Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...

Article

بسم الله الرحمن الرحيم

S: - “Çima tu ji vana re dibêjî ne baş in? Hal ewe ku vana wek xêrxwazê me xuyadikin.” Kesê dixwaze qewm ji hev biqetin û her qewm di nav xwe de bibe serbixwe û kesê ku de’wa cumhûriyetê dikin û de’wa demokrasiyê dikin wek hawê xêrxwazê me xuya dikin. Qey vana ne baş in?

C: - “Tu mufsid nabêje ez mufsid im. Her daîm di sûretê heq de tê xuyakirin. Yan jî mufsid (bi sebeb ku cahil e) batilê heq dibine. Belê, kes nabêje dewê min tirş e. Bes heta ku hûn li mîhengê nexin nestînin.” Mufsid nabêje ez mufsid im. Münafıq nabêje ez munafiq im. Vana di sûretê heq de xwe nîşandidin. Yan jî vana bi sebeb ku cahil in, heq û batilê ji hev nasnakin, îslah û îfsadê ji hev nasnakin batilê di sûretê heq de dibinin. Di vê wezyetê de naskirina vana bi mêzêna Quran û sunnetê ye. ‘Elametê ehlê îslahê îman û ‘emelê salih e. Ehle îfsadê jî ‘emelê wan ne salih e û didin dû wan kesê ku ‘emelê salih nasnakin.

“Çimkî di tîcaretê de gelek gotin û perê qelp digerin. Heta gotinên min jî bi sebeb ku min gotiye bi husnûzennê lê nenerin û bi temamî qebûlnekin. Belkî ez jî mufsid bim. Yan jî bi nezanî îfsadê dikim. Ew çax riya çûna ber bi qelb ve nedin ber her gotinê.” Qelb ‘erşê îmana bi Xweda ye. Ew Xwedayê ku di erd û asîman hilnayê di qelbê mumina hiltê. Ji ber vê lazim e qelb were muhafezekirin. Gotina ku hat gotin ewil gerek li mêzêna Quran û Sunnetêkeve. Ku ne li gor wê mêzênê be gerek rê li ber neye vekirin.

“Ha, de îja gotina ku min ji we re got bira di destê xiyalê de bimîne (yanî piçkî li serê bifikirin, li mîhenga Quran û Sunnetêxin). Ku zêr derket di qelb de muahfezebikin. Ku paxir derket gelek ğeybet û nifira jî pêvebikin û l imin bizivirînin.” Ji ğeyrî Quran û Sunnetê pêve di tu derên dî de li heqiyê negerin. Dema ku we dît gotina min li gorî Quran û Sunnetê ye muahfeze bikin. Yan na gotina min li min bizivirînin. Derheqê her gotina ku we bihîst de jî vê riyê bişopînin. Da ku mufsid û rebenokê bi wan hatine xapandin we nexapînin.

S: - “Çıma tu derheqê husnûzenna me ya ji te re de sûîzendikî (tu nahêlî em te zilamekî qenc û zana bibinin. Ger tu werbikî emê di heqê te de zennê xerabbikin). Hal ewe ku padîşah û hukûmetên berê nikaribûn te ji heqiyê bizivirînin. Jonturkan nekarîn serê te bitewînin û te bikin şelaqê xwe. Çimkî te avêtin hepse, wê te daleqandanan, te xwe zelîlnekir. Tu bi rûyê xweyê sipî derketî. Hem wê me’aş bidanan te, te qebûlnekir. Dêmek van gotinan tu ne ji bo terefdariya wan dibêjî. Ew çax tu terefdarê heqiyêyî.”

