GELO DİLŞADÎ Dİ DEWLEMENDİYÊ DE YE?

Article

Di jiyan û bingeha fikra sekûler de dilşadî bi dewlemendiyê ye.
 
 Mixabin evladê me jî bi vêya dixapin
 gelo çima?
 
 Qîz û Xortên me vexta dizewicin, li gorî vê nerînê têne cem hev lêbelê hevdû îdare nakin.
 
 Paşê di navbêna jin û  mêra hevberdan dest pê dike, beriya wê jî ta’dê li hev dikin.
 
    Liser zewacê  ne aramîya wan dimine ne jî bawerîya wan. 
 
Piştî wê  jî neslekî bêmalbat  yê ji tiştekî û ji tu karî re  nabe tê holê. 
 
Dî jiyana bingeha fikra sekûler de zewac jî tine ye. Dewsa zewacê emelê xerab  hene. 
 
Bi rastî ev nêrîna  ya‘ ’Dilşadî di dewlemendîyê de ye’’  di TV, Malper û di medyaya civakîde her tim  tê gotin. 
 
Dayikên me  vê heqiyê zanin zarokên xwe jiber bawerî û xizaniyê zarokên xwe ji vê xeterê nikarîbû dûr bixe.
 
Bavê wan zarokan di sîstema sekûler de  ji kar û şuxulê  di bin çerxa aborîde sere xwe nikarin rakin, ew jî xenikandin. 
 
Malên me  ji vê xeterê re vekirîne û ji aliyê rêvebiran naye parastin. 
Dewletê vezîfa  xwe ya eslî ji bîrâ kiriye.
 Xort û qîzên me ne têne perwerdekirin û ne jî têne parastin. 
 
 Şêx, Âlim û Rewşenbîrên mê di vir da wezifa  wan çîye? 
Bi rastî pêwîste em li ser veyâ gelekî bi sekinin. 
Mifta xelasîyê li cem wan e. 
Ji ber kû ew rêberê xelasîyê ne hewceye em li dora wan kom bibin û di rêza wan de biçin. 
 
Sîstema Sekûler dixwaze alim û rewşenbîrên me li ber çavên me reş bikin ,kêm bikin û  ji me dûr bixin. 
Da kû qîz û xortên me karibin di bin emelê xwe yê pîs de winda bikin.
Dar li ser koka xwe şîn tê pêwîste em jî bizîvirin li ser koka xwe. Dîroka xwe baş bizanibin û divê em li  Şêx, Âlim û Rewşenbîrên xwe  gohdar bikin. 
 
Evîn û aramî di mal û malbatê de ye. 
Ê li dilşadiyê bigere bira têkeve mala xwe  heskirin û Qehra havale xwe bikişîne.
Çav têr nabê lêbelê dilşadî bi zikra Xweda ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê DÎROK
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.