LI SER KILAMA FILÎTÊ QUTO Û ‘EMÊ ETMANEKÎ

Article

  RÊZENIVÎSEK LI SER HINEK SITRANÊN NÊZDÎROKA ME 24 (TEW DINYA YÊ)

Gelî Xwendevanên Delal! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide; em dê di vê beşa rêzenivîsa xwe ya bi navê “Tew Dinya” de ji Geliyê Bilîsê xwe berdin Deşta Xerza û bi kurtî li ser şerrê Filîtê Quto û ‘Emê ‘Etmanekî bisekinin. Lewra ev bûyer jî beşek ji dîroke me ye û ta nuha bi wesîla gelek dengbêjên wek Reso, Şakiro, Mihemedê Canşa, Fadilê Kufragî, Nûroyê Agirî, Garabetê Xaço, Memedê Paniya, Mistafayê Cangoranê, Zahiro, Tahiro, Celoyê Babya, Huseynê Orgînosê, Sidîqê Dudeng û… hwd hatiye nuhurandin.

Her wekî ku tê zanîn ‘Eşîra ‘Etmanekiyan digel gelek herêmên Anadolê nexasim li dorhêla Geliyê Bilîsê û Muşê dijîn. Ji ber şert û mercên erdnîgaryê debara vê ‘eşîrê bi giranî li ser heywandariyê bû. Di destpêka sedsala nozdehemîn de serekê ‘Eşîra ‘Etmanekiyan Mamedê ‘Etmanekî bû ku bi leqeb wek Mamê Gindê dihat zanîn. Her wekî ku tê zanîn destpêka sedsala nozdehemîn di nav gelê Kurd de wek salên xelayê tê zanîn. Ji bo peydakirina nan û dexl (genim, nîsk, nok û hwd) gelek ‘êl û ‘eşîr bûne penaber û bi karwanî cîhê xwe guhertine.

Êla ‘Etmanekiyan jî yek ji wan êla ye ku di van salan de bi vê niyetê ji geliyê Bilîsê heywanên xwe bar kirine bo ku bibin deştê li Herêma Mûsil û Diyarbekir malê xwe bi dexl u dan (genim, ce, nîsk û nok) re biguhêzin û rizqê ehlê mala xwe peyda bikin. Di vê rêwîtîyê de Serkarwanê ‘Etmanekiyan ‘Emê ‘Etmanekî ye. Li gorî beyana Salihê Kevirbirî; karwanên ‘Etmanekiyan ji pêncî û pênc kesan pêk dihat.

Karwanê ‘Etmanekiyan gelek ga û gamêş û deve ji mala xwe bar kiribûn, pişta xwe dabûn felekê berê xwe dabûn oğirê û ketibûn rê. Her wekî ku tê zanîn mixabin di wan salan de girtina baca rê, birina terş û talanê bo gelek eşîran wek wesfeke mêrxasî û wesîleyeke debarê dihat hesibandin. Her wiha riya Karwanê ‘Etmanekan jî di herêma Xerzan ve derbas dibû ku li ser vê rê kesek bi navê Filîtê Quto konê xwe vegirtibû, ji her kesî bac û xeraca rê distend û nedihişt ku tu kes bê bac û xerac bi ser êla wî ra derbas bibe. Li gorî beyana dengbêj Hecî ‘Ebdukerîmê Patnosê; Filîtê Quto di salên berê de carek ketibû destê çend Êzîdîyan, berya ku Êzîdî wî bikujin ‘Emê ‘Etamekî ew ji destê wan rizgar kiribû. Ji ber vê sedemê Filîtê Quto soz dabû ku wê di herêma xwe de tu carî ji ‘Etmanekiyan baca rê nestîne. Digel vê sozê dîsa jî ‘Emê ‘Etmanekî bextê xwe bi Filîtê Quto nedianî.

