Fatîheya ‘işqê

Article

Dema ku ‘aşiq fatîheya ‘işqê bixwîne wê ayetên din hemû jê re bibêjin amîn. Lê divê ‘aşiq ji dil bixwîne, bi can bixwîne û xwe bixe hundurê vê bawerîyê jî. Lewra di hedîsên şerîf de sûretê fatîheyê wek diya sûretên din hatiye nîşandan. Lewra dema ku dê du’a dike, yên mayîn ji du’aya wê re dibêjin amîn û du’aya ku dê dike ji bo takekesên mayîn meqbûl e. Loma ne di ‘işqê tenê de, belkî di hemû kar û baran de destpêkên bi dil, destpêkên ji dil, destpêkên pirr dil pêwist in.
Ey derdê min! Ey derdê dilê min! Tu dibînî ku ez hewcedarê xwendina fatîheyeke te me, li ser minê zinde-mirî fatîheyekê bixwîne. Ku ez ‘aşiqê fatîheyê me, ku ez ji fatîheyê ve nexweş im. Di destpêka min de nexweşî numayan bûye. Ez êdî nikarim bê fatîhe bê destûra fatîheyê bijîm. Yanî ji ezel de ez di nava vê nexweşîyê de me ku, heta bi ebed wê bimeşe ev merez. Ji ezel ve ez ji eslê xwe dûr im ku loma ez nesax û ‘elîl û nalan im. Ez nikarim bê fatîhê dest bi tu tiştî bikim, dixwazim bi fatîheyê bijîm û bi wê bimirim. Vejîna min a nû jî li ber derîyê wê…
Tu dibînî her çûk xebereke dûr bi xwe re tîne ji bo min. Û behsa esl û feslê min û fatîheyên min dikin. Ez dikelim. Ez dihelim. Ez deweran dibim li dora xwe û zîz dibim, di nav nexweşiyên derûnî, sendromên kronik û gîyanî. Lewra agahîyên binhişê xwe hemûya ji bîr dikim bi carekê.
Ez dubare xwe nuh dikim bi fatîheyekê. Bi fatîheyeke pîroz û bimbarek. Destê wê maç dikim û xwe bera hundurê wê didim. Ev ‘işqek e ezelî ye ku ez jî pê nizanim… pê ketime û naxwazim tu carî sax bibim ji wê û hubba ber lingên wê…
Ditemire heyveron li nav tilîyên min ên zuwa de. Katjimêr nahêle ku rawestim, herwekî xwe min jî bi ‘emel azade dike û wendabûna xeyalên dunyewî. Min jî bi qudtereke daîmî girtîye, ango min bi wê qudretê îman anîye û hetta ji min tê bi fatiheyan du’a dikim. Du’a dikim da ku fatîheyên min bêne pejirandin. Eger fatîhe nebe venabe tu derî ne pace û ne şibakên semawî… eger fatîhe nebe, bi guman in hemû du’ayên min jî… fatîhe ye ya ku min ji nû ve vedike û ya wê vê cîhanê ji nû ve veke jî…
De ka were em li ser meytê xwe çarbare fatîheyekê bixwînin. Bila venebe kela girî ji qirika me. Bila huzn qet bar neke li ser ruyê me û bila kenên vê dunyaya kavilwêrane xwe li me ba nede û xwe li me neke xwedî…
De ka were em bi hev re li ser bedenên xwe yên şikestî destê xwe û dilê xwe bişon ji kirêtiyên vê kavilxaneyê. De ka were em derîyekî nû vekin bi mifteya: El-fatîhe…
Fatîhe ji min û ji ‘işqê re wiha dibêje; tu rast û durust be mîna elîfê û li benda elîfbûna xelkê nesekine. Bibe elîf û di riya musteqîm de rewane bibe. Wê Ew alîkarê te be, spasî û pesîndayîna jî bike para Wî tenê. Devê xwe û dilê xwe ji hubba Wî re veke û sena bike ku deriyê fatîheyê ji te re vekirî hiştîye. Lê ku bigirta… xwe neke ji nankoran, ji dallînan û ji gurên vê kavilxaneyê…
Lê ku di xefletekê de, te bigirta û venekira. Binêre, vekirî hiştîye da ku tu bikaribî herwext destê xwe bavêjî mifteya fatîheyê, pê derîyê muşkilatan vekî û bikevî nav deryayên semawî ku dagîrtîne ji cûrbecûr nîmetan.
Ey reben! Ey belengaz! Ma tu nizanî vê xana xerabe ku jê re xane-dunya tê gotin, wêranxane ye û tenê kund wê avadan dikin an dixwazin wê avadan bikin. De tu çi ketîyê pey sererastkirin û avakirina vê kavilkeratîyê. Tu ne ji vir î û tu dê tu carî nebî niştecihê vê derê. Lewra tu ji dûr hatîyî û tu dê biçî dûrîyê. Ji dûrîyê re ji wê dûrahiyê re fatîheyekê veke, li ser kavilê xwe raweste û heft fatîheyan bixwîne, da ku derîyê dûriyê li ser te neyê qufulandin. Mela çi gotibû;
‘Aşiq ku bi dil fatîheya ‘işqê xwend
Ayatê yeka yek dikirin amînê
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê Texmîsek Li Ser Xezeleke Perto Begê Hekkarî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.