ZAROKÊN ME

Article

Ev nivîs jibo kurtefîlmê hatiye nivîsandin. Di serî de melodîya bi navê “zarokên me” ya ku hunermend Nurûllah dihunirîne, tê gotin di TVyê de. Di heyama gotina melodîyê de, cûrbecûr kêf û şahîyên zarokan tên ser ekranê. Zarok hem bi hev re hem li ba mezinên xwe gelek kêfxweşin. Piştî melodîyê ev hedîs li ser ekranê tê nîşandan:

“Tu dê û bav, xelateke ji terbîya xweşik baştir, nedane ewladên xwe” -Hedîsa Pêxember (Silavên Xwed li ser bin)-

Xalê ‘Elî nêzî çil sali ye. Tîpa memûra pê dikeve. Rû biken e. Şên e. Bi zarokên xwe re kêfxweş e, bi mûhebbet e. Bi wan re dilîze, dikene, heneka bi wan dike. Sê zarokên wî hene. Ê mezin kurek 15 salî ye. Şekl û kincê wî pir efendî xuyaye. Ji bav û birayên xwe hez dike. Ê didûyan jî kurek deh saliye. Ew jî efendîye. Lê hinekî bi meraq e. Tişta pir dipirse. Ya sisîya jî qîzek pênc salîye. Carna serê xwe xweşik dinuxumîne, carna jî heger kesek ji wê re nebêje, desmala xwe navêje serê xwe. Carna dersa Elîbêtikê jî digre. Biçûka malê, delala malê ye. Evan rewş û tevger li pey hev tên ser ekranê:

1) Xwarina bi hev re.
‘ELÎ: Berxikên min! Ka em bihev re sifrê deynin? Ehmed, tu sênîya xwarin li serê bîne. Muhammed! Tu jî sênîya biçûk bîne. Fîrdewsa min! Tu jî tiştê biçûk bîne.”
Sifrê bihevre datînin. Bav binkê sifrê tîne. Kurê mezin sênîya mezin tîne. Kurê din çetel û kefçîyan tîne. Qîzik jî avê tîne. Alîkariya hev dikin. Diya zaroka jî tê. Nixumandî û biedeb e. Bi kêf xwarinê dixun. Paşê sifrê bihevre radikin

2) Di xebata dersan de Xalê ‘Elî alîkariya zarokên xwe dike.
‘ELÎ: Kîjan jimar, li sê qatê wê bîst zêde bibe, sî û heşt der tê? Hiiii? Ka em ji paşî ve hell bikin. Ewwilî em bîstê zêde, ji 38an derxin. Çi dimîne?
EHMED: Hîjdeh.
‘ELÎ: Madem sê qat bû, em jî hîjdehê bi sisiya parkin. Çi der tê?
 EHMED: Temam cewab şeş e.
‘ELÎ: Îja yên din jî wiha bi cewab ke.
 Pirsê wan bi cewab dike. Di hinekan de jî rê ber wan dixe. Bi qîza xwe re bi lîstokan dilîze.

3) Tevgerên îbadetê. Bav û zarok bihev re desmêj digrin, limêj dikin, diçin camiyê. Bihev re Qur’an dixwînin.
‘ELÎ: Caaaaae! Muhammed! Di vir de kîjan qaîde heye? 
MUHAMMED: Meddê mûttasil.
‘ELÎ: Îja hikmê wê çi ye?
 MUHAMMED: Wacib e, bi qederê çar elîf bê dirêjkirin.
‘ELÎ: Maşallah! Aferî!
Bi sebr û xweşik dersa Qur’anê dide wan.

4) ‘ELÎ û zarokên xwe, goga xwe digrin û diçin parqê. Ewwilî rûdinin, mihebbetê dikin. Dûre her dû kur bi gogê dilîzin. Fîrdews ser nixumandîye.

Selîm 35 salîye. Betilî xuyaye. Tevgerê wî hişk û biemr in. Ê wî jî sê zarokên wî hene. Lê bi wan re xoşbeşiya wî tune. Zarok jî xwe lê nagrin. Evana têne ser ekranê:

1)  Selîm ji kar tê, çakêtê xwe dide kurê xwe. Dibêje
SELÎM: A ji te re, bi dar veke.
Gazî zarokê xwe nake. Li ser sedrê pal dide. Dibêje
SELÎM: Oooof! Ez çiqas betilîme.  (Dûre hinekî diqîre)
SELÎM: Çima xwarina we ne hazire? Hema zû bînin
 
Zarok sifrê hazir dikin. Selîm li ser xwarinê bi kesî re napeyve. ‘Ecele dixwe û radibe. Hê zarokên wî xwarina xwe neqedandine. Bi wan re diğeyde:
 SELÎM: De zû xwarinê bixun, sifrê rakin!   (Zarok hinekî mehzûn dibin, aciz dibin.)

