Çend Peyv Li Ser Sitraneke Demsalî

Article

Gelî xwendevanên delal! Bi destûra Rebbê ‘Alemê emê di vê nivîsa xwe de digel çend şîroveyên xwe sitareneke demsalî teqdîmî we bikin ku di vê sitranê de digel xweza û tebîeta welat û gelek nesîhet û şîretan evîneke pak jî derdikevit pêşberî me.
Her wekî ku tê zanîn di wextê xwe de debara giranîya Kurdên Serhedê li ser heywandarîyê bû. Lewma di jiyan û foklora Kurda de çûna zozana û vegerîna ji zozana cîhekî taybet digre. Di destpêka biharê de dema ku gul û kulîlk vedibin, çiya bi gul û kûlîlka dixemilin êdî wek gelek Kurdan berê Kurdên Serhedî jî ber bi çiya ve vedigere. Lewra çiya û zozanên çiya hem bi hewaya xwe ya pak, hem bi gul û kulîlk û gîhayên teze bo berdewama jiyaneke sudmend û xwedîkirina heywanan hêwirgeheke bêhempa ye.
Elbette di warê çûna zozanan de pêdivî bi gelek tiştan hebû. Di serî de li zozanan pêdivî bi avahîyeke hebû ku Serhedîyan bo sitara xwe konê reş dibirin û li zozanan li ser gelek sitûnan vedigirtin. Ji ber vê yekê ye ku kon di kelepora Kurdan de xwedî cîheke taybet e. Li gorî beyana Mela Mehmûdê Bayezidî; Kurdên qedîm li zozanan konek ji bo xwe û yek ji bo mêvanan vegiritine da ku bikaribin li zozanan mêvanan bi hewînin. Ji xwe di nav Kurdan de nandarî û hewandina mêvana wek wesfeke xwepesinandinê hatiye zanîn. Di hinek sitranên Kurdî de wiha behsa kon hatiye kirin.
Konê reşê li erebîyê
Zêde xweş e li serê çiyê
Li ber belekê berfê li rex sarkanîyê
Zozan xweş e li bin dara biyê
Kolos xweş e li rû kofiyê
Kewnêr xweş e li rû mariyê
Evîn xweş e bi ciwanîyê
Piştî vegirtina kon êdî hewcedarî bi kel û perrên nav malê ê wek firaq û miraqan hebû. Bi rojan bo çûna zozanan amadekarî dihatkirin. Bo birina barên zozanan pêdivî bi barbiran hebû. Ji ber ku di wan deman de ‘erebe peyda nedibûn milletê di dewsa ‘erebeyan de ji heywanên barbir ê wek hêstir, hesp, mihîn, deve, ker, ga û gamêş îsitifade dikir. Bes peydakirina heywanên barbir bo her kesî ne mimkûn bû. Lewra kesên ku heywanên wan ê barbir tune bû; yan ji heywanên emanet îstîfade dikirin yan jî wan bi xwe barbiriya barê xwe dikir, yanî barê xwe bi pişta xwe dibirin zozana. Çûna zozana, haziriya bo rêwîtîya çûna zozanan û hatina biharê di folklora Kurdî de bi awayeke erênî wek dema heyamê dilan û dilxatiran hatiye bikaranîn. Wek mînak di sitraneke Kurdî de wiha hatiye gotin
Lawko dîno dibê min go buhare
Ji kula dile min û te ra xweş buhar e
Gul û kulîlk vebûn zozan xemmilîn
Av herikî li guliyê darê
Şalûl û bulbul xweş dixwînin
Ji kula dile min û te ra dibêjin
De rabe lawiko buhar e xweş buhar e
Ca binhêrin li quntara çiyê
Diçêrin keriyê pez û miya
Li ber pêsira dayika xwe
Lotik davên diçûn û tên berx û kar e.
Di folklora Kurdî de sitranên wihareng ê ku wesfê biharê didin wek sitranên biharî hatine binavkirin. Elbettte demsalên salê tenê ji biharê pêk nayên. Hinek sitranên Kurdî hene ku wek payizok tên zanîn û wesfê payizê didin. Di van sitranan de awazek sar, dilsarî û ğemgîniyeke aşîkar xwe nişan dide. Di van sitranan de mij û dumana serê çiya bi dawîya ‘umrê însan ve hatiye muqayese kirin. Sekn û sikûteke bi aram di van sitaranan de dilê mirov mehzûn dike. Mirov tê dighê ku çawa bayê payizê lê dixe qirş û kereng û tayê kinkorê vir de wê de belav dike her wiha di dawîya ‘umrê însan de nexweşîn û elemên cûr becûr her carê li wesleyeke canê însan peyda dibin û pişta wî dişkênin. Di sitraneke Kurdî de ev yek wiha hatiye ziman;
Lê lê dîlber malxirabê rabe payiz e
Ca binhêre çiya ba didikirin çiya
Çiyayê mezin ba dikirin çiyayê biçûk
Çiyayê biçûk ba dikirin hûr deviya
Digo mala we şewitiyo
Ca rabin hûn biçûk in
Aqilê we nagre hemû der û hemû ciya
Payiz e temmamî koçerê me ji zozana vegeriyan
Temmamî zerî vegeriyane xaniyan
Lê lê sergînê pîs ewê xirav bike
Reng ruyê van zeriyan
Xwedê zane payiz e temmamê zerî vegeriyan e xaniyan
Hewa xaniyan pîse
Ewê sergînê pîs xirav bike rengê van zerîyan
Dîlber dîlber......
Wek gelek sitranên Kurdî di gelek sitranên Biharî û Payizokan de digel derd û êş û elem û ğeman gelek şîret û nesîhet jî li me tên kirin û cûrbecûrîya însanan tê beyankirin. Em ji hinek sitranan fêr dibin ku hemî însan ne wek hev in. Di nav hemî ‘êl û ‘eşîran de însanên qenc û xirab, mutewazî û meğrûr, baş û nebaş, xayîn bêbext, sadiq û abid, şeqî û seîd hene. Her wekî ku di ayetan de hatiye beyan kirin; însan di warê başiyê de, bi îmanê derece bi derece ji hev zede ne. Lazim e em pişta xwe bidin însanên qenc û baş û xwe ji nebaş û neqenc û fesadan dûr bixin..
Ev sitrana ku em dê li vir teqdîmî we bikin sitraneke biharî ye hem xweza ya Kurdistanê, çûna zozana û zehmetîyên di vî warî de beyan dike hem jî hal û ehwalên însanî beyan dike û ji me dixwaze ku em her daîm li rex qenc û baş û wefadaran bin.
De werin em bi hev re guh bidin dengbêjê Xwe Şakirê Bedîhê rehmetî bila ji me re sitraneke biharî bi nuhurîne.
Hetta jimara dî a Kovara Kelhaamed bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in. Kerem kin:

