REHMA XUDAYÊ TE’ALA: BARAN

Article

Gundê ku Xalê Hesen lê jiyana xwe didomand, gundekî çiyê bû. Li vî gundî debar bi xwedÎkirina heyvanan û çandiniyê dihate kirin. Gundî, ji ğeynî çend malên ku di wexteke kevn de çûbûn Elmanyayê, feqîr bûn.  Gundî ava xweyî vexwartinê ji kaniyan tanîn. Li gund ava ku li mala hatibû belavkirin, ne bû. Kehniyên avê yên gund, sala ku rehm pir bihata geş bûn û sala ku rehm kêm ba jî ava wan bi zehmetî têra gundiyan dikir. Digel ku ava kehniyan kembû jî, lê jimara kehniyan gelek bû. Jibo ku ava xwe dagrin, meterên xwe carna bi saetan li ber kehniyê dihiştin û dor li ser kehniyan kêm cara çêdibû. Heywanên xwe jî dîsa ji van kehniyan av didan. Di nav baxçeyan de jî hinek kehnî hebûn. Ji van kehniyan hinek kiribûn wek ça’lan, hinek jî li pêşiya wan birk ava kiribûn. Av di van ça’l û birkan de diciviya. Çaxa ku baran disekinî, fêkîyû darên xwe, ji van birk û çalan av didan.

Salekê berf çend caran hat û çend rojan li erdê nema û heliya. Piştre jî di meha Adar û Nîsanê de jî bi hindikayî çend caran baran hat. Zadê gundiya şîn bûn. Weke du buhosta jî zad û dexl bilind bûn. Lê belê baran ji ber ku hindik hatibû, zad gelekî tî bû. Zad hatibû halekî wilo ku pelê taya genim yan jî ceh ya binî, hema hema li ser hişkbûnîyê bû. Gundîkî Xalê Hesen hebû, navê wî Selîm bû, hinekî jî baweriya wî kêm bû. Rojekê çûbû nav erda. Li vegerê ji gundiya re wiha got: “Ji îro pê ve tu hêvî ji çandiniyan nema ye. Zad wilo hişk bûne ku tu berê berajê jî berde nav erdan, ev zad nema ji nûve şîn dibin.” Li ser vê gotina Selim, Xalê Hesen gelekî mehzûn bû. Piştre rojekî Selîm li melayê gund Mela Se’îd rast hat, jê re go: “Seyda! Îsal şuğlê me gelekî zehmet e. Debara me li ser rehma Xuda ye. Em bi şexsê xwe karin debar bikin. Lê ka emê ji van zarokan re bêjin çi?” Seyda hinek şîret li Xalê Selîm kir. Piştre jî her piştî limêjê û roja înê, li ser xutbê di dûayên xwe de dûa baranê kir.  

Bêbaranî bi wî awayî gelekî dewam kir. Weke ku ti bêjî wextî giyaê çolê û zad hişk bûbana. Di dawiya biharê de Xudayê Teala rehmetek şiyand. Baran gelekî bariya. Rewa ket erdê. Bi vê baranê ew zadê ku digotin bi berajê jî şîn nabe, ji nûve şîn bû. Zad mezin bûn û simbil dan. Ceh, genim, nîsk tevde çê bûn. Xalê Selîm û gundî gelekî kêfxweş bûn. Ji ber ku zivistanê rehm kêm bû, zad zêde neavêt. Lê belê têra gundiya ku qûtê xwe û kaya heywanê xwe hilînin, zad çêbûn.  

Xalê Hesen û gundiyê wî carake dî fehm kirin ku ti carî ji rehma Xuda mirov nikare hêviya xo qut bike. Di deverê teng de di cihê zehmet de rehma Xudayê Teala di hewara mirovan de tê. Mirov xilas dike. Melayê gund pişti vêna, di we’za înê de ji gundiyên xwe re careke din we’z û şîret kir. Ev ayeta Xudayê Teala anî bîra wan: “Ey ew kesên ku di ‘eleyhê nefsa xwe de heddê xwe derbas kirine. Ji rehma Xudayê Teala hêviya xwe qut nekin. Bêşek Xudayê Teala hemî gunehan ‘effû dike û Xuda Ğefûr û Rehîm e.” (Sûreyê Zumer-53)

Seyda Mela Se’îd di dewama we’zê de wiha got: “Gelek caran însan bêhêvî dibe. Dibê qey ev tiştê ku hatiye serê wî piştî vêna tiştekî dî tuneye. Dibê belkî Xudayê Te’ala li min hatiye ğezebê. Çareserî nema. Deryê tewbê li ber min hate girtin. Fereca xêrê nema. Evana tev jiber zeîfbûna însan in. Her çiqas însan rehma Xudayê xwe, qûdreta wî jibîr dike jî, haya Xuda ji ‘ebdê wî heye. Ew Xudayê ku însan şiyandiye dunyayê, rizqê wî jî dişîne. Însan di tengaya  wî de nahêle. Xudaye Te’ala sebr û debara însan îmtîhan dike. Di dawiyê de jî Xudayê Teala deriyê ferahiyê li ber ‘ebde xwe vedike.  Xuda, însan hem di karê dunyayî de, di heqê rizqê wî de heyirî nahêle.  Hem jî çaxa ku însan berê xwe dide rêya hîdayetê wî ji tarîtiya cehaletê û kufrê derdixe ronayiya îman û xelasiyê.”

Li ser vê we’za Seyda, Xalê Hesen, Selîm û gundî hêstir ji çe’van bariyan û fehm kirin ku qutkirina hêviya ji rehma Xudayê Te’ala, ji nezanîyê ye û ji ğefletê ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Di ‘Eqîde û Jiyana Civaki De Yekîtî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.