DERMANÊ KURMANCÎ - 2

Article

Di vê hejmarê de gotûbêja bi Ebdulezîzê Basêkê re hatiye kirin tê dayîn. Li ser metoda tedawîyê ya ku mala bav û bavikên wan bikaranîne xeber dide. Bi piranî qansêra cildî tedawî kirine.
RÎŞA MALA BERO
Ez ji Basêkê (gundekî Şemrexê) ‘Ebdulezîz. Ji mala bavê min re dibêjin “Mala Bero” Aîleke qedîm e, aîleke kevn e. Bero kalkê me ye. Tabî navê wî Îbrahîm e, jê re digotin Bero. Herhal navê wî kurt gotine. Dibêjin kalikê me Bero, însanekî dîndar bû ye. Sê çar bavan berî bavê me ye. Bavê min qal dikir ku ew zat yanî kalkê me Bero, kesk dida serê xwe. Çefîya wî kesk bû.
Dibêjin rojekê mêvanek tê cem wî. Ji mêvanê xwe re gelek xizmetê dike. Qedr û qîmetê didê. Dibêjin mêvanê wî bi çekê yanî bi kincê esker bûye. Tabî evya di dewra Osmanîyan de ye. Wê şevê mêvan li wir diezibîne. Ev mêvan piştî wê mazûbantîyê, berî ku ji malê here, ji kalkê me re dibêje: “Di aîla me de tiştek weha heye. (Yanî jibo dermankirina nexweşîya rîşê) Nistî di destê wan de heye. Ez dixwazim vî tiştî bidim te.” Kalkê me jî dibêje temam û qebûl dike. Ew kesê bi kincê esker, jê re behsa şiklê çêkirina derman û tedawîkirinê jî dike, ewê çi bike, çawa bike jibo nexweşîya rîşê.
Ji vê nexweşîyê re bi kurmancî dibêjin “rîş”, lê îro bi zimanê modern dibêjin “qansêr” lê qansêra cild e, qansêra ji derve, ne ya di hundir de. Tabî ev jî di nav xwe de du celeb in. Qansêra nêr û ya mê. Yanî rîşa nêr û rîşa mê. Ferqa wan ji hev tê naskirin. Min bi xwe jî lê nêrîye, vî îşî kirîye, belkî sê heb, çar heb, bi qasî tê bîra min, gava em li gund bûn.
Aîla me piştî vê nexweşîyê, dest bi birîna bîrovê jî dike, lê ji ku hatiye ez jî nizanim. Bixwe ez jî dibirim. Ez bîrovê dibirim. Ez morîstanê dibirim. Tedawîya ku malbata me dikin, jibo rîş û bîrov û morîstan e.
Jibo bîrov û morîstanê em tiştekî îstî’mal nakin. Lê jibo bîrovê em keviran bikar tînin. Kevirên di nezaran de. Yekî bejî û yekî avî. Ê bejî yê ku serê wî şîn bûye, kesk girtîye em tînin. Û yek jî yê di nav avê de, ewê serê wî kesk bûye. Sê çarşema em li ser wî kevirî dibirin bîrovê. Û di pey re kevirê bejî dibin davên ber avek îdî hew derkeve mîna golek kûr be, behrek be yan jî çemek kûr be. Û yê avî jî meriv dixe cîkî ziwa, jibo ku şil nebe. Bi îzna Xwedê ji sedî nod me dîye ku şîfa dîne.
