Guft û Goyek Digel Melayê Cezerî

Article

            Geli xwendevanên delal û bi rûmet! Em bo vê jimara Kovara Kelhaamed ketin nav pelên dîrokê û çûn dîwana Melayê Cezerî. Her wekî ku hûn jî dizanin Mela, di Edebîyata Kurdîya kilasîk de gencîneyeke ‘ilm û ‘irfanî ye. Serkanîya tesewifê, termên ‘irfanî, behra mecazî û  xweşbêjî digel hêceteke cezbewarî ji dîwana Mela diherikin nav dilê mirov û dil diherişînîn. Carna wehdetul-wucûd, carna felsefa Îşraqîyan, carna dengê Şêxê Sen’an, carna remz û îşaretên muxtelîfê tesewufî, carna nezîreyên bo Sadîyê Şîrazî ku digot: “Ela ya eyyûhes- saqî”  gelek durr û mercan ji dîwana Mela dadiwerivîn nav qelb û dilê me.

Em bi hevnasîya Mela û dîwana wî ya Kurdî gelek şad û bextewar bûn. Wek numûne Mela ji Dîwana xwe helbesteke xwe bo me beyt bi beyt xwend, em jî li ser çokan bi ‘hurmet li ber Mela rûniştin û me mulahezeya xwe ya di derbarê her beytekî de piştî xwendina beytê teqdîmî Mela kir.

Xwedê Te‘ala rehma xwe li Mela bibarîne, em ji suhbeta wî têr nebûn. Lê em nizanin gelo Mela mula‘hezeya me eciband ya ne eciband. Dibe ku li hinek cîha mualahezeya me li cîhê xwe rûneniştibe an jî Mela bi wê mula‘hezê qayil nebûbe. Em hêvîdar in dê rûhê Mela pê şad û bextewar bûbe.

Niha em dê li vir wê helebesta Mela digel mulahezeya xwe teqdîmî we xwendevanan bikin. Bi vê wesîlê hûn jî wek yadîgar  fatîhekî bo rûhê Mela û hemî Muslumanan bişînin. Da ku Mela di qebra xwe de şad û bexetewar bibe. Kerem kin.

Beyta Mela:

Dîlberê serdarê xûban ez nizam agah heye

Di ‘hebs û zindanê esîr û girtiyê dermande ye

Mulahezeya min: Eya Seyda! Alimê bi her tiştî, menbe’a her xweşkahî û delalîyê yanî di heqîqetê de serdarê xûban Rebbê me Ellah Te‘ala bi xwe ye. Agahdar e ew bi her ‘hal û karê me. Ji xwe her xûb û xweşik û delal, serkanîya xweşkahîya xwe her ji wî werdigre. Erzîhala xwe em dişînin bi bal wî ve lew mifta derîyê hebs û zindanên maddî û manewî di dest wî de ne. Eger  ew bixwaze ne ‘heddê ‘hakim û hukumdara ye ku me di hebsê de bihêlin û bidin jibîrkirin. Elbet ewê tîrojên dilê me ji hebs û zindanê bigehîne mehbûbê me û bi bîra mîr bîne ku di zindanê de esîrek wî heye. Wê qelbê mîr li me veguherîne ser mer‘hemetê û me ji zindanê derîne.

 Mela:

Girtîyem mayim di ‘hebsê kî gelo mehder bikit

Carekê navê me bînit pur sewabek zêde ye

Mulahezeya min: Melayê min! Hebs û zîndana herkesî cûda cûda ye. Hinek kes di zindana gunehkarî û zulmê de, hinek di zîndana evînê de, hinek di a rik û kînê de mane, girtî û girêdayî ne. Hinek mêrxas jî hene ku situyê wan di le’lê de, destê wan bi zincîr di ‘hucra tarî de bes dilê wan azad û aram e, lewra  dizanin ku re‘hmeta Rebbê wan û hêza wî her tişt rapêça ye. Hewce nîne ku mehderê ji kesî bixwaz in. Yûsuf her li bîra wan e, dizanin ku ew Rebbê xwe bi bîr bînin wê Rebbê wan, wan  ji hebs û zindanê derîn e, hem jî wê Ye’qûbê dilhenûn yadîgar bo wan bişîne.  

