ZIMANÊ DAYIKÊ -1

Article

Têgeha Zimên

Nî’metên ku Xwedayê Te'ala dane însên, bi jimarê nayên hesab û qedandinê. Lê belê ji wan ên ku însan ji heywanan cûda dikin, 'eql û raman in û ji wan re jî hunera axaftina taybetmendî ye. Ê vêya pêk tîne jî ziman e. Ji bo ziman bi hezaran tarîf hatine kirin. Bi kurtî ziman yanî lîsan, wasîteya ku fikr û raman û bihîstinên însanan eşkere dike. Yanî ziman, jibo lihevkirin û têkiliya însanan wasîteyek e. Hatîye qebûlkirin ku meriv hîs û raman û hêvî û xwestekên xwe bi vê wasîteyê îfade bike, radigihîne kesên din. Ziman, belkî ji vêya zêdetir gelek tiştan îfade dike. Her civak, bi zimanê ku pê diaxive, dîrok û çanda xwe belav dike.

Bi Maneya Giştî Ziman

Ziman wasîteya tabiî ye ku lihevkirina navbeyna însana pêk tîne. Ziman di nav qanûnê xwe de heyîneke zindî ye ku dijî û pêş de dihere. Ziman milletê dike yek, diparêze û wek sazîyeke civakî, qedra muşterek a milletê ye. Ziman avahîyeke civakîye ku bi sed salan pêşve çûye û hatîye meydanê. Ziman wek torek e ku ji dengan hatîye hûnandin. Ziman têkilîya di nava însana de pêk tîne û benda civatê serrast dike; di her merhela jîyana me de bi me re ye. Li malê, li dibistanê, li kolanan, li çarşîyê, li kargehê, li her cihî bi ziman em di nav hevde dijîn.

Di dema jidayikbûnê de ziman nayê zanîn. Însan di mehên ewil de bi girîn, hinek teqlîd û tevgeran bi derdora xwe re têkiliyê dike. Zarok zimanê dayikê di civata ku tê de dijî, di demek dirêj de hîn dibe. Ziman her daîm, parçeke şexsiyeta însên e ku jê naqete.  Jîrayîya însan û qabîlîyeta hîs û ramanên bêsînor, encax bi zimên derdikevin holê û însan bi zimên neqlî hev dikin. Ji ber vê yekê ziman û raman di nav hevde ne. Însan bi ziman difikire û jîyana xwe didomîne. Pêşveçûna zimên, bi raman ve girêdayî ye. Her wiha pêşveçûna ramanê jî bi ziman ve girêdayî ye. Ramanê ku bûye wesîla avabûna medenîyetê û pêşveçûna wê, deyndarê zimêne.

Raman bi rewşê ger bibe sûretek, dibe tefekkura milletekî, ev jî bi zimên ava dibe. Qedr û nirxên her milletî bi zimên tên îfadekirin, hiş û hafiza civakê jî li gorî zimên ava dibe. Ji lew cemiyeta ku bixwaze zimanê xweyê qedîm yanî hafiza xwe muhafeze bike; gere qedrên aydiyê xwe muhafeze bike û pê re jî zerûret heye ku yên mewcûd zêde bike û bipêş bixe.

Tarîfa Zanistî a Zimên 

Tarîfa zanistî a zimên, di esra 19an de bi xebatên zimanzanên wek Ferdinand de Saussure, piştî avabûna zimanzanîna giştî a modern hatiye kirin. Esasen ziman, gava mefhûmek û dengê wê yê di zihîn de têkilî hev dibin der tê holê. Ev têkilî ne siruştî û hewce ye. Mîsal; jibo mefhûma "kûçik" Îngilîz dibên "dog", Almanî dengê "Hund" û Fransî jî "chien" telafûz dikin. Digel vêya divê têkiliya îmaja mefhum/deng, jibo ferdên ‘eynî civatê mecbûrî be. Ya na lihevkirina civakê pêk nayê.

Du wesfên esas hene ku zimanê însên ji yê hemî heywanan cûda dike. Ya ewilî; zimanê însan wekî zimanê heywana bi irsîtî nayê kesibandin, ‘eksê vêya zimanê însan, di nav civakê de bi hînbûnê tê elimandin. Di vê pêvajoya hînbûnê ku di şert û mercên cûda de nifş be nifşan pêk tê de mumkun e ku di zimên de guhertin çê bibe. Zimanê însên pirçeşîdî ye, muqabil vêya zimanên heywanan naguherin, evya jî netîceke ferqa di navbeyna kesibandina herdû zimanan de ye. Ya duda; nîşanokên unsûrên zimanê însan, mumkun e ku jêk bibin bi bal parçeyên pir zêde biçûk ve. Ev parçeyên biçûk bi teşeyên muxtelîf ger bibin yek, unsûrên nû yên zimên, me’neyên nû, peyvên nû der tên holê. Lê di zimanên heywanan de ev xisûsîyeta jêkbûn û zêdebûnê tuneye. Bi kurtasî ziman hem îfadeya heyata civakî ye hem jî di rewşa şertê hebûnê de ye; hem netîce ye hem jî sebeb e.

