ŞUKRÊ XWEDA

Article

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Gelê bawermendan!

Xwedayê Teâlâ Azze we Celle ev gerdûna (kaînata)hanê ya girsehêz (muazem) ji bo em têde  feyde bibînin hem karê dûnyayê û hem jî karê axretê bikin xûluqandiye. Lê belê xwedayê Teâlâ Azze we Celleh ew tiştên kû li ser rûyê erdê çi hûr û çi gir hebin ji bona temamê insana amade kiriye û xistiye bîn xizmeta insên.

Geli bawermendan!

 Ji bona ev tiştan  lazime insan jî li her wextî dê şukrê Xwedayê xwe bîke û şûkrê wan nîmetê kû Xwedayê Teâlâ dayî wan bîne ser ziman.

Me di serî de gotîbû Xwedayê Teâlâ ew qas nîmet daye insanan û li hember dayîna van nîmeta jîntenê şukrê dixwaze. Ev tiştên hanê rast e kû em her tim şükrê Xwedayê Teâlâ bikin teqez Xweda jî wan nîmetê xwe her daim li ser me zêde bike. Lê belê Xwedayê Teâlâ Azze we Celleh di Qur’an’a piroz de sûreya brahîm ayeta 7an de wiha ferman dike: Dibîr bînin dema Xwedayê we ji were ragihand; eger hûn şukrê min bikin teqez ez ê nîmetên xwe li we zêde bikim û eger hûn înkara nîmetên min bikin, bi rasti ezabê min pir dijwar e."

Gelê bawermendan!

Tê fehmkirin ku nîmet çî dixwaze, şûkur dixwaze. Lê belê şukur ne tenê bi ziman em bivêjin ya Rebbi ez şükrê te dikim e. Şukra ya herî rast û  daîm bêguman ji Xwedayê Teâlâ Azze we Celle re serê xwe berjêrkirin û  bende bûyîn e. Lewra Xwedayê Teâlâ insan afirandiye ji bo ku evditiyê bike,  em vê rastiyê di Qur’an’a piroz de dîbinin. Xwedayê Teâlâ di Qur’an’a Kerim'de sûreya Zariyat ayeta 56an de wiha ferman dike: "Min, cin û insan bes ji bo ku îbadetê ji min re bikin afirandine."

Yanî di vê ayeta Kerime de jî tê fehm kirin xulqiyet û afirandina insanan bes ji boni Xwedayê Teâlara ibadet û nas kirin heye.

Geli bawermendan!

Em bêguman dizanin ku rojekê ew ê ev dünya wê xelas bibe û em insaniyet tev wê herin cem Xwedayê xwe û em ê yek bi yek hîsab bidin. lazim e kû Divê insan Rebbê xwe nas bike, ji Rebbê xwere ibadet û teatê bike û Pêxemberê me Hz. Muhammed(sxl) nas bike û heyata wi jî bixwîne. Lewra naskirina pêxember nas kirina emrê Xweda ye, nas kirina Xweda jî bi iznillah çûyina bi bal biheştê ye.

Xwedayê Teâla Azze we Celleh me di roja axretê de di bin  ala Hz. Muhammed (sxl) de bicivîne û me bike cîranê pêxember û cîranê sihabeyên bi rûmet û qîmet. Amin

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê YA RABB
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.