
Ey nefsa min bi qêrîn wek qelbê min bike şîn
Ez fanî me ‘aciz im, fanîw aciz naxwazim
Rûhê xu ji Rehman ra teslîm kir berda jê ra
Naxwazim ji ğeyrî Wî dixwazim dostki baqî
Zerre me lê ez feqet dixwazim rojek ebed
Ez im tinekî tine dixwzim çi ê hene
Mewcûdat tiştê hene erê ew tev ‘eyne ne
Wek tarîtiya heye roniyê ra ‘eyne ye.
Ev şiddeta tariyê şewq dide wê roniyê
Bi wê tarîtiya ha ronîtî dibe xuya
Herçîka tiştê hene ji hev ra ew ‘eyne ne
Yanî çi tiştê hene îxbara ziddê xwe ne
Ev ‘alem qêrîn dike deng li ziddê xu dike
Hem ‘alem dike zarîn bi ziddê xu tê zanîn
Deng li zıddê xu dike ji bona xu ferq bike
Deng li yek wusa dike quwweta wî têr dike
Feqîriya-d çile da huzn û serma bi ser da
Her tiştî melûl dike mirnê ra mehkûm dike
Halê çile belengaz ‘eyna bihara bi naz
Hem dibê bihar hene ziddê wezyeta min e
Weka Weys-el Qerenî her tişt dike zarînî
Bi zimanê halê xu, xu davêje Rebbê xu
Du’a û zarzar dike li dergahê Xaliq e
Dibêjin ya Îlahî! Tu Rebbî, Xwedyê me yî
Em ‘evd in hem ‘aciz in ji te îmdad dixwazin
Nefsa xu em nikarin paqij kin terbiye kin
Dêmek daîm ê ku me terbiya me dide me
Tu yî eya Rebbê me! Em in ê muhtacê te
Hem Xaliq î xulq dikî me mexlûqa çêdik î
Hem tu yî Ew ê Rezzaq em in muhtacê erzaq
Dêmek ê me-d xulqîne rizqê me ew dişîne
Taqeta me jêr nîn ger çêneke neşîne
Hem Tu yî eya Malik! Em in dêmek mal û milk
Dêmek yekî din dime ew mesref dike li me
Dêmek xwedyê me Tu yî her tişt bi mîqdar didî
Hem ‘Ezîz î bi ‘izzet xwedyê mezin bi heybet
Zilleta xu-m dinêrin ser me ‘izzet kî he ye
Dêmekî em in ‘eyne ji bo wê ‘izzeta te
Em in va ye ê dimrin, li ser mirnê dibînin
Rengê jîn û heyatê dêmek ev jîn ji te tê
Hem tu yî daîm zengîn çimkî em feqîr miskin
Feqîriya destê me ku pê tişt nagîjin me
Zengînîkî hatye dan dêmek Tu didî ew îmkan
Hem Tu yî Heyyê Baqî Tu sağî Tê her hebî
Ê ku cewab dide me, hedya Tu yî didî me
Çimkî em û ê ‘alem bi zimanê hal her dem
Em dikin du’a, fîğan xwestinên me têne dan
Dêmek cewaba tevan Tu yî didî her ewhan
Ey Rebbê min ey Xaliq! Sahibê min ey Malik!
Di gazîkirna min da delîla min ê Te da
Du’ayê ji Te dikim pê feqra xu ferq dikim
Ew tiştê mi-dgîne Te feqra min naxapîne
Xezîina min feqra min sermaya-m ‘emelê min
Hem şefqet û rehma Te me ‘ef û meğfîret ke
Dostê min hebîbê te selat selam li ser be
Ya Rehman her tim amîn eya Rebbul’alemîn
Ey ê bi nî’metê xu me terbiye kir bi xu!
Ey Sultan û Xwedyê me! Ê te nîşan daye me
Ji esla-r numûne ne eslê wan jî şan de me
Me-l van çolan mahf neke di orta mulkê xwe ke!
Me bigre huzûra Xu li me ke rehmeta Xu
Ê-b me didî ta’mkirin li wir bi me bid xwarin
Me bi wê tunebûnê mehrûm neke ji jînê
‘Evdê xu neke tine em tev muhtacê te ne
Qusûrên me ‘efû ke ji Xur qûl qebûl bike
Emanetê Te da me heta distînî ji me
Emanet da emîn ke me-j gunehan dûr bike
Bi ‘efwa Xu ‘efû ke rezîl û ruswa neke
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.