Li Ser Biratîyê

Article

Ez dixwazim di vê hejmarê de bahsa biratiyê bikim. Lewra biratî yek ji muhîmtirîn dustûrên Îslamî ye. Xwudayê Te’ala di sûretê Hucûrat ayeta 10an de ferman dike ku “Ancax mu’min bira ne.” A rastî di dinê Îslamê de ev dustûr ji esasê ‘eqîdeyê ye jî ku ev biratî li pêşiya biratiya xwînê tê. Jiber vêna mûminek nikare bêje “ğeyrî muslîm birayê min in”  Dema ku wiha yeqîn bike, wê ev tişt zirarê bide îmana wî.

Di dîroka Îslamê de biratîya ku bi awayekî heqîqî ya ewil hatiye tetbiqkirin, biratîya ensar û muhacira ye. Li Medînê Resûlê Xwuda (s.a.v.) ev biratî ava kiriye. Di tu dîrokan de biratiyeke bi vî rengî, dîrok lê ne bûye şahid. Ev biratî ne tenê bi gotinê bû. Yan di fikrê de bû. Gelek tişt hene hew bi tenê nezerî ne, di serê însan de derbas dibin. Lê însan nikare van tişta bikarbîne. Resûlê Xwuda (s.a.v.) di Medînê de xwest ku cema’eteke nû li ser biratiyê ava bike, daku tu neyar nikaribin vê cema’etê ji ser rûye erdê rake. Ew çaxa ku li ser biratiyê cema’eta Medînê ava kir, hingî bi rehetî ji dinyayê re meydan xwend.

Belê biratiya ensar û muhaciran, a Îslamê bû. Resûlûllah (s.a.v.) dersek dida însanan. Ev ders ne ku tenê dida yên di heyama xwe de. Dida însanên ku wê heta qiyametê bên. Bi rastî Resûlûllah (s.a.v.) gelek ders dabû însanan. Lewra medenîyetek nû dibin siya wehyê de ava kiribû. Jibo meriv medenîyeta ku Resulullah (s.a.v.) ava kiribû fahm bik, lazime meriv li dewra cehaletê meyzeke bê însan di hundirê çi wehşetê de bûn. Pişti ku Îslam hat bê çawa pêş ketin. Medeniyetek ku dirokê heta vê rojê nedîtî bû, ava kirin.

Îslam biratiyeke wilo ji însan dixwaze ku hebûna xwe bi birayê xwe yê musluman re par bike. Jixwe lazime ku bi her hawî li birayê xwe yê musluman xwedî derkeve û alîkariyê pê re bike. Ji ber vê yekê Hz. Enes (r.a.) rîvayet kirîye ku Resûlûllah (s.a.v.) wiha gotiye : “Zalim be jî mezlûm be jî alîkariya birayê xwe bike.” Li ser vêna yekî got: “Ya resûlê Xwuda (s.a.v.): Eger mezlûm be, ezê alî wî bikim, ancax zalim be ezê çilo alîkarîya wî bikim?” Resûlûllah (s.a.v.) ferman kir : “Tê wî ji zilmê dûr bixî ya jî tê bibe manie’ zilma wî. Alîkariya ku tê pê re bike ha ev e.” (Buxârî)

Ji xwe dilêşandin û ezîyate ku însan bide birayê xweyî mu’min, bi tu awayî ne caiz e. Ji ber wêna di nehazirbûna birayê xweyî mu’min de, tu nikarî bi xerabî behsa wî jî bike, ğeybeta wî heram e. Îslam bi vî awayî xwestiye ku biratiyeke wilo ava bike daku ceme’at û komela mu’minan bibin kelha ku neyê xerakirin. Bi tu quwwetî. Bala we ez dixwazim bikşînim ser wêna ku Îslam hem ji aliyê maddî dunyayî ve hem jî ji aliyê manevî ve cema’eta mu’mina qewîm dike û dişidîne. Xwudayê te’ala di suretê saff di ayeta çaran de mu’minê ku di rêya Xwuda de herbê dikin, şibandine avanîyeke ji risasê. Bi rastî jî di her demê de divê mu’min di biratiya xwe de weke risasê bin. Sefê wan divê tu carî ji hev qet nebin. Belkî hingî heqê biratiyê bi cih bînin. 

Ensar û muhacir bi her hawê xwe ji me re mînak û numûne ne. Lêbelê di biratiyê de meriv çilo heqqê biratiya dinyayî û maddî bi cih bîne, ensar û muhaciran nîşanî me dane. Hem jixwe di paqijbûna qelb de û hezkirin û qîmetdana biratiyê jî nîşanî me dane.

Îro û heta roja qîyametê esasê ku cema’et û komal li ser ava dibe biratî ye. Ev biratî hem ji alîyê dinyayî hem jî ji aliyê me’newî ve lazim e. Mînak û numûne di destê me dene, em dikarin îbret û dersan ji wan bigrin. Heyateke nû weke ku Xwuda û Resûlê Xwuda ji me xwestîye li ser biratiyê ava bikin. Heta hejmareke nû bimînin di xêr û xweşiyê de.     

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Sûriye û Pevçûn
Ê Li Pey Li Ser Qiseta Hz.Yûsûf (A.S)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.