Mela:

Mi‘hnet  û ‘halê esîran kî li mîran ‘erze kit

Dê bitin pursê li min lew purr bi re‘hm û şefqe ye

Mulahezeya min: Eya Melayê min! Ez benî! Ma ne aşîkar e ku di mabeyna gazî û hewara mexlûqê mezlûm û Xaliq de perde nîne. Ma me çi hewceye bi erzhîlnûsan? Emê  bi xwe erzîhala xwe bişînin ba mîrê mîran. Lewra digel qelbê herkesî ê mîr û wezîran jî her ew e ê ku vediguherîne. Mîrê mîra dê te û me bi bîra mîr bixîne, bayê şefqet û rehmetê dê ji ber siya şefqet û rehmeta mîrê mîra li mîr û wezîran bi weşîne û qelbê wan li me nerm û germ bike.

Mela:

Ger bipirsit carekê xatûn li ‘halê suxteyî

Qufl û zincîr dê vebin bê ism û dest û mifte ye 

Mulahezeya min: Nabe Melayê min nabe! Lazim e suxte dev ji xatûnê berd e. Ma te nayê bîr dema ku Mecnûn li dû Leyla dimeşî her tişt bo wî wek heyûla bû, wextê xwe siparte mîrê mîran qufl û zincîr lê vebûn, tîrojên roja evînê perçe kirin dîwarên zindanan. Qeyd û zincîrên hebs û zindanan digel dîwarên gorê nebûn mani‘ê hevgihîna Mem û Zînê. Bi destûra mîrê mîran Bekoyê fasid bû nobedarê xelwetnişînê. Dibê em baş hayîdar bin ku mifta qufl û zincîrê li destê dîl û esîran her di destê Wa‘hidê E‘hed da ye. Haydê em bêjin “Bîsmîllah”

Mela:

Bend û zincîr dê vebin cer‘hên di kul dê xweş bikit

Lew ku navê dilberê dermanê derdê bende ye

Mulahezeya min:  Melayê min! Dibêjin dil kê bi‘hebîne ew e bo wî dilber. Dilber heye dil direvîne, dilber heye dil di‘helîne, dilber heye dil di perritîne, dilber heye goştê berazan li ber ‘aşiqê xwe datîne. Carna je‘hr di nav hunguv de veşartî ne. Bi vexwendina her dilberê bend û zincîr venabin, navê her dilberê jî dermanê derdan nîne. Lazime dilda û dilber rast û sadiq bin bo Xwedayê xwe da derdê wan ê ku firqete bi wisletê bêdermankirin. Ji Zuleyxyê ‘îbret, ji Yûsîf şîret hilîn e. Sebra Yûsûf a li zindanê û bendetîya wî ya ji Xweda re hem Zuleyxayê jê re dibexşîne,  hem wî li ser textê sultanan dadinişîne. Derd li ba me bin derman li ba mîrê mîra û serdarê dilbera ye ku bi te’bîra me ew Rebb ul-‘alemîn e.

Mela:

Herçi bivêrê ku navê dilberê bêtin li ser

Xweş dibit ‘hadir di gavê bêguman û şubhe ye

Mulahezeya min! Melayê min! Tedbîrek lazim e di vê rê de bo me ku em bêjin; Ya şafî, ya Wedûd û ya Ellah! Qelbê me û dilberê her di dest te de ye. Tu me û dilbera me ji riya ‘heq dernexî! Tu me bi agirê evînê li dinya derewîn bisoje bes bi narê cehennemê me nesojî. Me û dilbera ber dilê xwe  agirê evîna xwe ji ber siya navê teyê el-Wedûd wergirtiye. Carna dilberên derewîn aşiqê xwe li pêy xwe dibin dojehê em ji dilberên derewîn xwe dispêrin te.

