Piştî Bazê Kurê Dostik, ‘Eqîbeta Dewleta Merwanîya

Article

Piştî ew şerrê ku di navbeyna Bazê kurê Dostik û herdû lawê Nesruddewle Hesenê kurê Hemdan da çêbû û Bazê kurê Dostik hatibû kuştin,  birazyê Bazê kurê Dostik Ebû ‘Elî Hesenê kurê Mervanê kurê Kek, di sala 990ê mîladî da (380ê Hicrî) îdarevantîya dewleta Baz xıst destê xwe.

Li gor nêrîna giştî, damezrînerê dewleta Merwanîya Bazê kurê Dostik e. Di sala 983ê Mîladî (373ê Hicrî) da damezrandîye. Li gor dîrokvan ‘Ebdurreqîb Yûsuf (Ed-Devletü’d-Dûstekiye fi Kürdistani’l-vüstâ, (Bağdat: Matbaatü’l-Livâ, 1972), 1:44.) ev dewlet hetanî Bazê kurê Dostik li jiyanê bû, bi navê “Dewleta Dostekî” navdar bû. Ji ber ku hinek lêkolîner dibêjin bavê Baz û Mervan yek bûye. Yanî Baz û Mervan birayê hevbûne. Li gorî van lêkolînera, Ebû ‘Eli Hesen birazyê Baz e.[1]

Li gora Îbnu-l Ezraq, Mervanê kurê Kek, zavê Bazê kurê Dostik bû. Yanî xweşka Baz, pîreka Mervan bû. Li gora Îbnu’l Ezraq Mervanê kurê Kek ji gundê Kermasê yan jî Kormasê bû. Ev gund îro bi navçeya Şêrwana Sêrtê ve girêdayî ye. Mervan li vir aşvanî dikir. Mervan û zaryê xwe rûsipî û şêwirmendê vî gundî bûn. (İbnu-l Ezraq: 76-77)

Hetanî ku Baz li jiyanê bû, zaryê Merwan jî bi Bazê kurê Dostik re bûn. Di temamê şerra da bi Baz re bûn. Çar kurê Merwan hebûn. Evana Ebû ‘Elî Hesen, Se’îd, ‘Ehmed û Kek bûn. Di wî şerrê ku Baz hatibû kuştin de artêşa Baz bê serî ma û belav bû. Birazyê Baz ya jî xwarziyê wî Ebû ‘Elî Hesen, li leşkerê artêşa Baz qîr kir û wan li hev civand û ji wan re serdarî kir. Artêşa Baz li hev civîyan û di bin Serdarîya Ebû ‘Elî Hesen da hucûm dane ser dijmina. Piştî dijmin têk çûn, Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan, tevî artêşê zivirî ba malbata Baz ku li Hesenkêfê bû.

Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan wezyeta şerrê ku Baz tê da hatibû kuştin ji pîreka Baz re got. Pîreka Baz ji Ebû ‘Elî Hesen re got em çi bikin?

Şekil 1: Wêneyek ji Peytexta Merwanîya; Meyyafarqîn

Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan ji xatûna Baz re got; “Em rojkî berî rojkî xwe bigînin paytexta Meyyafarqînê hê kuştina Baz zêde belav nebûye”. Pîreka Baz ji Deylemîya bû. Piştî ku gihîştin Meyyafarqînê, Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan, îdarevantîya Meyyafarqînê xist destê xwe. Û bi pîreka Baz re jî zewicî û serokatîya dewleta Merwanîya xist destê xwe. Navê dewletê jî danî “Merwanî”. Di vî halê zor û asteng de jiber ku Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan ne hişt dewleta Merwanîya hilweşe û ji ber wan hicûmê Buweyhiya ku didan ser paytexta Meyyafarqînê bêali kir, Ebû ‘Elî Hesen damezrînerê duyemîn ê dewleta Merwanîya tê qebûl kirin.[2]

Piştî ku Ebû ‘Elî Hesen îdarevantîya Meyyafarqînê xist destê xwe bi navê Mem zilamek pîr û xwedî ezmûn kire wezîrê xwe û îdarevantîya Meyyafarqînê jê re hişt. (İbnü-l Ezraq; 76-78) Ew jî li seranserê welêt geriya û serweriyû selteneta xwe xurt kir.