Filît bi xwe serokê ‘Eşîra Reşkotan bû. ‘Eşîra Reşkotan ‘eşîreke Kurd e ku bi giranî ehlê vê ‘eşîrê di herêma Deşta Xerza de nexasim li Batman û Qubînê dijîn. Di heman demê de Kurdên Êzîdî û ‘Ermenî jî di vê herêmê de digel Kurdan jiyana xwe didomandin. Herêma ku ‘Eşîra Reşkotan konê xwe lê vedigirtin nexasim dorhêla Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê û Delavê Paşo cihê ‘ebûra karwanan bû ku Filîtê Quto wek serokê ‘Eşîra Pêncînaran di vê herême de rê li karwanan dibirî û baca rê ji wan distend.

Filîtê Quto dostê Şîrîna File bû, Şîrîna File jî keça Kesper Axayê File bû. Nav û dengê bedewîya Şîrînê jî bûbû benîştê ser devê gelek kesan. Her wiha di nav xortên ‘eşîra ‘Etmanekan de jî behsa bedewîya Şîrînê dihate kirin. Filîtê Quto bo xatirê Şîrîna File bi roja di nav Êla Kesper Axayê File da dima. Kesên ku dibêjin Filîtê Quto di dema Fermana Filehan de bûye parêzvanê Fillehan rast xeber nadin. Lewra di wexta Filît da hê fermana Fillehan ra nebûbû, Fille û Musluman û ‘Êzîdî digel hev li ser aştiyê dijîn. Cîhê ku şer lê tune be parêzvanî jî lê tuneye.

Ji ber ku Filîtê Quto dostê Şîrîna Fille bû di nav Êla Kesper Axa da dima ne ji bo xatirê hub û parastina Fillehan. Ji xwe bi qasî ku em ji sitranan fêm dikin; derdê Filîtê Quto ê sereke di herêma Xerza da sitendina baca rê ye ne parastina feqîr û fiqare û mezlûma ye. Ne mimkûne ku keseke wiha rêbir muxalefeta îqtidarê, nexasim muxaefeta împeretorek wek Împeretora Osmaniyan bike û bibe dijber. Ji xwe ne dem, ne jî şert û mercên demê vê îddîayê rast didêrin.

Dema ku êla Etmanekan di bin serkarwaniya ‘Emê ‘Etmanekî de bi rê dikeve ‘Emê ‘Etmanekî temînîyê li karwan dike ku di herêma rêbiran de, nexasim di herêma Reşkotan de bi tedbir bimeşin, zirarê nedin kesî, xwe ji Filîtê Quto biparêzin da ku bi selametî vegerin. Lewra ‘Emê ‘Etmnekî keseke sereke, demdît û serwext bû. Lê li dij vê birazê wî ‘Elê ‘Etmanekî jî di nav êlê de bû. Li dij apê xwe ew jî xorteke xişîm, bi xwe û mêranîya xwe ewle bû. Ji ber ku xwîna xortaniyê di demarê wî de bilq vedida û mêr bi ser pozê xwe ra nedidît digot: Hetta ez di herêma Filîtê Quto da silavek nedim Şîrîna Fille û tasek çeqilmasta miya ji destê wê venexwim ez bi ser Filît ra derbas nabim. Yanî li gorî vê beyana ‘Elê ‘Etmanekî em dikarin bêjin ku; ‘Elê ‘Etmanekî dixwaze ku forsa Filîtê Quto di nav êla Reşkotan de bişkêne û qaşo mêraniya xwe nîşanî Şîrîna Fille bide.

Werhasil karwanê ‘Etmanekiyan ji geliyê Bilîsê bi rê dikeve û hêdî hêdî ber bi deşta Xerzan ve dimeşe. Dema ku karwan tê hela Pira Batmanê; ‘Elê ‘Etmanekî li dij şîreta Apê xwe diçe nav konan û ji Şîrîna File tasek ava çeqilmastê miya dixwaze. Şîrîn avdewê dide destê ‘Elê ‘Etmanekî, di wê hengâme de dilê wan li hev dikele û hîssîyateke evînî di mabeyna wan de peyda dibe, Şîrîn bi serê hespa ‘Elê ‘Etamenkî digre û wî vedixwîne kon.

