ŞEKALA SOR A SPORÊ

Article

                Ehmed, piştî di pîyê hevalê xwe Mistefa de şekala xweşik dît, ber bi dikana şekalan ve çû. Di pişt camê de li şekalan nihêrt. Çavê xwe bir û anî, şekala  ku dixwest, şekala sor a sporê bi ber çavê wî ket. Ji nişkava çavên wî mezin bûn, rûkenî bû û bazda ber bi malê ve…

                Ehmed, birayê wî û xwuşka wî, sê zarokên sêwî ne. Bavê wan ji ber nexweşîna giran berî vê salekî wefat kiribû. Dîya wan, piştî wefata zilamê xwe, jibo xwe û zarokên xwe xwedî bike, diçû paqijkirina malan. Qûtê mala xwe, lazimatîyên zarokên xwe bi awayekî zehmet tedarik dikir. Ehmed zarokekî 7 salî bû. Wekî temamê zarokan xeyalên wî jî hebûn. Xeyala Ehmed, ku dîya wî di ‘Îda Remezanê de jê re şekala sor a sporê bikire. Da ku ew jî bi şekala nû derkeve nav hevalên xwe.

                Piştî taştêya xwe xwarin, Ehmed îzna xwe xwest û derket derva ku bi hevalên xwe re bilîze. Hê dest bi lîstokê ne kiribûn, lewra ji wan re hevalek din jî lazim bû. Li der û dora xwe nihêrtin, ji dûr ve Mistefa dihat.

- Mistefa, Mistefa! Were em bi topê bileyzin

Ehmed bangî Mistefa kiribû. Belê Mistefa hêdî hêdî dihat, wek ku dilê wî bi lîstikê tunebû. Gava ku hate ba wan, hevalên Mistefa di pîyê wî de şekala wî ya nû dîtin. Ehmed, şekala Mistefa pir ‘ecibandibû. Dest bi lîstika xwe kirin. Piştî lîstika wan qedîya Ehmed ber bi dikana şekalan ve çû. Di pişt camê de li şekalan nihêrt. Çavên xwe bir û anî, şekala  ku dixwest, şekala sor a sporê bi ber çavê wî ket. Ji nişkava çavên wî mezin bûn, rûkenî bû û bazda ber bi malê ve…

-          Dayê, dayê…

-          Xêr be kurê min, ev çi kelecane?

-          Dayê, Mistefa ji xwe re şekala nû kirîye, waye ‘Îda Remezanê jî hat. Tu dê ji min re şekala nû bikirî?

             Dîya wî hûrik hûrik kelegirî bû. Stêrkek ji çavê wê, xwe bibal rûyê wê ve berda. Belê ji bo Ehmed ferq neke berê xwe jê guhert û stêrka çavê xwe paqij kir.

-          Lawê min, tu dizanî perê min tuneye. Jibo ‘Îdê ezê ji were şekiran bikirim, dibe kurê min?

-          Na na dayê, ez şekala nû dixwazim…

Ehmed kelegirî bû û bi xeydanî ji ba dîya xwe çû. Piştî Ehmed çû, stêrkên çavên dîya wî, wek dilopê baranê xwe berî  xwarê berdan.

Temamê zarokên hevalê Ehmed ji xwere cil û bergên nû dikirin, kêfa wan li cî ye, lê belê ji bo dîya wî jêre nikaribû şekala nû bikre kêfa Ehmed tunebû. Roja ‘erefê (êvara ‘îdê) dîya wan bi destê zarokên xwe girt û bi hevdûre çûn ser mezelê bavê xwe. Dil û cegerê dîya wan perçe perçe ye. Ev ‘îda ewil e ku bê zilamê xwe dikeve van rojan. Ma gelo ji bo malekî kêmasîya zilam, kêmasîya bav tiştekî hindike. Belê hêlînê dê çê dike, bav jî sitûnên malê ye. Bi girînên dîya xwe re, Ehmed jî dest bi girî kir. Heke bavê wî li heyatê bûna, wê jêra jî cil û bergan û şekala sor ya sporê kirîbûna.

Sêwîtî barekî pir girane. Çavê dê li rêya zilamê xwe, çavê zarokan li destê hevalên xwe.

Piştî zîyareta mezelê bavê xwe kirin, ber bi malê ketin rê. Ehmed li pêş wan gihîşte malê. Gava hate ber derî, çend poşetan û qolîyên qarton li ber derî dît. Li ser qartonan ‘Yetimler Vakfı’ dinivîsî. Ewil fêm nekir. Gava destê xwe dirêjî poşet kir û devê wê vekir, ji nişkava kire qêrîn.

-          Dayêêêê… Şekala ku min dixwest di poşet de ye. Dayê gelo ev poşet ê me ne?

Bi gazîkirinê re li aliyekî din jî ji kêfa xwe hildipekand. Dîya wan ku vê menzera dît, rûkenî bû. Fêm kir ku xêrxwazan ji wan re alîkarî kiriye. Tevê lazimatîyên ‘îdê di poşet û qolîyên qarton de bûn. Ji bo ku wê zarokên wê jî di ‘îdê de kêf bikin, ew jî dilferah bû û dest bi amadehîya ‘îdê kir

Xwedyê dikana şekalan Kekê Muslum, wexta Ehmed li şekalan nihêrtibû wî ferq kiribû. Piştî çûna Ehmed, xebera wan dabû Komeleya Yetimler  Vakfı, ji wan re lazimatîyê ‘îdê amade kiribûn. Ew jî ji wan re şekalan amade kiribû tevî şekala Ehmed a sor a sporê.

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey KEVIRÊ HAVÎNÊ, BAVÊ KADÎNÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.