ZAROKÊ ME JI DEST ME DIÇIN

Article

 

Xweda Te’âlâ, hinek emanet dane me li vê dinyayê. Yek ji van emanetan, zarokê me ne. Zarokê me, ronîya ça’vê me ne; hêvîyû sebra me ne. Gelek te’b û keda me, ji bo zarokê me ye. Şev û bi roj em dixebitin da ku zarokê me rihet bikin. Em naxun, navexun, em didin devê wan. Em li xwe nakin, li wan dikin. Jibona ku nexweş nekevin, çi ji destê me tê, em dikin. Ku nexweş dikevin, xew bi ça’vê me nakeve, em ji ber serê wan ranabin. Jibona ku ew bighîjin sihheta xwe, em wan li hekîm û nexweşxana digerînin. Bê guman, ev şefqet, Xweda Te’âlâ xistiye fitreta me da kû zarok bêne hemandin û mezin bibin. 

Wezîfeyên me yên di heqqê zarokên me de, ne ev tişt tenê ne. Lazim e em zarokê xwe bi terbîyeke xweşik terbîye bikin. Wan, bi ‘ilmê dînî û dinyevî perwerde bikin; bi exlaqê Qur’anê bixemilînin da ku wexta mezin bûn, xêra wan li wan û li malbat û gelê wan çêbibe. Heger zarokê me, bi terbîya Îslamê mezin nebin; wê xêra wan, ne li wan bibe, û ne li kesî dî bibe. Hingî emê li ber Xwedê Te’âlâ sûncdar derkevin. Lewra ew emanetê ku daye me, me heqqê wê bicî ne anî. 

Xweda Te’âlâ di Qur’an’a Pîroz’de wuha ferman dike:

“Gelî bawermendan, xwe û kom û kufletê xwe ji agirê dojê (cehnemê) biparêzin; ku ardûyê wê însan û kevirin.” (Tehrîm-6)

Wekî ku em ji vê ayeta kerîm fêm dikin, em nikârin xwe tenê bifikirin. Lewra kom û kufletê mâla me jî, ji me tê pirsîn. Xweda Te’âlâ, hîsabê wan jî, wê ji me bipirse. Ji ber vê, em nikarin kom û kufletê mala xwe, bi serê xwe berdin. Çawa ku lazim e em xwe bi‘edilînin; lazim e ku em zarok û malîyê xwe jî bi‘edilînin. Di vê mijarê de Pêxemberê Xwedê (s.’e.w.) jî şiretê dide me:

Hûn hemî şivan in û hûn hemî ji yê bin destê xwe berpirsîyarin.”

Îca ku em li jîn û jiyana xwe dinêrin; em dibînin ku di vê mijarê de, me bi ya Xwedê û Resûlê wî (s.’e.w.) nekirîye. Me wekî şivanê xewar, pezê xwe bêserî berdaye; me ew di ber destê gura ve berdaye. 

Em bi kar û şuğlê dinyê hingî meşğûl bûn me zarwê xwe jibîr kirin. Me go: “Hê zûye, hê biçûkin; hîn wext heye!..”  û em bi wan re qenc eleqedâr ne bûn. Me şi’ûr û zanîna Îslamî neda wan. Me wan ne‘elimand edeb û ‘îbadet û exlaqê Îslamî. Zarokê me bi serê xwe man; ji her kanîyê gerav av vexwarin, li her derê çêrîn. 

Piştî wextekî me nerî kû zarokê me ji dest me derketine. Fikr û edebek e em qet qebûl nakin girtine. Îro em li wan dinêrin; em dibînin ku şiklê wan ne şiklê me ye; fikrê wan ne fikrê me ye. Rabûn û rûniştina wan, cil û nixumandinê wan ne yê me ye.  

Zarok û ciwanên me, ji ğeyrî zewqa xwe îdî hew tiştekî difikirin. Serê xwe xistine têlefon û kompîtura, di behra Internetê de noq bûne. Îdî xwe nema nas dikin; ne dîrok û ‘urfa xwe nas dikin û ne sedema hebûna xweyî li vê dinyayê dizanin!..

Zarok û ciwanên me, vidyoyê beradayî û bê edeb dikşînin û bi wesîta Tîktok, Instagram û qenalê wekî vana diweşînin. Me’na heyata wan ji wan re bûye tiştê wekî van. Li ber ça’vê me nesla meyî nû ji destê me diçe. Belê em dê û bavê wan, mezinê wan, ji bonî wan xelas bikin tiştekî nakin. Em li ber van tiştê ku diqewimin bêdeng dimînin. 

Rûhên zarok û ciwanên me birçî ne. Ew, birçîbûna rûhê xwe bi têrkirina nefsa xwe dixwazin  rakin. Lê bê guman ev, birçîbûna wan hê zêdetir dike. Belê em çi dikin? Em newêrin destê wan bigirin û ji wan re bêjin: “Ev kirinên we ğelet in!” Çima gelo em wuha bêdengin? Lewra em ditirsin ku psikolojîya wan xera bibe yan jî wê lewm li me bê kirin, bê çima em didin ser zarokê xwe.

Em dikevine hêvîyekê, em ji xwe re dibêjin: “Ewê ji ber xwe rastîyê bibînin; ewê bi xwe rêya rast bibînin û ewê ji rêya şaş vegerin!” Na belê, em bi vê xwe dixapînin! Em ‘îşê xwe ji wan nayînin, ji bona ku psikolojîya wan xera nebe lê belê ji xwe psikolojîya wan xerabe ye! Em ji ber çi ditirsin! Ger em mudaxele nekin rewşa wan dê xirabtir bibe û ewê tû carî bêyî alîkariya me nikaribin xelas bibin ji wê teqna ku rûhê wan ketîyê de. 

Însan hewceyê alîkarîyekê ne da ku karibin rastîyê bibînin. Ev di tevê dîrokê de her wuha bûye. Heger hewceyîya mirovan bi rêberekî tunnebaya; Xwedê Te’âlâ bi hezaran pêxember wê neşandiba ji însana ra da ku rêya wan şanî wan bide.

Îca me ev fêm kir ku lazim e em vê bînin bîra xwe ku em berpirsîyârin ji yê bin destê xwe. Bi vê zanebûnê lazim e em bixebitin; da zarok û ciwanên me ji bo bi‘edilin, islah bibin. Yan na zarokê me, ronîya ça’vê me wê ji destê me derkevin û herin. Di dawî de hem li dinyayê û hem li axretê di hizûra Xwedê de emê şermîzar bibin, sûncdar bibin. 

Em vêya jî jibîr nekin, dîrok vê nîşanî me dide ku ça’vgirtina belavbûna fitnê û kirina guneha eşkereyî, sedema ğezeba îlâhî ye. Heger ji vê rewşa xerab em ‘adiz nebin û ji bo vê çewtîyê rast bikin em bi hevre ne xebitin, wê ğezeba Xwedê Te’la bi ser dinyê de were. Belê, wexta ğezeb were ser dinyayê, (ne’ûzûbîllah) ew ğezeb, li neqenca tenê nabare! Peyva dawî ya Xweda Te’âlâ ye:

وَاتَّقُواْ فِتْنَةً لاَّ تُصِيبَنَّ الَّذِينَ ظَلَمُواْ مِنكُمْ خَآصَّةً وَاعْلَمُواْ أَنَّ اللّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ ﴿٢٥﴾

 “Û hûn xwe, ji wê bela û fitneyê biparêzin; ku ew tenê nayê serê zalimên di nav we de. Û vêya bi zanin ku ‘ezabê Xwedê dijwâr e!” (Enfal-25)

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê ŞERBETA TA’L
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.