Bê lê Xezê hê hê hê …..
Marûmê gelo bihare
Malê me bar kirin
Diçin zozana
Gaye me tune ne
Barbirê me deve ne
Wayê wayê wayê… Xezê

Le marûmê
Bihar e malê me bar kirin
Diçin zozana
Gaye me tune ne
Barbirê me deve ne
Zozanê Fêzî hene zozanê me ne
Emniyeta xwu bi însanê van sal zemana meyne pirr bê ewle ne


Temmamî ewladê Adem in
Derece bi derece ji hev zede ne
Însan ê qenc û xirav tê de hene
Herçî însanê qencin binê gitinê wane sağlem in
Serê xeberê wan e bi hêcîr in
Binê xeberê wan e bi xurme ne
Tu gotina xirav di dilê wan de tune ne
Herçî însanê xirab in
Le binê wan e xayîn in
Serê xeberê wane bi qîle ne
Binê xeberê wane bi mane ne
Gelek gotinê xirav di dile wan de hene
Wayê wayê wayê….. Xezê

Le Xezê
Kulîlka Mêrga Xelîl Ağayê
Hêşîn dike li çiyayê Çulyê
Li zozanê Elendağê ser Fêzî Soylemezê
Ji xort bendê xelqê re
Bi kêf û henekê
Bi dem û dewranê
Bi êmîşê bi çerezê
Ji min ‘evdalê xwedê re
Şeva îşev çima wisa bi kul û derdê
Bi kînê bi buğzê bi merezê
Wayê wayê wayê…. Xezê
Ha ha hî wayê wayê waaayê…….

Ê lê Xezê êy ey ey ….
Marûmê meha were bi ser me re Gulan e
Meha di dû wê ra Hezîran e wayê wayê ey ey ey…….
Ax wayê wayê wayê Xezê

Le marûmê
Eva meha bi ser me ra Gulan e
Meha di dû ra Hezîran e
Vê sibengê malê me bar kirin
Gaye me tunene barbirrê me deve ne
Emniyeta xwu bi însanê van sal zemana meyne
Pirr bê ewle ne
Temmamî ewladê Adem in
Bi îmanê derece bi derece ji hev zede ne
Însanê qenc û xirav tê de hene
Herçî qenc in binê wane sağlem in
Serê xeberê wan e bi hêcîr in
Binê xeberê wan e bi xurme ne
Tu gotina xirab di dilê wan de tune ne
Herçî însanê xirab in
Le binê wan e xayîn in
Serê xeberê wane bi qîle ne
Binê xeberê wane bi mane ne
Le gelo vê sibê
Gelek gotinê xirav di dilê wan de hene
Golikê van sal û zemana
Serê xwe di kendala hil didin
Dibêjin em ga ne
Herçî gede gudê van sal û zemana
Herçî kesê çend quriş pere
Di binê cêva xwe de dîne
Qatek çekê qumaş li xwe dikin
Şewqîyê xwe xwar dikin
Xwe li ser xanîyan tîj dikin
Diçine dîwanê mîr û hakima
Le pozikê xwu li ağa û ağalera hiltînin
Dibêjine şêxan û û şêxlera
Em him şêx în him mele ne
Le gelî lo lawo hûn rabin
Gelo vê sibengê dîsa em axa ne
Wayê wayê wayê wayê….Xezê

Le dibê hûn rabin em axa ne
Gelî heval û hogirno
Dibê her kes bi eslê me dizane
Emê bi eslê xwu va şahzada ne yeman
Wayê wayê wayê wayê… wayê Xezê


Le Xezê
Kulîlka mêrga Xelîl Ağayê
Hêşîn dike li çiyayê Çulyê
Li zozanê Elendağê ser Fêzî Soylemezê
Ji xort bendê xelqê re
Bi kêf û henekê
Bi dem û dewranê
Bi êmîşê bi çerezê
Ji min evdalê xwedê re
Şeva îşev çima wisa bi kul û derdê
Bi kînê bi buğzê bi merezê
Wayê wayê wayê wayê… Xezê

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Guft û Goyek Digel Melayê Cezerî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.