Îja jibo rîşê aîla me, bavê me, kalkê me, yanî Mala Bero, ev rîş destê wan debû, yanî nistîya dermanê rîşê destê wan debû. Rîşa nêr û rîşa mê. Rîşa nêr tek dernakik (yanî çavîkek) çê dibû. Hema serê wê çenikî vekirîbû. Timî nêm û elem jê dihat. Di eynî zeman de bîn jî jê tê, ji wê birînê. Jibo wan millet eğleb diçû diktoran lê jê re çare nedidîtin. Dihatin cem aîla me. Gîhayê rîşê heye. Lê navê wê gihayê em nizanin ne bi Kurmancî ne bi Tirkî ne bi zimanekî din. Tenê me digo gihayê rîşê, lê em nas dikin. Di mewsîma biharê de şîn dibe. Aîla me weha dikir: Jiber ku nexweş havînê jî dihatin, payîzê jî dihatin, zivistanê jî dihatin. Ji lew havînê gava ew giha hişk dibû, diçûn ser wê qûç dikirin jibo cîyê wê bellî be. Gihake wereye ku pelên wê dişibihe yên dara bihîvan. Gava meriv binê wê vedida, vedikir, me koka wê derdixist, jixwe yê hewce û muhîm koka wê bû. Yanî me koka wê bikar dianî jibo derman. Heqîqeten ew terkîba me çê dikir, ne îlham be, ne wehî be, ne ji teref pêxemberan be ne mumkune ku meriv bîne ser hev.
Îja ya nêr bi wî şiklîye. Bavê min gelek caran digo, rîşa nêr şeş heft salan bi însan re dimîne, pê re xwedîyê xwe dikuje. Li ser kê be dikuje, eger tedawî nebe. Lê ya mê, pir pir şeş meha ye. Ew jî dernêy, di cîkî de ye. Devê wê vekirîye. Yanî ya mê notire. Zû dikuje. Feqet di bin çerm re û belav dibe, tu nabînî jî. Şeş heft mehan însan pê dimre dere. Bi wî şiklî ye. Feqet ji sedî nod ya ku aîla me jibo wê digot evya rîşa mê ye, jê re ew îlac çê dikir, ew îlac bi zillik puf dikirin birînê, berra wê birînê didan. Min bi xwe werrê kiriye. Min bixwe jî kiriye. Yanî yê rihet bûne jî min dîne. Piştî heftakî deh rojan tu dibê qey ev însan berê ne nexweş bû. Eger îlac têrê bike ha. Te dî vêr nema be. Eger îlac têrê bike. Eger îlac têrê neke, carek din merev wê îlacê çêdike. Feqet evya bi wî hawîye. Terkîba wê, eger hûn bixwazin ez wê jî bêjim. Me çi îstî’mal dikir? Ew gihayê rîşê. Îja mesela ev çîk (rîş) çend salî be, ev rîş li gorî sala xwe! Mesela em bêjin yek salî be, rîşa nêr be, karekî nêr. Du salî be, karekî du salî, me jêr digot êdî navê wî çi be. Sê salî be, yekî sê salî nêr. Rîşa mê be jî, di bedêla wê de kara mê, bizin gîsk bi wî şiklî. Û yek jî dîk. Me dibirin. Ew gîha me dora wê xweşik vedida, ew kok me nediqetand. Me bi perekî madenî ew kok jê dibirî. Ew gîha me dianî, ew û nigê gîskê, nigê bizinê yan jî çi ba û yê dîkê. Me ew dikirin arî tevî hestîyê wê, tevî mûyê wê. Dibû tam arî. Dûre me li elekê dixistin, li kitana (kincek) dixistin. Û bi wî şiklî puf dikirin birînê. Û ew birîn bi îzna Xwedê rihet dibû.
Aîla me bi vî şiklî tedawî dikir û qirûşek pere jî nedistendin. Xêra xwe dikirin yanî. Heta digotin nistîya wê jî ew e. Pere çê ve, çê nabe. Hê jî aîla me li gund ên ji me mestir, yextîyarên me çêdikin. Eğleb wan yextîyaran dikirin. Heta yextîyar hebana, gênca çê nedikirin. Ema ku êxtîyar tune bin, genc jî dikin. Li gund ji aîla me pêvetir kes çê nake. Yanî nistî di destê wan deye. Tirsa me ew e ku ev gîha wenda be. Navê gîhayî tuneye. Lê em gîha nas dikin. Bavê min digo li Avgewr Kalê Şêx Mehmûd hebû, wî jî bi giha nexweşî tedawî dikirin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê DERMANÊ KURMANCÎ -1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.