RÊBAZA FÊRKIRINÊ YA XANIMA MARIA MONTESSORÎ

Article

Fêrkirin, beşa perwerdeyê ya bi pilan û bername ji pêşdibistanê destpê dike û heya lîsansa bilind e. Di fêrkirinê de bi pilan û bername perwerdebûn an jibergirtina mufredata diyar pir girîng e. Ev pêvajoya perwerdeyê ji teref pispor û zanayên heman beşê dihên pêşkêşkirin. Ev perwerdeya bi rê û rêbaz ya ji pêşdibistan û heya zanîngehê dajo, di heman demê de pisporiyê dide meriv û meriv ev agahiyan di jiyana xwe ya rojane yan perwerdehiyê de bikar dihîne. Ji pisporên fêrkirinê yek jî Xanima Maria Montessorî ye.

Yekem diktorê jin a Îtaliyayê Perwerdekar Maria Montessorî, sepandina xwe ya yekem a doktorayê li ser psîkiyatriyê kiriye. Paşê bala wê kêşaye ser perwerdehiyê û beşdarî waneyên perwerdehiyê (pedagojiyê) bûye. Li ser rê û rêbazên perwerdehiyê lêkolîn kir û xebatên wê, ew dagerand ser rêbazên guncaw ên perwerdekirina zarokên nekanyar (astengdar). Û Xanima Maria Montessorî, pirsa vê mijarê re têkildar bû. Xanima Maria Montessorî, ji bo bibîne ku kîjan rêbaz baştirîn encamê dide, bi awayeke zanyarî bi ser vê mijarê de çû û ceribandinan pêk anîn. Gelek zarok bi awayeke ber biçav pêş de çûn û bersiva rêbazê stend.

Di 1907an de Xanima Maria Montessorî li herêmeke xizan a Romayê li San Lorenzoyê, navendeke roja tam a nêrîna zarokan vekir. Di wê demê digel ku malbatan ev zarokên xwe yên nekanyar dernedixistin derveyê û ev zarok bi tena serê xwe li rûbirûyê sextiya nekanyariyê (astengdariyê) diman, vekirina navendeke wusa, navtêdaneke gelek mezin bû. Û ev navend li welêt bû yekem mala zarokan, bi zimanê Îtalyaî Casa dei Banbini.

Zarok, pêşî reftarên acisiyê nîşandan. Paşê biçalakiyên xaçepirsan, bi amadekirina xwarinan, bala wan kişiya ser alav û materyalên Xanima maria Montessorî. Zarok xwe bi xwe derbasî pêvajoya perwerdehiyê bûn. Û ev yek li ber çavê xanima Maria Montessorî jî ket.  Maria Montessorî, bi bikaranîna rabirdû, zanîn û nêrîna zarokan, xwest ku zarok xwe alavên perwerdehiyê hilbijêrin û tevlî pêvajoya perwerdehiyê bibin. Û xwest ku zarok, xwe bi xwe kanîn û potansiyela xwe derxin holê.  Bê guman Xanima maria Montessorî, di vê xwesteka xwe de jî bi ser ket. Di sala 1910an de ev xebatên Xanima Maria Montessorî bala civakê, çapemenî û pisporên perwerdehiyê kêşa û dibistanên wê, li seranserê Ewrûpayê belav bû. Û di sala 1911an de bi vekirina dibistana li Tarrytownê ya li Neteweyên Yekbûyî ya Emerîkî, li seranserê cîhanê, rêbaza Xanima maria Montessorî belav bû.

Rêbaza Xanima Maria Montessorî li ser van xalan radiweste;

      Divê zarok xwe bi xwe lêkolîn û ceribandinan bike û dema xeletiyan bike, ji bo serastkirina xeletiyan divê firsend were dayîn.

      Li gor vê rêbazê her zarok, xwedan kesayetiyek e û di bijartinê de azad e. Û divê berpirsiyariya vê azadiyê ragire.

      Ji bo zarok azad bibe, di qada perwerdehiyê de sererastkirin dihê kirin û li gor vê, alav û pertal dihên amadekirin.

      Divê berpirsiyariya bijarin, diyarkirina dem û dû çalakiyê berhevkirina alavan ragire ser xwe.

      Malbat û mamoste di vê pêvajoyê de tenê rêberên lawaz in. Di vê pêvajoyê de armanc ne rêliberxistin e, armanc pêşkêşkirina alavên guncaw û destekbûna zarok e.

      Rêzdariya li zarok bingeh e. Heger rêzdarî li biryarên wî were dayîn, dê kanîn û potansiyela heyî xweştir derkeve holê.

      Xanima Maria Montessorî dibêje; “baldariya we ya li zarok, ne bi hînkirina tiştekî li wî, divê bi armanca vêketina ew çîrûska li hundirê be.”