Mela:

Bêguman xaka riya wê tûtiya û dane ye

Ger di çehvên kor veînin xweş dibin pê dîde ye 

Mulahezeya min: Seydayê min! Çarna evîna derewîn wek beysûsa kelemek li ber çava çiyayan vedişêre û wek jehra marê kor çavên sağ jî kor dike. Lê eger dilber heq û heqîqet, dilda jî heqîqetbîn be li ser şopa dilbera heqîqetbîn bidomîne ew şop çavên kor vediîne û sağ dike, bo hevgîhîna li ser hewza kewserê û jîneke bextewara ebedî şopgerê xwe li dû xwe dikşîne. Seyda! Derman heye çav pê sax dibin, derman heye çav pê kor dibin. Ma nizanî ku hirçê bi dostanî bo ku kelmêşa li ser rûkê xwedîyê xwe bikuje bi zinareke mezin her du çavê xwedîyê xwe deranî.

Mela:

Meyyitê sedsale jî wê rê vi ber qebrê kevit

Dê vejî rû‘h bête ser sata xwe bêtin zinde ye

Mulahezeya min: Rast e Melayê min ez bi gorî! Rebbê me Ellah Te‘ala ‘Heyy ul-Qeyyûm e. Jîn û mirin û sağkirina ji nû ve her di dest wî de ye. Eger evîn ji bo wî be evîndarê xwe yanî dilbera ber dilê xwe digel xwe ji nû ve vedijîne, bi bal jîn û sûdmendî û dilşadî û dilxweşîyeke ebedî ve dişîne. Lê eger mêla evînê li ser fanîyan be Îbrahîm bi bîr bîne ku digot “La û‘hîbbul afîlîn.” Ji lew ez dibêjim ku afil û safil diçe muhbeta nameşrû ya li ser fanîyan. Eger kêlikên qebrê bişteğilin û derîyê ğeybê vebitin dê ji meqbera wê evîna nameşrû dûdê narê cehîm hilbikşe ber perrê asîman 

Beyta Mela:

Meyyitan lew radikit yekser dilan ye‘xma dikit

Ismê e’zem ma dizanit ya Mesî‘ha ew bi xwe ye

Ez dibêjim: Eya Melayê min! Dilbera mecazî yeğma û wêran dike dilan, diherişîne, perîşan dike, carna aqil ji serê însan difirîne. Car heye mirov di îmtî‘hana dilbera mecazî de noq dibe, mimkune ku mirov di wê behrê de bixeniqe û helak bibe. Bes evîna li dilbera namehrem a nameşrû mirov dibe helaqê. Lê dilketina dilbera ku serkanîya wê ji tecelîyatê siya navê el-Wedûd peyda dibe, dil pê îhya dibin. Lewra sirrê îsmê e’zem di wê de veşartîye ku ‘Îsa Mesî‘h  jî bi wê sirrê û destûra Îlahî mirî ji gorê radikir û dilê mirî ji nû ve bi nûra hîdayetê îhya dikir. Melayê Min! Lazim e em di mabeyna van her du dilberan de sînorek dêynin.

Beyta Mela:

Ez dibêm  ‘Îsa ye ew ya bû ‘Elî Sîna ye ew

Lew bi remz û ‘işweyan pur mu’cizat û şîwe ye

Ez dibêjim: Melayê min! Eman ha eman! Em ummetek weset in. Lew lazim e em sînorek li vir vekin. Mehbûb û evîn bo me qamçiyek teşwîqkar bit jî dîsa lazim e em di vê rê de çav û guhê xwe baş vekin. Lewra di xutbeya cum‘eyan de Melayê min her tu bû ku te digot “Ela înne ehsen-el kelam…”  Emê li vir kelamê Xwedayê xwe li gor şîreta Melayê xwe di vî warî de wek sînoreke qewî deynin ku ew jî jihevveqetandina helal û herama ye. Dilber bi çi reng û îşwe û remzan tê bila bê emê di vî sînorî de li benda wê bin. Eger remz û ‘işwe û şîweyên di wê sihreke şeytanî bin û ketibin dilqê mu’cîza  Îsa û hunerên Ebû ‘Elî Sîna dê di vî sînorî de betal bibin. Na eger ew nebin bixêrhatina wan li ser û çavan.  Emê ji dil û can noq bibin di behra wan da ku me jî wek miriyên gorê îhya bikin. Ji xwe lazim e di heqîqetê de hubba mehbûba mecazî me têkilhevî hubba mehbûbê heqîqî bike û bigihîne meqamê payeberzê seyra silûkê