C: - “Belê, kesê heqiyê nasbike, xatirê wê ji bo tu xatiran fedanake. Çimkî xatirê heqiyê di ser her xatirî re ye. Gerek ji bo tu xatirî neyê fedakirin. Bes ez vê husnûzenna we (ya bi nezanî) qebûlnakim. Çimkî dibe ku hûn ji mufsidekî re jî, ji hîlebazekî re jî vê husnûzennê bidin nişandan. Lazim e hûn jîr û şiyarbin. Li delil û ‘eqîbetê binerin.” Lazim e hûn bi xweşkirina devê her însanî neyên xapandin. Hûnê bi delîl û ‘eqîbetê wan ji hev nasbikin. Delîl Quran û Sunnet e. ‘Eqîbet jî ‘emelkirina bi herduwane. Kesê bi Quran û Sunnetê xeberbide û ‘emelê wî ne li gora wan be mumkun e ku ew kes hîlebazekî xayin be.

S: - “Emê çawa wan fêmbikin û ji hev biqetînin? Em cahil in. Em ancax kesên wek we ehlê ‘ilmê teqlîddikin.”

C: - “Her çiqas hûn cahilbin (we ‘ilim nexwendibe) jî hûn bi ‘aqil in. Mesela ez bi kî ji we re mewîja parbikim hûn karin bi zeka xwe min bixapînin. (pirê mewîja û qencê wan hûn karin bi alî xwe de bidin.) Dêmek cahiltiya we ne me’zeret e. Ha! De îja ferqa nevbêna darên fêkiya, fêkî ne” ferqa navbêna wan însanê ku gotinê wan wek hevin jî ‘emelê wan e. Kesê ku gotina wî û ‘emelê wî muwafiqê şerî’etêbe hûn li wî binerin.

“Madem werêye hûn li encama fikrên min û fikrên wan binerin: Ha! Va hûn dibinin. Di yekî de îstîrahet û îta’et heye.” Tiştê ku ez dibêjim dema bêne cî wê musluman tev li dora Quranê bicivin. Zalim wê nigê xwe bikşînin ber xwe. Û wê mumin rihet bibin û îta’eta emrê şerî’etê bikin.

“Di ê din de jî zirar û îxtîlaf veşartiye.” Bi zimanê xwe çiqas gotinê xweş bêjin jî di encama gotinê wan de ji bo xelkê musluman îxtîlaf û zirar veşartiye.

“Ez mîsalik din jî ji we re bejim: Di vê sehra pêşiya me de (yanî di paşeroja me de) agirkî xuya dike. Ez dibêjim ew (tiştê ku di îstîqbalê de dibînim) nûr e. (Di zemanê pêşiya me de nûra Şerî’etê xuya dike.) Heger ew ne nûr be, agir be jî agirkî ze’îf e, ji îstîbdada kevn maye. Werin em li dora wî bicivin, lê xudîderkevin. Jê feyz bistînin. Bira tebeqa agir biçire. (Ger em li şerî’etê xudî derkevin wê sîstema zulmê helweşe). Werin em jê îstîfadebikin. Heger ew tiştê ez dibinim nûra şeî’etêbe emê jê îstîfadebikin. Lê heger wek hawê ku ew dibêjin agir be jî me naşewitîne, çimkî me ew tevnedaye”.

“ew jî paşerojê hisdikin û dibêjin: Wiya agirekî bi şewat e. Bes wek hawê ez dibêjim heger ew tişt nûrbe (yanî şûraya şer’î were) wê qelb û çavê wan korbike. Û eger ew tişt agirbe (yanî ger dewra zulmeke nû dest pê bike) wê can û bedena wan bişewitîne. Çimkî “nûra se’adetê” ya ku ew jê re dibêjin agir, li kîja terefê dinyayê derketibe, bi milyona xûna însana wek cêrê avê bi ser de hatibe rijandin jî ne hatiye tefandin. Hetta, ev du sal e (yan jî çend sal in) di welatê me de du sê cara teşebbusî tefandina wê hatkirin. Bes kesê ku xwestin bitefînin ew hatin tefandin.”

S: - “Ewê ku te got wê were, ewil te got ne agir e. Niha jî tu bi çavê agir lê dineri (kîjan ji van rast e?)

 

C: - “Belê nûr ji bo xeraba agir e.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê ڕەچەتا كوردان
    Ê Li Pey يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.