Rêbaza Xanima maria Montessorî, rêbazeke bi navendzarok e. Ango di navenda pêvajoya perwerdeyê de zarok heye û perwerdehî li gor şêweya hînkirina zarok, li gor hewcehî û kanyariya zarok e.  Li gor vê rêbazê, zarok tev bi heman şêweyê fêr nabin û divê li gor her kesayetiyê her pêvajoyeke taybet were sazkirin. Di vê rêbazê de hesta meraqkirinê zindî dihê hiştin û zarok li dû vê hestê dihere. Her wuha di vê mijarê de bar dikeve ser milê mamoste û divê mamoste, hesta wan a meraqkirinê zindî bihêle. Rêbaza Xanima Maria Montessorî tenê li ser puan û dersan nasekine. Her wuha li ser pêşveçûna kesayetî û civakî ya van zarokan jî disekine. Kesên bi vê rêbazê dihên perwerdekirin, di seranserê jiyana xwe de gelemper, pirsgirêkan çareser dikin, xwedan ruhekî tîmî û nûjen in. Li derdor û ji hev re bi awayeke rêzdarî tevdigerin û li gor hêz û nekanyariya xwe dixebitin.

Navenda Perwerdeya bi rêbaza Xanima Maria Montessorî, li gor pêşveçûna zarok dihê sererastkirin. Dolab an cihên pertalên xwe dixinê, li gor qama zarokan dihê amadekirin. Ango dolab û cihên pêwist ne pir bilind in. Her tişt li hola navenda perwerdeyê bi awayeke rêkûpêk, asan, serast û dîtinê, dîmeneke xweş dide zarokan, da ku bala zarokan bikêşe û zarok bi meraqdar li zanînê gavan bavêje. Mase û kursiyên wan li gor xebatên tenê û tîmî bi awayeke bikarhêner dihên amadekirin. Her wuha ji ber ku zarok bi xebata xwe li zanînê digerin, ji bo ku zirarê nedin xwe goşeyên her alav û pertalî, dihê giroverkirin. Her zarok dû xebata xwe ya bi tenê yan dû yê bi hevalên xwe re, pertalên xwe radihêjê û dike ciyê wan. Di encamê derdor, ji bo kifşkirina zarok, ji bo tevgera wan a azad dihê amadekirin.

Polên rêbaza Maria Montessorî, zarokên ji aliyê jiyê ve sê salan cudahî navbera wan de heye, dihîne bal hev. Zarokên ji saliyê biçûk, zarokên navbera sê û şeş salan û zarokên navbera şeş û neh salan. Di encamê de sê polên taybet amade dike. Bi şêweya hînkirina xwebixwe ya tenê û ya bi komî ev her sê pol dihê rêvebirin bi çavdêriya mamosteyan. 

Li gor rêbaza Xanima Maria Montessorî zarok ji jidêbûnê heya şeş saliya bi hişê mêjandinê; hînî derdorê, ziman, kevneşopî û çandê dibe. Di asteke din a dahatû de ango ji şeş saliyê heya duwanzdeh salan, zarok xwedan hişekî rasteqîn e û bi bikaranîna xeyal û ramanên razber dikare cîhanê fêm bike. Di asta sêyem a navbera duwanzdeh û hîjdeh salan de jî xort, xwedan hişekî alîkariya mirovahî û civakî ye. Di asta dawiyê ango di navbera salên hîjdeh û bîstûçaran de jî êdî wekî pisporekî dikare cîhanê kifş bike.

Hêlên xurt ên vê rêbazê

Rêbaza Xanima Maria Montessorî ya fêrbûna xwebixwe ji gelek hêlan ve zarokan pêş de dixe. Ev rêbaz bi komxebata zarokên ji aliyê jiyê ve ji hev cuda pêşveçûna civakî û têkiliyeke xurt derdixe holê. Bi tevlêbûna salan zarok ji hev bêtir fêm dikin û mezinbûneke dûrî rêzê derdixe holê. Zarok bi awayeke xwebixwe fêrkirina xwe birêve dibe û ev azadî û lihevanîna zanînê, bandoreke mezin li dahatûya wî jî dike. Ew meraq an dozînendekirina ji hundirîn a ji ber pêvajoya perwerdeyê, zarok dixwaze bighêje zanînê û ji bo vê yekê dixebite û di encamê de hewcehiyên xwe yên kesane û civakî pêk dihîne.

Hêlên sist ên vê rêbazê

Bêguman nayê vê wateyê ku her rêbaz yekser serkeftî yan binkeftî ye. Her wuha her hêlên rêbazan ên xurt û sist hene.  Ev rêbaz, dibe ku pir buha be ji bo hin herêman an malbatan. Û ji ber vê yekê bi temamî neyê pêkanîn bi rêzik û qaîdeyên xwe. Ev jî dê bibe sedema perwerdeyeke lawaz û di encamê de neserketin ji bo xwendevan. Ev rêbaz, ji bo hin zarokan dibe ku pir sist be û nabe ku zarok werin kontrolkirin. Ango serbestbûna zarokan ne her tişt e.  Ji bo pêşveçûna bi lezgîn a xwendevan, hinekî bi mamoste û asîstanan ve jî girêdayî ye. Heger mamoste, vê perwerdeyê ji dûrî ve temaşe bike û bi awayekî rêkûpêk tevlî pêvajoyê nebe, bêguman dê perwerdehî bi ser nekeve.

Çavkanî

https://www.leportschools.com/blog/five-montessori-secrets-literacy/

https://amshq.org/About-Montessori/History-of-Montessori/Who-Was-Maria-Montessori

https://www.fundacionmontessori.org/the-montessori-method.htm

https://www.rasmussen.edu/degrees/education/blog/pros_cons_montessori_education/

http://ageofmontessori.org/differences-montessori-traditional-education/

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê HEFT Û HEYŞT
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.