Beyta Mela:

Şîwe û remzên di wê teşbîhê berqê lami’ in

Kohê Qaf bit ker dikit sata xwiya bit perde ye 

Mulahezeya min: Eya Melayê min! Remz û îşaretên ku wek beşaret ji birqa tîrojveda ya heqîqetê, bi saya ayetên kewnî û munzîl di dilê evîndarê mehbûb de reh vedidin, ew remz û îşaret kevirên hişk nerm dikin, ji koka zinaran wek çavkanîyan der dibin, kohê Qaf xeyalî bit jî tecellîyata  tîrojên wê Kohê Tûr li ber çavê Mûsa ker bi ker dikin. Eşq û şewqa mehbûb dilên wek kevir vediguherîne sernerm dike. Lazim e bo salikê riya mubarek ku bike qurban sed mehbûbê mecazî bo rêka mehbûbê heqîqet bi carek. 

Beyta Mela:

Perdeya me‘hbûb di nêv qelban ku dê ker ker bikit

Qet di perdê xef dibin Xurşîd û Mah û Zuhre ye

Mulahezeya min: Na Seydayê min! Xef nabin hîç. Lewra îşaretên wî aşîkar in, ayetên wî ‘yan û beyan in. Ne ‘hewce ye ku em rêka asan li ber xwe teng bikin û mehbûbê xwe di bin perda de veşêrin. Ma bi girtina çavan roj ji holê radibe gelo. Tenê kesê çavgirtî dinya xwe tarî dike. Ne  mimkune ku heyv û roj û sitêrka sibê di bin perdê de veşartî bimînin. Hunermend bi hunera xwe xwîya ye. Hemî ayetên li erd û asîmanan digel remz û îşaretên li ser qelb û dilan meh‘bûb ji bin perdê dertînin û muhra muhbeta mehbûb di qelba de dadiçikînin. Êdî dem dema coş û xurûş û zikr û fikrê ye. “Fenzûr îla asarî  rehmetîllah” digel “fe bî eyyî elaî rebbîkumatû kezzîban”

Beyta Mela:

Zuhre û Xurşîd-i min dîtin di qewsê hemqeran

Surrê da dil ‘eqreban çerx û sema û hey hey e

Mulahezeya min: Eya Melayê min! Çi xurşîd û çi zuhre, çi vîn û çi evîn, çi ‘hubb û çi meh‘bûb, çi aşiq û çi ‘abid, çi cemal û çi kemal her delal û her xweşik cemal û kemala xwe ji siya cemal û kemala E‘hedê Wahid werdigre. Êdî em li meqamê heyretê ne di Burca Eqrebê de, dil bi coş û xurûş e. Me şukr û zikr û fikir dibê digel çerx û sema û hey-heyê. Lê lazim e aqil me li serî bit, lew mes’ûlîyet di her karê me da heye. Mehbûbê ku dibit perde di vê rê de êdî ew ne mehbûbê me ye.

Beyta Mela:

‘Eqreb û qewsê qezeh vê ra muqabil Muşterî

Roj û şev û nûr û tîrij berq û hem ispêde ye

Mulahezeya min: Eya Melayê min! Tarîya şevê berdestê sibehê ye. Hêj roj rohnî nebûye bes enîya yarê bikşîne ber tava sibê, tîrojên rojê dê tariya şevê biqelêşin û her tişt veguhere ser heqîqeta xwe. Remz û nîşanên li ser rûkê yara mecazî digel bisk û kagulên li pişt burca veşarî dê bi nûr û tîrojên roja heqîqetê derkevin ji pişt perda mecazê.