Nerîna Îslamê Li Zimanan

Wek di her mijarê de, di mijara zimanê dayikê de jî bingeha murac’eta me, çavkanîyê ewil Qur'ana Kerîm û Sunneta Pêxember ‘a.s.w e.  Rebbê me di Qur'ana Kerîm de di vê ayetê de beyan dike ku temamê pêxemberan bi zimanê qewmê xwe teblîx kirine. “Me her pêxemberî ji bo eşkere îzah bike encax bi zimanê qewmê wan şandîye.” (Îbrahim: 4)

Me’lûm e hemî pêxember miellimê însana ne. Hz. Mûhemmed (s.‘e.w) miellimeke ku Xwedê ew terbiye kiribû û kiribû qasidê xwe. Qur'ana Kerim bi vî wesfî daye hînkirin. Û gotîye, “Ez bi mi‘ellimtî hatime şandin” (Îbnî Mace, Mukaddîme-17) Dema dewleta Îslamê ava kir, îmkan dabû ku her qewmek bi zimanê xwe perwerdeyê bike. Herwiha di çavkanîyê dîrokî de tê gotin ku li Medînê bi navê “Beytul Mîdras”ê avahîyê perwerdehîyê yên Yahûdîya hebû û bi Îbranî perwerdeyê dikir.[1]

Di Qur'ana Kerîm, sûreyê Rûm ayeta 22an de Xwedayê Te'ala wiha ferman dike; "Xuliqandina erdû asîman û cûdabûna ziman û rengên we, ji ayetên wî (Xweda) nin. Bê gûman di vanan de ji bo 'alima (kesên zane) delîl hene." Hamdî Yazirê Elmalî wiha dibêje: Cûdabûna zimana bi giştî pirbûna luxetan û hetanî cûdabûna zarava û şêwe û devokan, ji bo hemiyan dibe rast be... Bi vî awayî ehlê ‘ilmê zanin ku di cûdabûna ziman û renga de hîkmet hene. Û ji wan hîkmetan yek jî “ji bo hûn hevûdû nas bikin, me hûn kirne qewm û qebîleyan” (Hucûrat-13) Yanî di pêşveçûnê û belavbûnê de hevdû nasbikin. Bi vî awayî bi cûrbicûr ziman û ‘irqan pêkanîna cemiyetekê, encax bi ilmê mumkune.[2]

Her wiha xeberdana bi zimanê wî qewmî, prensîbeke muhîm e da ku heq û heqîqetê bibîne û li ser heq û heqîqetê tevbigere. Çimkî pêxember ji însanîyetê re miellimên rasteqînin, hem însanîyet û însana diparêzin û dighînin heqîqetê. Bi zimanê qewmê xwe xîtabî qewmê xwe kirine, peyama Îlahî ripîrast gihandine însanên qewmê xwe.

Di tarîxa însanîyetê de çi nebî çi resûlê xwedî kîtab, her pêxember muheqqeq li gorî 'adetê Xweda li ser zimanê qewmê xwe hatîye şandin da ku eşkere bibêje û tu bihane û mazereta însana nemîne. Pexemberê me jî muxatebê qewmê 'Ereb bû, Qur'an jê re bi 'Erebî nazil bû û bi 'Erebî xîtabî wan kir. 'Alim û mufessirên me yên wekî Fexreddînê Razî ku referansa gellek mufessira ye, dibêjin ku ji xeyrî 'Ereba van qewmên din, divê peyama Hz. Pêxember bi zimanê wan ji wan re bê gotin. Yanî Îslamê wergerînin zimanê wan û bi zimanê wan, wan hînî Îslamê bikin.[3]

Jixwe merev li dîroka Îslamê binhêre, di mesela ziman de tu pisgirêkeke muhim wê neyê dîtin. Qewmê ku Îslam qebûl kirine, di medreseyên xwe de bi zimanê xwe perwerde kirine û dînê xwe bi zimanê xwe hîn kirine. Îro em li dîroka Kurda binherîn, emê zanibin ku berhemên ku di dest de hene, giş piştî Îslam qebûl kirine hatine nivîsandin. Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û vanên din 'alim bûn û di medreseyan de ders didan.



[1] Yrd. Doç. Dr. Şakir Gözütok, İlk Dönem İslam Eğitim Tarihi, Fecr Yayınları, Ankara 2002, sh. 68

[2] Hak Dini Kur’an Dili C. 6,  S. 248

[3] M. Wehbî Efendi (V. 1949) Xülasatül Beyan C. 7, S. 2668)

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê MANDIRE (ŞÎRXANE)
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.