Va Dîsa Cejn E (‘Eyd E)

Article

Di serê nivîsa xwe de ji bo ku xaliq van rojê bi kêf û şahî , di nava hengama dinyê de nesîbî me kiriye , bê jimar hemd jê re divê.

Ji bo rêberî , t’elîm û perwerdehiya Pêxemberê me Mûhemmed s.x.l. bê ‘hed selat û selam li wî û temamê malbata wî yî paqij , pak û tahir be. Ev cejn ,kêf û şahî bi çi hawî tête kirin, di kûrbûna dîrokê de bi kirinên xwe ji bo ku ji mere kirine çand, kultur, Xweda ji tevê bav û bapîrê me razî be. Wan bi Pêxember re bike cîran.

Erê îro cejn e, Xweda van rojan ji me mislimanan re xelat kirine. Pêwist e ku em vê xelata rebbê xwe ser ser û çavan bigrin û bicirînin. Weke bapîrê xwe yî berê. Bi ziyaretkirina meqbera, Di roja ‘erefê de.  Bi ziyeretkirina rî sipî û îxtiyarên xwe, di sibeha êydê de. Pişt re her yek ji me vegere mala xwe û cejna zaro û zêçê xwe bike û dest bi ‘haziriya pêşkêş kirina Boraqê  bike, jibo Allah c.c. Da ku vê xwînê ji me qebûl bike û di bedêlê de bi sedem guneh û qisûrên me, xwîna însana neyê herikandin. Kî dizane belkî sedema ku xwîn li herema me bi riya qurban pêşkêşkirinê nayê te herikandin. Em û nesla me, bi ‘heqqî Xweda di bîr nayînin. Û nesla Xweda jibîr kiriye xwîna hevdû dirijînin.

Lê mixabin û sed mixabin wekî hemû tiştan me riya şop meşandina di xetika bapîrên xwe de terikandiye. (Bê gûman ev rê riya ku bapîren me ji oldariya xwe deranîyê ye.) Ji lew sal bi sal serê me ji bela û musîbetan xelas nabe.  Geh dijminên derve û geh jî dijminên hindirû xwîna me di mijin û di herikînin. Bajar û gundê me talan û wêran dikin. A herî mezin ji ‘eqîde û bawerî ya me xira dikin.  Ji hêlekê ve bi şiklê herî we’hşiyane  xwîna me dirêjin . Ji hêla din ve jî, xwe dost û xelaskir nîşanî me dikin. Va li ber çavaye ku nesla me li pey kê dimeşe û kê ji xwe re mînak û xilaskar dibîne. Êdî nema ‘hewceye ku dujmin leşkerê xwe ji paş deryayan bîne û t’ebê bikêşe. Nesla me yî xapiyayî êdî xêxwzê me qetil dikin û me xayîn dibînin.

Ka delalên dila, Yasîn û hevalên xwe yî ezîz. Wan delalan goştê boraqê ji xizana re dibirin. Lê bi şiklê herî we’hşiyane hatine qetilkirin. Çûn ba Rebbê xwe. Bê gûman wê weziyeta ‘halê me mislimanan û xayinên me, pêşkêşî Rebbê me bikin.

Belê di vê cejnê de, ji ber wan bûyerên ku di qewimin hêleke me zêde me’hzûn e, lewra malbatên şehîdan û malbatê Yûsûfiyan cejna xwe ya li ser goristanan ya jî di riyên zindanan de, di borînin. Malbatê Yûsûfiyan her roj li ser ekran û li ber deriyên zindanan, xwe pêşedanan dikin. Lê mixabin îdarevanên dewletê ê bi desmêj û nimêj, qet dengê wan nabine xwe. Tê bê qey kerr in, kor in. Dayîk û bavên şehîdan jî dibêjin “Bila kes zen neke ku jiyan di piştî şehîdan de weke berê didome.” Bê gûman jiyan ji we re piştî şehîdan ti carî weke berê nadome. Lê xêr û ecra we yî piştî dinyê jî wê ne weke ecr û xêra me bê şehîda be. Sebr Ya Ehle Yasîr Sebr.

Bi van mefkûran û xeyalan Cejna we tevan pîroz dikim. Selam li ser şopmeşê heqqiyê be.

Nureddîn Qoserî                             

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê Me’hzûn e dil li ser xelqê min
Ê Li Pey Feto Qirrêj E An Dewlet?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.