehîya xwe bike, lê yekî ji gelekî din nikare. Heqê wî tuneye. Zimanê min, zimanê fermî ye, zimanekî dî nikare bibe zimanê fermî…”

Ev gotin û nêrîna wisa, înkarkirina herkesê ji bilî xwe ye. Ti ‘eleqeyeka vê bi yekbûn û bihevrebûn û biratî û bitevîtîyê re tineye.

Pêvist e ku zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Ewê herdû gelan bi vî awayî bêhtir nêzî hev bike. Ziman ji ayetên Xweda ayetek e.

 



[1] Em ji bo welatê xwe dibêjin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Ma Qey Hezkirina Qewmê Xwe Nijatperestî Ye?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.