Piştî bêhnvedaneke kurt karwanê ‘Etmanekiyan bi riya xwe ve diçe. Li gorî hinek denbêjan karwan diçe bajarê Diyarbekir, li gorî hinekan jî karwan diçe bajarê Mûsil. Karwan diçe bes têkiliya di mabeyna Şîrîna Fille û ‘Elê ‘Etmanekî de dibe mewzûbehsa suhbeta keç û xortan. Nîhayet Filîtê Quto bi vê yekê dihese. Piştî ku Filîtê Quto bi vê yeke dihese bi telaqa sond dixwe ku wê karwanê ‘Emê ‘Etmanekî bişêlîne û tivinga destê ‘Elê ‘Etmanekî bîne bide ser çoka Şîrîna Fille. Bi kurtî mana sonda Filîtê Quto ew e ku wê bi anûrê ‘Elê ‘Etmanekî û apê wî bilîzê û şerefa wan bike pênc pere.

Karwanê ‘Etmanekiyan diçe bajarê Diyarbekir an Bajarê Musil, temmamê malê xwe li wir difroşe û bi dexl û dan re diguherîne. Li gorî ku Salihê Kevirbirî ji dengbêj Salihê Qubînê neqil dike; ‘Elê ‘Etmanekî li wir dixwaze ku ji xwe re tivingeke baş bikirre. Di bajêr de digere û tivingeke Bazinbeleka xweşik ji xwe re dibîne lê perê şexsê wî têra kirrînê nake. ‘Emê ‘Etmanekî di serî de naxwaze ku ew wê tivingê bikirre lê piştî lava û israreke dûvdirêj ‘Emê ‘Etmanekî mecbur dibe wê tivingê ji birarzê Xwe re dikirre. Piştî ku karê karwan li bazara bajêr diqede karwan bo ku vegere Bilîsê dîsa pişta xwe dide felekê, berê xwe dide oğirê û dizivire. Riya vegera karwan naçar eynî rê ye. Karwan bi mecbûrî di herêma Xerza ve tê, di Kevanê Qîrê de şev digre ser wan û ji mecbûrî karwan li wir dimîne.

Filîtê Quto pê dihise ku karwanê ‘Etmanekan hatiye herêma Kevanê Qîrê. Ji lew Filîtê Quto bo baca rê, şêlandin û rêbirîna rê diçe pêşîya wan. Şema diya Filît lava dike ku Filît neçe pêşiya wan. Lewra Şemê baş dizane ku ‘Emê ‘Etmanekî bê mirina xwe ta wê demê bac û xerac nedaye û nade kesî. Lê gazin û lavayê Şemyê feyde nakin, Filît diçe pêşiya karwan. Êdî ji xwe bi hevnasîya ‘Elê ‘Etamekî û Şîrîna File re îş lewitiye. Dema ku Filîtê Quto tê dighê karwan û daxwaza tivinga Bazinbelek û baca rê dike; ‘Elê ‘Etmanekî ji Filîtê Quto re dibe:

-Me hetta nuha bac û xerac nedaye tu kesî. Bes îro eger tu ji malê dunyayê ve sistî canê te kîjan heywanê barbirr dixwaza yek, dudu weyaxud sisiyan ji xwe re hilde û pêşiya karwanê me berde da em biçin. Lê Filîtê Quto teklîfa ‘Elê ‘Etmanekî qebûl nake û digel sê welaqan tivinga milê wî jÎ wek xerac dixwaze. Lewra derdê Filît ew e ku bi anûra ‘Elê ‘Etmanekî bilîze, wî li hember Şîrîna File Rezîl bike û mêrxasiya xwe îsbat bike.