Beyta Mela:

Ew hemî vêk ra mi dîn têkil di çerxê carekê

Hê ji wan bê‘hal im ez e‘hwal û ‘işq û cezbe ye 

Mulahezeya min: Melayê min! Ev  meqamê ‘heyretê ye. Ma Mûsa nexeriqî bi tecellaya zatê Layezal a li Sînayê Tûrê? Ev berq û tîrojên ji rûkê dilberê ku dil di herrişînin, mirov ji hal dibin, hişê mirov di lerizînin, ji hal dixin û dikin halê cezbeyê tenê remz û eks û îşaret in bo ‘husn û cemala zatê Layezal. Gelo ‘eşq û cezbeya bo tecellîya cemala yarê heqîqî dê çawa bit li axretê. Bêgûman ne heddê zar û zimana ye ku lezzet û zewqa tecellîya husn û Cemala Zatê Layezal a li axretê beyan bikin. Ger remzên tîrojî mirov ji hal bixe, elbet roj dê mirov ji wê bêtir bike. 

Beyta Mela:

‘Hal ji wê remzê giha min mestê wê remzê me hêj

Serxweş im ‘hetta ebed bê cam û neql û bade ye

Mulahezeya min: Melayê min! Hinek remz û îşaret hene ku lazim e mirov bi guhekî hişyar, bi dilekî ji xwe hayîdar û bi qelbekî selîm li wan mêze ke. Em baş dizanin ku ev dinya derewîn cîh û mekanê îmtaî‘hanê ye. Şeytanê herkesî li gorî wî xwe nêzîkî wî dike. Şeytan carna li vê dinya derewîn ava ziqûmê di dilqê ava hinguvîn de tîne ber mirov. Pîr‘ebok xwe di dilqê horîya cinnetê de nîşan dide û mirov dibe helakê. ‘Eqlê kamil bi rêberîya neqla sehîh ku ew jî Kîtaba Kerîm e mirov derdixe ser riya rast û digihîne warê se’adetê ku xemilandîye bi bağ û bistanan digel horî û ğilmanan. Lazim e serxweşîya me ta ebed bi vê kitêbê û li dû wê be. Jixwe di remzên kitêbî de hatiye beyankirin ku; eslê xweş ê her nî’metê li dinyayê digel husn û cemala her mehbûbê fanî li axretê diyarîye bo salikê sebirkêşê riya heqîqetê.

Beyta Mela:

Serxweş im bê cam û mey remza nihên ebter kirim

Nagihan tîr dane dil lew kuşt e ‘hadir suxte ye

Mulahezeya min: Seydayê Min! Bo mirovê nîvsobaber (nîvajneber) xeniqîna di geravê de qederek mutleq e. Weke her karî bo nexeniqîna di behra evînê de, bo neşewata di agirê muhbetê de pisporîyeke baş û aqilmendîyeke li rê digel rênîşanîya wehyê lazim e. Lazim e mirov remz û îşaretên nihênî wek tîrkevana nêçîrvanîyê bi‘hesibîne. Car heye eger nîşan ne li cîh be; tîrkevan mehbûbê ber dilê mirov jî dikuje. Fena ê fîl evîn lazim e ewil nefsa xwe bikuje û bi rênîşana we‘hyê li her tiştî binêre da ku ew û mehbûbê xwe bi rênîşanîya remz û îşaret û beşaretên nihênî û aşikar  derî li bağê cînana ebedî vekin û bi seadeta ebedî şad û bextewar bibin,  ji ava çemê bağê ridwan bi kaseya ebedîyetê têr vexwin. Dibê dil her dem ji xwe hayîdar û li ser tetikê be da ku bi derba tîrê nagihanî neyê kuştin û ihya bibe.