2) Zarokên Selîm, dersê xwe dişiğulin. Selîm diçe nava wan, li wan dinhêre û dibêje:
SELÎM: Dersê xwe baş bixebitin ha. Ze‘îfê we kê çê bibe, bila xwe ji lêdanê re hazir bike.” Zarok bê dilê xwe mecbûrî dixebitin. Maseya zarokan tuneye. Li ser erdê dixebitin. Oda wan belawelaye.

3) Azan tê xwendin. Selîm ‘ecele ferza tenê dike. Silavê dide û radibe ji zarokên xwe re dibêje:
SELÎM: Azan hat xwendin, haydê zû limêja xwe bikin. Îro êvara înê ye. Hey min nexwend. Wun Yasînkî bixwînin.
Gedê wî yê mezin ‘ecele secdê datîne jibo ku limêj bike. Selîm şîmaqekê li wî datîne.
SELÎM: Xwedê zanî bê hema bê desmêj dikeve ser limêjê. Zû her desmêja xwe bigire.
Wî dişîne desmêjê.

4)  Selîm ji kurê xweyî mezin re dibêje:
SELÎM: Min rûn û şekir û arvan, li marketê ‘eyar kirne. Here wan bîne.
Ji kurê xweyî biçûk re jî dibêje:
SELÎM: Ka em jî herin pazarê. Emê hinek eşya bînin.

Selîm û zarokên xwe ji malê derdikevin. Gava di ber parqê re derbas dibin, ‘Elî û zarokên wî dibînin. Selîm û kurê xwe diçin ba wan. Selîm silavê didê. ‘Elî jî wan dide rûniştandin. Halê hevdû dipirsin…

Selîm ji kurê ji xwe re bi sert dibêje:
SELÎM: A li vir rûne û dengê xwe neke!
Kurê wî ji tirsa li ser ‘erdê diçilmise. Feqîrek li wir derbas dibe. Fîrdews dere perê hûr didê û tê. ‘Elî ‘inya qîza xwe maçî dike. Jê re dibêje:
‘ELÎ: “Eferî qîza min! Mezlûm û bêkesa wiha jibîr nekin. De ka tu jî here ba birayên xwe, bihev re bilîzin.”
Fîrdews diçe. Kurê Selîm xwezya xwe bi lîstina wan ya bi gogê tîne, serê xwe dixe nav destê xwe û bi meraq li wan sêr dike. Selîm û ‘Elî jî dest bi sihbetê dikin.
SELÎM: (Bi heyret û meraq) Cîranê ‘Elî! Yaw li qisûrê nenêre. Tu çawa zarokê xweyî mezin wiha maçî dikî? Hetta niha min gedê xwey mezin maçî nekirye.
‘ELÎ: Weeeh cîran! Ma qelbê te ewqas hişk bûye ku şefqet û merhemetê his nake? Evana kezeba me nin, can û cîgera me nin.
SELÎM: (Hinekî ji ber xwe fedî dike. Milê wî sivik dibin, dixwaze xwe biserhev bîne) Nizanim! Dema biçûkin kêfa meriv ji wan re tê. Lê çaxê firoke dibin, ji ber destê meriv difilitin, li meriv guhdarî nakin. Meriv jî dev ji wan diqere.
‘ELÎ: (Hinekî şaş bûye) Na cîran! Wiha nabe. Biçûkê me, biçûkê me nin. Gede bin jî, mezin bin jî, bizewicin jî dîsa biçûkê me nin. Divê em ji wan hez bikin.
SELÎM: Hiskirna zarokên beradayî, hinekî bêdile. Xatrê te nizanin ku tu xatrê wan zanibî.
‘ELÎ: Ewwilî tu ji wan hez bike jibo ku ew jî ji te hez bikin û xatrê te zanibin. Ev çi ye te zarokê xwe xistiye bin qeydê koleya. (Radibe ber bi kurê Selîm ve diçe) Berxikê min! Ka tu jî here ba ewan hevalê xwe. Bihev re bilîzîn. (Kurik diçe)

