
Emrê Xwedayî ewwil, ji boyî însan e xwendin
Rîya rast dide ber me ew, çi xweş rêzan e xwendin
‘Ilm û zanîn û hîkmet, pir nivîsandîye qelem
Ni’metek gelek mezin, ji teref Rehman e xwendin
Dijmin e ji bo însana, nezanî yû cehalet
Xelasî yû ronîbûna tevê cîhan e xwendin
Xwendina bi navê Xweda, feydê dide her zeman
Lê ne bi navê Xweda be, ew dem zîyan e xwendin
Bixweynin, de nas bikin xwe, em kîne li ser cîhan!
Heqq û batil dide zanîn, yeqîn furqan e xwendin
Ji însana ra cehalet, nexweşî yû derd û jan e
Ji tevê nexweşîyan ra, timî derman e xwendin
Ava dibin medenîyyet, bi ‘ilm û zanînê her
Ji her gel û milletan ra, jîn û jîyan e xwendin
Pêlîstokek bê qîmet e, destê şeytan de nezan,
Hişyarî yû azadîya ji dest şeytan e, xwendin
Zana û nezan, nabin yek li cem Rebbê ‘alemê
Nav ‘aleman de ew, rutbe û xweş nîşan e xwendin
Naskirna Xwedayê mezin, bi xwendinê ye helbet!
Vê bizane, keşfa sirrê kewn û mekan e xwendin!
Nuqteyên hibra qeleman, şîn dike dehl û rezan
Meş û seyran û gera di nêv gulistan e xwendin
J-kehnîya wehyê dinoşe, kase kase, xwendevan
Man û sekna meyî di bin sîya Qur’an e xwendin
Dewlemendê şadîyê ne, ‘alim û ‘arif yeqîn!
Xezîne û ça’vkanîya ‘ilm û ‘îrfan e xwendin
Kesê derket vê bazarê, xisar nake ew ti car
Gewherê bêbûha ye ew, qîmet-giran e xwendin
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.