Di sala 991-92ê Mîladî da Roma hucûm dan ser Exlat, Melezgîrt, Ercîş û Bargirîyê. Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan tevî gel li hember vana derket û artêşa Roma têk bir. Ji ber vê, Roma bi Ebû ‘Elî Hesenê kurê Merwan ra bi çêkirina agirbesta deh salî ji herêmê derketin. Piştî vê agirbesta bi Roma re, Ebû ‘Elî Hesen hêza xwe û bala xwe da pirsgirêkên navxweyî. Pirsgirêka Ebû ‘Elî Hesen a herî mezin gellê Meyyafarqînê bû. Gellê Meyyafarqîn ji Ebû ‘Elî Hesen bêtir, hezkirina wan ji emîrê Hemdanîya ê Helebê Seyfüddewle ra dihat. Seyfüddewle jî ji Meyyafarqînê û ji gellê wê hez dikir. Cîyê Meyyafarqînê li ba Seyfüddewle pir hêja û hempa bû. Ji ber vê Seyfüddewle berjewendiya gel qezenc kiribû. Seyfüddewle wesîyet kiribû ku bimre Wî li Meyyafarqînê veşêrin. Wexta Seyfüddewle ku çû rehmetê, wî ânîn li Meyyafarqînê veşartin. (Vêga jî gora Seyfüddewle li Meyyafarqînê ye). Ji ber van sedeman gellê Meyyafarqînê ji dewleta Hemdanîya ra bertek nîşan dida û ji wan ra dilsoz bû. Ev hestiyara hanê bû sedem ku dijberiyek tund û dijwar bi gel ra li hember zaryê Merwanîya çêdikir. Vê rewşa gellê Meyyafarqînê Ebû ‘Elî Hesen dizanibû, dîsa jî hemû hewîldanên başiyê li wan dikir, lê dîsa jî gellê Meyyafarqînê li dijî wî derdiketin. Û di her firsendê de wan êrîşî Ebû ‘Elî Hesen yan jî leşkerên wî dikirin, yan jî li leşkerê wi dixistin.(İbnu-l Ezreq; 82)

Ebû ‘Elî Hesen bi gellê Meyyafarqînê ra çi qencî kir jî wan ji kîn û dijminberiya li hember xwe jiber ku bidûr nexist, bi wezîrê xwe Mem re şêwir kir. Ji Mem re got; “Ez çi dikim feyde nade, roj bi roj ‘ârsizîyû serkêşîya xwe didomînin. Ka ez çi bikim ji mir bibêje.”

Ebû ‘Elî Hesen li ser şîreta wezîrê xwe Mem, di nav gellê Meyyafarqînê de bi giştî ragihand ku ewê nimêja ‘îdê li dervayê bajêr bike. Gellê Meyyafarqînê jî ji bo ku nimêja ‘îdê bike derket dervayê kelhê. Temamê gel derket ji xeyrî rûsipîyê bajêr Muhammedê kurê Ebû Sakr. ‘Esasen serê dilgiraniya gellê Meyyafarqînê ku ji Ebû ‘Elî Hesen hebû Ebû Sakr bû. Wexta ku gellê Meyyafarqînê derketin ji bo nimêja ‘îdê, Muhammedê kurê Ebû Sakr derkete dîyarê bircê û li wan temaşe dikir. Piştî ku gel derket dervayê bajêr Ebû ‘Elî Hesen derê kelhê asê kir û tevî mihafizê xwe çûn Muhammedê kurê Ebû Sakr girt û wî di sûrê da avêt xwarê. Ebû Sakr li wê derê jiyana xwe ji dest da û mir. Li ser vê mirina Ebû Sakr, çok û qidûmê gel şikîya û li hev şaş man.