‘Elê ‘Etmanekî meselê ji ‘Emê apê xwe re vedibêje. Li ser vê ‘Emê ‘Etmanekî wek serkarwan nerm dide ber, rojên Filîtê Quto ê ku ew di destê Êzîdîyan de dîl bû bi bîra wî tînê,  ji Filît rica dike ku ew bi bac û xeracê qani’ bibe û dev ji xwestina tivingê berde. Lewra li nêk Kurdan sîlah wek namus tê hesibandin, ğeyr ji qelenê jina û xwîna mêra di ber tu tiştekî de nayê dayîn. Filît kêm nade ber, digel bac û xeracê di daxwaza tivinga Bazinbelekê de jî israr dike. Loma ‘Emê ‘Etmanekî hêrs dibe, tê ğezebê bi tivinga Bazinbelek gulekî berî serê Filîtê Quto dide û wî dikuje.

Piştî ku Filîtê Quto tê kuştin; karwanê ‘Etmanekiyan li hespê xwe siwar dibin û berê xwe didin revê. Şema diya Filît piştî ku bi kuştina Filîtê Quto dihise li defa hewarê dixe û şervanên Reşkotiyan kom dike. Şervan dikevin dû ‘Etmanekiyan. Nîhayet di demeke kurt da şervanên Reşkotiyan rastî karwanê ‘Emanekiyan tên. Di mabeyna herdû aliyan de şer derdikeve. Li gorî ku Salihê Kevirbirî ji dengbêj Salihê Qubînê neqil dike; di hengama vî şerrî de bo revê derfeta karwanê ‘Etmanekiyan hebûye. Lê ji ber ku endamê ‘Eşîra Pencînaran li serê çiyayê Kolik tivinga diteqînin ew zen dikin ku ew jî di hewra Reşkotiyan de hatine. Loma dibên; “Rev bêfeyde ye, emê ta dawiya nefesa xwe şerr bikin.” Ew roj hetta berê êvarê şer didome. Di vî şerrî de ji herdû aliyan jî gelek kes tên kuştin. Lê ji ber ku jimara Reşkotiyan zêde bû; ‘Emê ‘Etmanekî û ‘Elê ‘Etmanekî daxil pêncî û sê kes ji karwanê ‘Etamenkiyan tên kuştin. Tenê ji karwanê ‘Etmanekiyan du kes xelas dibin û dighên mala xwe.

Bi rastî ev şerr şerrekî qirrêj e. Lewra hewa û hewesa du hewesperestê wek Filîtê Quto û ‘Elê ‘Etemanekî bûye sebebê vî şerrî. Ji ber vê yekê ye ku dengbêjê Serhedê Memedê Paniya bo vî şerrî dibêje: “Şerrê xelkê li ser mal û milka ye, ê Filîtê Quto û ‘Elê ‘Etmanekî li ser… jina ye.” Di heqîqetê de sebebê vî şerrî Şîrîna File ye. Bazinbelek û daxwaza bacê behane ne.

Elbete wek her bûyerê dengbêjên me ev bûyer jî bi wesîla sitranan bo me yadîgar hiştine da ku bibe ders û em îbretê jê hilînin. De werin em bi hev re guh bidin sitranbêjê xwe dengbêj Resoye Gopala ango bi navê din Resoyê Mihacir bila bo me vê bûyerê bi wesîla sitranê bi nuhurîne. Ruhê wî şad be.

Lê hey lo, hey lo lo, hey lo lo hey lo….

Lo lo Filîto lawo! Karwanî, berxê min karwanî

Karwan êvarê bar kir sibê bi royê ra qe dananî

Kevanê Kêrê, Li Kaniya Qîrê, Pira Batmanê li Delavê Paşo

Pêşi vegeriya li ser paşiyê danî

Gelo lawo! Çiqa tu xortek nezan e

Bi çi aqilî suwar bûye hatî pêşiya vî karwanî

Te serê bacê çidare berda ser ‘erwanî

Te nego: Serkarwanê ‘Eliyê ‘Etmanekê ye, ‘Elî mamê Gindê ye

Gava tu cara îjarî ji ber destê egîdan û xweşmêra xelas bibî

Lo lo Filito lo awo!