SELÎM: Cîranê ‘Elî! Zarok wiha serbest bin, dûre tu nikarî serî bi wan re derxî. Dibin bela serê te.
‘ELÎ: Rehmel bavê te, tu yê dev ji van fikrê xweyî zorî berde. Ma zarok ne kolene ku tu wan bi her awayî girê bidî.
SELÎM: Madem zarok in, divê heddê zaroktiya xwe jî zanibin.
‘ELÎ: Madem zarokin, divê zaroktiya xwe bijînin. Bila tu di heddê bavtiya xwe de be, temame.
SELÎM: Madem tu ewqas piştevaniya zaroka dikî, wan serbest ber didî, çima di vê çağê biçûk de, te serê qîza xwe nixumandiye?
‘ELÎ:Raste! Ez alî zaroka dikim. Lê hinek tişt hene, di biçûkayî de qewî têne ava kirin. Weka limêj û Quran, edeb û exlaqê baş, hîcab û nixumandin.
SELÎM: Belê limêj û hîcab ferz in. Lê ji qîzên biçûk re çi lazim e?
‘ELÎ: Wer nebêje birayê Selîm! Em bêjin biçûk in bila limêj nekin, biçûk in bila Quran nexwînin, biçûk in bila serê xwe nenixumînin, biçûk in bila helal û herama fêm nekin, biçûk in bila heyata pêxember niha ne ‘elimin… Ka bêje wê kengî bikin û bi‘elimin?
SELÎM: Kengî mezin bûn bila bikin.
‘ELÎ: Piştî mezin bibin, ‘elimandin zor e. Êdî hinek li te guhdarî nakin, dibin berdûş û beradayî.
SELÎM: Y aw kekê ‘Elî! Tu hem dibê meriv ta’de li zaroka neke. Hem jî di vî ‘umrê biçûk de tişta bi wan dide kirin. Ev çawa çê dibe?

‘ELÎ: Birayê Selîm! Gava gedê biçûk dişînin qûrsa bale û spora, kesek nabêje biçûk in. Û bi wan kincê dûrî ‘edetê me, wan di perqa û tîyatro da didin reqisandin, kesek nabêje biçûk in.
SELÎM: Erê willeh kes ji wan re nabêje ev çi ye? Hûn çi ji van zarokê biçûk dixwazin?
‘ELÎ: Havîna, dûrî ğîret û namûsa me Kurda, qîz û xorta tevlîhev di gol û hawiza de didin leyistin, kesek nabên ev çi ye? Çi heramî ye? Ma ne biçûk in?
SELÎM: Erê birao! Li ber gola Hazarê! Dêmek kî azadiyû hurriyeta heyata Ewrûpayî, wiha dixwaze. Ev hurriyeta heywanî hey serê we bixwe!
‘ELÎ: Dixwazin guneh û bêğîretiya Ewrûpa, bi qîz û xortê me bidin xweşkirin, heyaw exlaqê wan xera bikin. Kesek nabê “Hey gawirno! Hûn çi dixwazin ji zarokên me?” Gedê bi vî tevgera xerab û heram mezin bibin, ewê tew henekê xwe bi limêj û rojiya te jî bikin.
SELÎM: Erê lo bav û birao! Hey mala zalim û gawira tucarî ne ava be. Haya me ji me tune bê ka em zarokê xwe dispêrin kê?
‘ELÎ: Te îja fêm kir ku çima îbadet û edeb ji biçûkî de lazim e?
SELÎM: Îja min baş fêm kir ku belasebeb ne gotiye “Di her heramkî de rêya dibe kufrê heye”

‘ELÎ: Em dibêjin hema bila zarokê me bixwînin, bila bibin dixtor, bibin mihendiz û mi‘ellim. Jibo pêşeroja wan jî em xwe didin ber her mesrefî. Lê gelo jibo axreta wan em çi dikin?
SELÎM: Û em tev zanin ku pêşeroja heqîqî jî heyata axretê ye.
‘ELÎ: Qasî em li ser dinya zarokê xwe difikirin, gelo em li axreta zarokê xwe jî difikirin?
SELÎM: ‘Eyb e ‘eyb e! Tu dev ji zaroka berde, ka jibo axretê me çi kirye?
‘ELÎ: Em rojê pênc wext ferzê limêjê xwe bikin, em dibên qey besî me ye! Em guhnadin îbadetê zarokê xwe.
SELÎM: Tu dibê qey li ser bala me ye! Em dibêjin “De dikin nakin ew zanin. Mezin bûne. Em nikarin nobeta we bigrin.”
‘ELÎ: Em wiha dibêjin û xwe dixapînin. Em zanibin dêw bav ji ‘emelê zarokê xwe têne pirsîn.
SELÎM: Heger wilo be em çem û çem çûn. Ya Rebbî! Te vê heyata dinyê belasebeb ne kirye bêndera îmtîhanê.
‘ELÎ: Cennet ne bi xwezîw xwestiya ye, bi ‘emel û rastiyaye.


‘Elî û Selîm radibin, bihev re ber bi zaroka ve dimeşin. Bi hev re dipeyivin. ‘Elî şîreta lê dike, ew jî tasdiq dike. Bi wî awayî diçin ba zaroka. Zarok ji leyîstina xwe diqerin, ber bi her dû ya baz didin. Kurê Selîm jî bi kêf e. ‘Elî destkî xwe datîne ser milê kurê Selîm, yê dî jî datîne ser milê Fîrdews. Selîm jî destên xwe datîne ser milê Ehmed û Muhammed. Bi vî awayî kêfxweş in.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê LOLO BIRA
Ê Li Pey DERMANÊ KURMANCÎ -1

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.