Beyta Mela:

Kuştiyan xewn dî liqa‘ê lew bi wê dê xweş bibin

Hêviyan qet nabirim meqsûd me dîdara te ye

Mulahezeya min: Eya Seydayê min! “La teqnetû” sebra me tê. Li gorî ‘ilmê evînê tabîra xewnê ew e ku dê birîna kuştîyên bi derba tîrên mehbûb ji nû ve bi cebire û sağ bibe. Ji xwe sirrek ji sirrê te’bîra “be’su be’dul mewt” ev heqîqet e. Çawa ku li berdestê biharê piştî zivistaneke dijwar gulberf berfê diqelêşin, kaînat ji nû ve vedijî, gul û kulîlk radibin ji nû ve jîndar dibe mexlûqat, her wiha piştî zivistana fîrqetê, eger aşiq girêdayî be bi me’şûqê xwe ve, bi sebreke Eyyûbî li her zehmetîyan tehemmul bike, dê xelata wî digel dîdara yarê yara hevgihgîna yarê beşerî bit jî. Seyda! Eger mexsed dîdara yar be di her hal û karî sebreke Eyyûbî digel feraseteke Yûsifî lazim e da ku aşiq bighê mexsedê.

Beyta Mela:

Hêviyan qet nabirim carek tu bêyî şefqe kî

‘Eqdê ihramê dê bînim ‘hadirî bim secde ye

Mulahezeya min: Eya Seyda! Gelo çima emê hêvîya xwe bibirin? Ma ne em evdê xaliqek Rehman û Rehîm in? Rapêçaye rehmeta wî erd û asîman. Ew rizqê morîka di qula zinar de di tarîya şevê de dişîne, ew rehmeta xwe li kafir û mu’mîna dibarîn e. Ew dewr û gerra kaînatê bi sirrê ‘eşqê didomîne. Darê hişk bi sirrê re‘hmeta wî ji nû ve jîndar dibin. Wedûd e ew Wedûd. Digel zulma însan re‘hmeta wî ya li însan bê ‘hed û hîsab e. Dar û ber xeyr ji însan şev û roj jê re bi secde ne digel siya wan. Derîyê xezîna wî vekiriye. Seyda were em digel secdê jê bixwazin dîdar û tecellîya cemal ê. Yarê yara her ew e ku mirov dighîne mexsed û miradê. Çi ğezeb û çi şefqet, çi ezab û çi ucret secdeya me bo wî lazim e di her hal û karî de, lewra karê me ye ‘ubûdîyet.

Beyta Mela:

Secdeya ber eswedan nadim bi sed ‘hec ekberan

Sond bi wan zulfan û xalan heçwekî bêjim we ye

Mulahezeya min: Melayê min! Zewq û lezzeta digel ‘ubudîyetê nîne di hîç kar û emelî de. Sirrê secdê ger eyan be li ‘abid û salikê rêka Zulcelal sed zulf û xalên reş dike qurban di oğirê de. Ji xwe ji hemî îbadetan digel heccul-ekber mexsed û ğaye serteweandin û ‘ubûdîyeta ji wî re ye. Kêf û zewqa di secdê de di hîç îbadetî de nîne. Ji vê sirê ye ku gelek alim û ‘arifan di oğira dîdara cemalê yarê yaran de ji dil û can serî dane ber şûra, bi kindira çûne jor.

Beyta Mela:

Sond bi wê zulfa siyah ez ‘abidê ‘husna te me

Xef dinoşim vê şerabê xweş şerab û qehwe ye

Mulahezeya min: Eya seydayê min! Sondê nexwe. Xefnoşîna şeraba evînê ku em wek sirrê ‘ilmê mecaz dizanin ne hewce ye. Emê sufrekî mezin deynin, şêx û mirîdan hemî vexwînin,  bi hey heya reqs û semayê bila reqqas reqsê bigerînin da ku em noqî behra evînê bibin û bi sirrê ayat û hedîsan gelek durr û mercana jê derînin. Emê bi aşîkarî şeraba evînê vexwin li bağê cînan ku dibinî de çem diherrikin. Belê Seyda belê! Di warê baqî de dîdara yarê yara digel noşîna şeraba evînê, li kenarê çemê bağê cînan xweş şerab û qehwe ye li rex ‘hor û ğilmanan. Sirrê evînê li wir aşîkar e xefnoşîna şerabê li wir ne hewce ye. Digel secdeya şukrê tebarek sed tebarek Ellahû Ekber emê bêjin bi carek.