Bira Şemê dayika te bibê: Mi çokê xwu da ‘erdê berxê

Teze li dunyayê ji xwe ra lawek anî

Berxê hê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

 

 

Îro ‘Emê digo: ‘Elî lawo! Karwan e, berxê mi lawo karwan e

Bihar da baran li welatê me nebariye bi derheman e

Rabe tevdîra karwan bibîne

Emê berê xwe bidin Musilê

Belkî li pêşiya welatê nebe xelaya nan e

‘Elî lawo! Di ber te da bimîne hebek çeqilmasta miyan e

Tu ji bona hebek çeqilmasta miya çû li konê Şîrîna File bû mêvan e

Tu buyî sebebê vî karwanî

Lawo! Çavê koz û kulfetê me hemû ma li riya ne

Filîto! Hey mala te mirat be                         

Te nego; serkarwanî ‘Eliyê ‘Etmanekê, ‘Emê Mamê Gindê ye

Lo lo Filîto lo lawo! Bikeve rojê oxilmê giran Xwedê dizane

Berxê! ‘Emê ji şeşxana milê xwe bi gûman e

Berxê hê hê hê…

We hê hê em karwanî ne lawo

 

Bê hey lo hey lo hey hey lo…

Wax hey lo lo Şemê bi reben e lawo!

Filîtê Quto digo: ‘Elî lawo! Nizanim karwanê we hemû çi biçi ye?

‘Elî ban kir: Filîto lawo! Karwanê me hemû sê qism e                         

Qismek ga ye, yek qantir e lawo! Yek deve ye

Pêşîyê barê deva xurme, di ortê da barê hêstira barûd û gule ye

Îro ser paşiyê barê ga ji welatê jêr tê temam genime sipî ye

Ez yeqîn dikim lawo! Tu ji min dixwazî bac û xeraca serê rê ye

Were ez li pêşiyê pêşkêşa te deynim

Meya Xeco hêstira ortê navê wê Hedo ye

Tu xortekî heyfî eger ji malê dinyayê tenikî

Bi eşq çû rizaya min herdû ji te ra helal be bac û xeraca serê rê ye

Îro Filît bang dikir digo: ‘Elî lawo!

Derdê min ne Meya Xeco, hêstira navê wê Hedo ye

Ew herdû dêr û dêmêz malê min e

Ez vê sibê ji mala xwe bi rê ketim

Bi sonda mi sond xwarî li ber destê Şîrîna File ye

Yan ewê cinazê min rakin deynin ber çoka Şîrîna File

Yan îro gere ez destê xwe li ber çoka Şîrîna xwe ya delal deynim berxê

Ewa Bazinbeleka milê apê te yê Mamê navê wê Bûkê ye

Berxê hê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

 

Eliyê ‘Etmanekê vegeriya ser Emê Mamê:

Apo! Tu çi dibêjî ji bona vê yeke ye

Pîncê Şemê ji min dixwaze bac û xeraca serê rê ye

Mi li pêşiyê peşkêş kirê Meya Xeco, hêstira ortê navê wê Hedo ye

Pê qayil nabe dibe: Dêr û dêmez ew herdû malê minin

Derdê min Bazinbeleka milê apê teyê Mamê navê wê Bûkê ye

Aapo! Heya niha serkarwanî di destê te da bû

Qe kes salixa nade te da xelkê bac û xeraca serê rê ye

Te îro ji roniya çavan kêm kiriye, te didim ser barê hêstira digerînim

Ji bona royê oğilmê giran ji bona dirbê ye

Serkarwanî ketiye destê mi

Ezê sibê dakevim nava êla Reşkotan û ‘Etmaneka

Xelkê ji mi ra nebê; kanê Bazinbeleka milê apê teyê Mamê ye?

 

Emê digo: De lo lo, de lo lo, de lo lo…

De lo lo ‘Elî lawo! Belkî apo xêrê ji te nebîne

Eva ne bakirina li nava mala ne

Ne çêkirina tuncik û temeziyê ber çavê qîz û bûka ne

Te nebihîstiya nav û denge pîncê Şemê lawo!

