Em mêşê hingiv in

Article

 

 

Em deşt û çîya digerin
Car li şikeft û çîyayan
Car li gul û simbilan
Aliyekî me jar e
Aliyekî me derman e
Em mêşê hingivin

Ji dûrve dijwarî 
Em têne xwuyanî
Ji hundir ve 
ta'ma wê nayên berjêrî
Em mêşê hingivin

Bihara me zivistan e
Xwarina me hingivê me ye
Hingivê me ilm û Îrfan ê
Meskenê me mizgeft û medrese ne
Em mêşê hingivin

Neyarê me hirç û hov in
Hevalê me nexweş û mistez'af in
Li alîye kî ji me direvin
Li alîye kî li pey me digerin
Qedrê me bizanibin
Em mêşê hingivin

Em hêza xwe 
Ji du perê xwe distînin
Perekî me ilm e
Perekî me îrfan e
Her du bi hev re 
zûlcenaheyn e
Me got ya:
Em mêşê hingivin

Pêşîyên me 
Silhedîn, Hisyn û seideynin
Xwedî huner doz û cengawer in
Hem çand yarên perwerdeyî nin
Hem neteweperwerên Dilsoj in
Me got ya:
Em mêşê hingivin.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ahmet Zariç

  • Em mêşê hingiv in
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.