Beyta Mela:

‘Umreke disojim bi xef çehvnêrê yek pursek te me

Da beyan kim şer‘ha ‘halê dil bi ‘herf û nukte ye

Dibêjim ez: Eya Seydayê min! Ez bi gorî! Çi bi dizî, çi aşîkar dilsojî û sotina di riya evîna heq de kareke pîroz e. Em te pîroz dikin. Lê sirrê çahvenêrîna lêpirsîna xef me nedît. Gelo ev neqşek ji neqşê Neqşebendîya ye ku tu li vir diyar dikî. Lewra wird û zikrê wan bi dizîyê.  Dibe ku em cahilê vî karî bin. Bes tiştê ku em di zanin ji xwe aşiq her dem li bîra maşûq e. Dîsa em baş dizanin ê ku bi sirrê qelban dizane her Xweda ye. Emê erzîhala xwe digel şerha halê dilê xwe bi aşîkarî raberî wî bikin, elbet ew dê çarekî li derdê me bike. Seyda! Lazim e ev erzîhala şerha halê me bi hubra hêstirên çavan û secdeyên şukrê bên xemilandin. Lewra em baş dizanin erzîhala ku bi sebir, hêstirê çavan, xweydan û xwînê tê nivîsandin li nik mehbûb meqbûltir e.

Beyta Mela:

Sed hezar bar şakir im ez ku ji Belqîsa perî

Hudhudê şîrînzeban îro xeberdarê me ye

Mulahezeya min: Melayê Min! Ji ku bînim Suleyman ez. Dema ku Hûdhudê şîrînkelam bi destûra serdarê xûban Suleyman ji Belqîsê hayîdar kir Suleyman nameyek da Huduhudê şîrînzeban bo Şahbanûya Seba bi navê Rehman  û Rehîm. Lewra Suleyman baş dizanibû vexwendina bo teslîmîyeta ji Xwedayê Rehman û Rehîm re serkanîya her tiştê baş û qenc e. Her wekî ku tu çêtir dizanî li ser wê nameyê veguherî qelbê şahbanûya delal û digel temmamî etbaê xwe ew bû tabi‘ê dînê Suleyman. Sirrê hîdayet û hatina şahbanûyê di peyva “Bismillahîrehmanîrrehîym” de veşartî bû, keramet ne yê Huhud belkî ê Xwedayê Suleyman û Hudhud bû ku hukumranîya dunyayê a li ser cinn û îns û heywanan digel Belqîsa Perî jê re danî wek xelatê. Êdî dem dema şukr û fikr û zikrê bo Xweda ye digel cezbeya ji dil û can eya Seydayê min!

Beyta Mela:

Ism û navê tey şerîf ‘hey kir li min qelbê mirî

Lew di med‘hê tew senayê bûyî me çeng û ney e

Mulahezeya min: Belê Seydayê minê delal! Zikr û fikr û şukra bo yarê yaran qelbên mirî ji nû ve vedijîne û sağ dike. Çi mirî û çi zindî her hebûn her dem di zikrê zatê ehed û wahid de ye. Çeng û ney jî her wisanin. Awazên ji wan dertên eger li gor wezna evîna heqîqî bo medh, tesbîh û tehmîda yarê yaran bên bikaranîn tev de zikr û fikr û nalînên fîraqî ne. Lewra  mehbûbê me yarê yaran ji ezel de her hebû, xaliq û rebbê me bû, sirrê evînê me ji wî girt, dê ew her hebe ta ebed. Hem ji wî ye hebûna wî ma te nayê bîr destpêka evîn û fîrqetê roja ‘ehda elest. Ê ji yarê xwe dûr bibit mislê neyê, dê her bi nalîn û fîğan bit ta ebed. Lewra baş dizane ji bil wesla ebedîya digel tecellîya husn û cemala yarê yaran dermanek  bo wî nîne. Ji lew dema navê yarê yaran me bi bîr bê lazim e  em bi îxlas û yeqîn bikevin med‘h û senayê her wekî çeng û neyê. 