Va şerê bok û beranana ne berxê

Ez vê sibê da guhe xwe li ser pîncê Şemê da digirim

Pîncê Şemê dil heye bi lafan û derewa bacê ji te bistîne

Sêsid û şêst şeş damarê mêra li nav pişta min rabûne

Pirça serê min bû şûjin e

Lawo! Tu bazde Bazinbelekê li ser barê Hedo

Tevî gule w barûda ji min ra bîne

Apê te soza te naşkênîne, te jê ra soz da ye

Bira ji boy soza te hilde Meya Xeco, hêstira ortê navê wê Hedo ye

Gava ku hilnade; tu ji Filîtê Quto ra bibê

Bê apê min gotiye: Bira siktir be xwe ji pêşiya Karwanê me hilîne,

Berxê hê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

 

‘Emê digo: ‘Elî lawo!

Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê, Delavê Paşo bi ce ye

Mîrata Bazinbelekê di destê min da sivik bû ye

Li meydanê tê diçe mînanî perr û baskê teyrê atmece ye

Mi go: Em gune ne

Belkî çavê koz û kulfetê me nemine li rê û dirbê ye

Ez yeqîn dikim ezê di axirya ‘emrê xwe da

Ji heftê heştê salî şûn da dîsa palan bidimê

Di Kevanê Kêrê da bikim oğilme ye

Lawo! Te jê ra soz da

Bira ji bo soza te hilde Meya Xeco, hêstira ortê navê wê Hedo ye

Gava ku hilnade; apê te te Reşkal e îro derbekî li pîncê Şemê bide

Heya dunya ava be berxê!

Bira mezinê wî ji biçûkê wî ra bibe mersele ye

Berxêhê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

 

Îro ‘Eliyê ‘Etmanekî vegeriya ser Filîtê Quto

Filîto lawo! Îro dilê mi li halê mi şewitî pir dibê ye

Lawo! Mekke mala Xwedê ye, tu neke vê yekê ye

Ciyê pakî lê ye xirabî tiştek nîne

Ji xwe ra hilde Meya Xeco, hêstira ortê navê wê Hedo Ye

Tu pê qayil nabî tu bibê; dêr û demez ew herdû malê mine

Derdê min Bazinbeleka milê apê tey Mamê navê wê Bûkê ye

Filîto lawo! Heya niha serkarwanî di destê apê min da bû

Qe kes salixa nade apê mi da xelkê bac û xeraca serê rê ye

Îro apê mi ji roniya çava kêm kiriye didim ser barê hêstira

Ez digerînim ji bona royê oğilmê giran, ji bona Dirbê ye

Serkarwanî ketiye destê mi

Ezê sibê dakevim nava êla Reşkotan û ‘Etmaneka

Xelkê nebê kanê Bazinbelaka milê apê tey Mamê ye?

Gotina di destê mi da ma; ez ciwaba xelkê bidim

Ezê bejim: Karwanê me berê xwe da Musilê çû karwaniyê

Le mi Şemê diya Filît jê ra xwestiye

Mi Bazinbelek da ser qelenê Şemê ye

Berxê hê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

 

Filîtê Quto ba dikir digo: ‘Elî lawo!

Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê, Delavê Paşo bi ce ye

Daîm karwan tê ji kevirê bajêr, bajar bi bajar rê bi rê ye

Wexta lafa nîne, tu w apê xwe li orta meydanê ji mi siwal bikin;

Nav û denge Filêtê Quto pîncê Şemê ye

Mi ji gelek karwanî sitendiye bac û xeraca serê rê ye

Yeqîn bizaninin hûn herdû îro ji minra ê dawîyê ye berxê

 

Emê digo de lo de lo de lo lo ….

De lo lo hey lo lo hey lo lo Filîto lawo!

Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê, Delavê Paşo bişewite

Lawo îro bi simaq e

Ez ewqa li dunyayê geriyam

Mi însan nedî bi qasî te nezan û pirrî ehmeq e

Gelo tu bi çi aqilî hatî pêşîya vî karwanî

Heyfa te li van ‘egîtan û xweşmêran nayê

Îro sê roj û sê şev e

Temmamê teyr û tuya

Danîne ser cinazê van xweşmêra

Xwîna wan dixwin waqe waqe

Lawo! Gelo tu ewqa xortekî çê ye

Ji dil û can û cîgerê xwe beled î

De were ez û tu va sê sondê temam  

Bi destê hevda sond bixwin

Emê derba xwe li lawê xelkê nexin

Xelk gune ye

Bila çavê koz û kulfetê kesî li rê nemin e

Lo lo Filito lawo!