Ebû ‘Elî Hesen ê ku bê suc bûn, derî li wan vekir û wan girt bajêr û ê sucdar jî kinc û firaqê wan dan wan û wan surgun kir. Bi vî hawayî Ebû ‘Elî Hesen dijberîya ku li dijî dihat kirin bi dawî kir û serwerî û serdestiya xwe hê bêhtir xurt kir. (İbnu-l Ezreq; 82-84)

Di sala dawîya 996ê mîladî da Ebû ‘Elî Hesen ji bo bi Sittûnnasa keça Sa’ddüdewle Emîrê Helebê ê Hemdaniya ra bizewice qefîleyek ji rûsipîyê Meyyafarqînê şande Helebê. Ev qefîla hanê çûn wir û bûk xemilandin û ew girtin û vegerîyan ji bo werin Amîdê ketin rê.

Ebû ‘Elî Hesen jî di şûna xwe da wezîrê xwe Mem li Meyyafarqînê hişt û tevî zaryê Mem Şêro (Şerve) û birayên wî û hinek leşkeran di ser navçeya Hênê ra kete rê, berê xwe da Amedê. Ebû ‘Elî Hesen û tevî qefîla xwe ku gihîşte gundê Tillalo, walîyê Amîdê ‘Ebdulberr li wê derê wî pêşwazî kir. Hinek xelat û diyariyan pê vekir. Kurê Mem Şêro ji ber ku ji Ebû ‘Eli Hesen hez nedikir, dixwest bi pîlanekê serê wî wenda bike. Vêya jî xwest ku bi walîyê Amedê ‘Ebdulberr bicî bîne.

Şêroyê kurê Mem vê pîlana xwe ya dizî jibo bicî bîne, ji ‘Ebdulber re got: “Hayê te ji kirinê Ebû ‘Elî Hesen ku li gellê Meyyafarqînê kirîye heye. Tu bizanbî ji bo tiştek wisa bîne serê te jî Ebû ‘Elî Hesen tê Amîdê.” Him bi vê gotina Şêro him jî li ser ev bûyera ku li Meyyafarqînê çêbûye û kuştina Ebû Sakr, walîyê Amedê ‘Ebdulberr dudil bû û difikirî û ditirsîya ku rojekê ewê eqîbeta wî jî ew be.  

Piştre walîyê Amedê ‘Ebdulberr zivirî bajêr û vê dudiliya xwe bi çend rûsipîyê Amîdê re hevpar kir. Wan rûsipîyê Amîdê jî jê ra gotin tu çi bikî em bi te rane. Di nav xwe da pîlan çêkirin û wexta Ebû ‘Elî Hesen di derîyê Avê da (îro jê ra dibêjin Yenikapı) kete hundirê Bajêr ‘Ebdulberr û wan rûsipîyû çend leşkera hicûm dan ser Ebû ‘Elî Hesen. Wî li wê derê kuştin û dûv re jî deryê Sûrê girtin.

Bi vê bûyerê Şêro gihaştibû miradê xwe. Şêro rakir cenazeyê Ebû ‘Elî Hesen û hat ba birayê Ebû ‘Elî Hesen ku navê Wî Ebû Mensûr Se’îd bû. Tev bi hevra zivirîn Meyyafarqînê. Û cenazeyê Ebû ‘Elî Hesen birin Erzenê û li rojhelatê pirê li kêleka Mizgeftê di tirbê da veşartin…(İbnu-l Ezreq; 88-91)



[1]Di vê mijarê da binhêrin; İbnü’l-‘İmâd el-Hanbelî, Şezerâtü’z-zeheb fi aḫbâri men zeheb, thk. Mahmut Arnavut, (Beyrut-Dimeşk: Daru İbn Kesîr, 1986), 5:225; ----Ebü’l-Abbas Şemsüddîn Ahmed b. Muhammed İbn Xellikan el-Bermekî el-İrbilî, Wefiyâtü’l-e’yân we enbâu ebnâi’z-zamân, thk. İhsan Abbas, (Beyrut: Darü’s-Sadr, 1978), 1:177,251;

[2] Di vê mijarê da binhêrin; İbn’ül-Ezrak, Dîroka Kürdê Merwanî, Werger:Mehmet Emin Bozarslan, (İstanbul: Koral Yayınevi, 2. Basım, 1990), 76-79, 81-90; İbnü’l-Esîr, Dîroka İslamê el-Kâmil fi’t-Târih, Werger: Abdülkerim Özaydın, 9:64-66.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê BAZÊ KURÊ DOSTIK
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.