Beyta Mela:

Şubhetê çengê dinalim hêj ji dest da‘xa qedîm

Herwekî meş‘el disojim dost nizam ageh heye

Mulahezeya min: Eya Mela! Derb û daxa ku ji fîrqeta ji yarê yaran di roja ‘ehda elest de li dilê me ket derbeke kevnar e. Dema ku derba fîrqetê li dilê me ket, dema ku bapîrê me Adem û dapîra me Hewwa ji bağ û bistanê cînan veqetîyan û bi sirgûnî hatin ser rûkê erdê hawar û gazîya me dest pê kir ta niha axîn û nalîna meye digel neya ku ji refê xwe veqetîye. Em baş dizanin ku muqellîbê qelban ji her sirrê meyê nihênî û aşîkar agahdar e. Meş‘ela evînê bo me rênîşan e emê wek qendîl tê de bisojin û ronahîya meş’ela xwe bi ser yar de bişînin, elbet dê yarê yara feryada me bi dost bigehîne.

Beyta Mela:

Min divê ser li asitanê herwekî tûlan nihim

Belki carek keyl bipirsit ev çi me‘hrûm tûle ye

Mulahezeya min: Melayê min! Meqamê herî payeberz li gel mehbûb sernigûnîya bi secdeyan xemilandî, ‘eczîyet û ‘ubûdîyet e. ‘Izzet û serbilindiya heqîqî di halê secde û ‘evdîtîyê de veşartî ye. Ji  xwe di heqîqetê de mehbûbê me ‘Ezîz û ‘Hekîm û  purr Kerîm e. Ger ew bixwazit ew dikare keyl û Leylê tev bîn e rê û suhbeta me digel hev geş û xweş bike. Ez dibêm di meqamê ‘ubûdîyetê de tehsîn û te’zîma yar bi secdê ye. Di vê rê de gelek mîsalên qenc û baş hene ji enbîya û ewlîyayan bes rewşa tûlewerî ne layiqê me û we ye eya Melayê min!

Beyta Mela:

Ger bi navê tûleyan carek vixwînit bendeyî

Bi Melê xweştir ji mal û gewher û gencîne ye

Mulahezeya min: Eya Seydayê min! Bendetî xweş meqam e dibê salik her li wê rê bî. Hîç meqam û mal û gewher û gencîneyek bi qasî evdîtîya ji Xaliq re payeberz nîne. Xweda bo me gotiye: “Eşrefê mexlûqat” me bi tûletîyê çi hewce ye. Erê tûle jî mexlûqek ji mexlûqê Xweda ye, elbet wezîfekî wî jî heye bo vê jînê. Yarê yaran me bi navê ‘ebdê xwe vedixwîne hem me bi wî navî bi bîr tîne. Teslîmîyeta ji wî re digel nûra îmanê,  li dinya û li axretê bo me hîç tiştek ji musulmantîyê xweştir nîne. Em wî bi şukr û zikr û ‘ubûdîyetê bibîr bînin di her an û di her gavê, elbet ewê me bi bîra yar bixîne.

Beyta Mela

Gewher û gencên Melê ‘husn û cemala dilber e

Sed Te‘alellah tebarek ev çi ‘husn û cilwe ye

            Mulahezeya min: Eya Melayê Min! Ninit li dest min dedektor ku bibînim gencîne û gewheran. Marîfeta dedektoran ez dibêm veşartîne di remz û îşaretên hedîs û ayetan de. Cewad im ez li ser şopa te dimeşim Eya Seydayê min! Dilbera me yarê yara ye, bo dîdara tecellîya husn û cemala wî digel riza û wîsala wî bibin qurban hezar wek min. Sîha husn û cemala wî menbea temamê husn û cemala ye. Her delal û her xweşik husn û cemala xwe ji wî werdigre. Erê Seyda erê! Tebarek hezar û sed tebarek Te‘alellah her ew e zatê mubarek. Mal û can tev bi gorîbin digel dilbera me ya fanî bi carek.

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Ê Berê MED‘HÎYEKE KURDÎ YA LI SER BED‘UZZEMAN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.