Îro ji min û te li meydanê kî bireve ji wan berda ye sê telaq e

Berxêhê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

Bê hey lor, hey lor, hey lor…

Wax hey lo lo Şemê bi reben e lawo

 

‘Emê digo: Filîto lawo!

Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê, Delavê Paşo li vî tatî

Tu çiqas ji Xwedê natirsî lawo!

Tu hatî pêşîya vî karwanî

Te nego karwan tî û birçî

Li serê rê û dirba bûye mînanî kewekî patî

‘Emê go: ‘Elî lawo!

Gule w barûdê Bazinbelekê xelas buye

Bazinbelek li destê apê te bû qatî

Hela xwe li ser barê Hedo ra bigihîne

Gule w barûtê Bazinbelekê ji mi ra bîne

Apê te Bazinbelekê ji gule barota têr bike

Ezê derbekî bavêjime wî siwarê pêşînê ser bişemla

Ewa pîncê Şemê îsal bû çend sal e bûye êlmelîkê vî welatî

Berxêhê hê hê…

Em karwanî ne lawo

 

 

 

Îro karwanî Filîto lawo! Karwanî

Karwan êvarê bar kir

Sibê bi royê re qe dananî

Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê, Delavê Paşo

Pêşî vegeriya ser paşîyê danî

Gelo lawo! Tu çuqa xortekî nezanî

Tu bi çi aqilî suwar bûye hatî pêşiya vî karwanî

Te serê bacê çidare berda ser erwanî

Filîto lawo! Te nego karwanê wan karwanî ne

Meheke ji mala xwe derketine

Zikeke wan têr e, deh zikê wan birçî ne

Sed yazixa Filîtê Quto

Xortekî nazikî nazenîn e

Ew canê Filîtê delalî nazikî

Îro li meydana ‘Emê Mamê Gindê

Bi sê gulê Bazinbelekê bû birine berxê

 

Şema diya Filît derkete banê qesrê bi dengê êlî ban kir

Digo: De lo lo de lo de lo lo de lo lo…

Hey lo lo hey lo lo lo Filîto lawo!

Lo lo Filîto lawo!

Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê, Delavê Paşo

Bi şewite ji dilê mi rebenê ra wa bi kizine

Eza gulîbirrê qet nehate bîra min e

Dayika te ji te ra bibê

Neçe pêşiya wî karwanî berxê

Serkarwanê ‘Elîyê ‘Etmanekî ‘Emê Mamê Gindê ye,

Tivinga di destê Gindê malê Romê ye, berê sê bazin e

Mi bihîstiye ew canê Filîtê minê delalî

Li meydana ‘Emê Mamê Gindê

Bi sê gulê Bazinbelekê biye birîn

Eger tu ji ber her sê birîna ax bibêjî

Gelî cima‘eta rûniştiye

Xwedê bizanibe

Yeqîn hînga hûn bizanibin

Filît pînce ne ji min e

Berxê hê hê hê…

Wê hê hê em karwanî ne lawo

Bê hey lo hey lor hey lor…

Lo lo Filîto bêşîro lo lawo!

Te nego ax karwanî ne lawo kesîre ye.

 

Gelî xwendevanên hêja! Her wiha rêzenivîsa me a bi navê “Tew Dinya” beşa 24an jî bi dawî bû. Dibe ku di warê deşîfreya dengan de xeletiyên me hebin. Ji lew em bo xeletîyên xwe peşinen lêborîna xwe ji we û ji malabata dengbêj dixwazin. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadarin ji duayê we hêvîdarin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

21

Gotar

Ê Berê Çend Peyv Li Ser Sitraneke Demsalî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.